Nameyeke Vekirî jibo Mesûd Berzanî û Kosret Resûl Elî

Siddîq Bozarslan

Demeke dirêj bû ku min dixwest bi rêya posteya elektronikê nameyeke vekirî jibo Serokê Kurdistana Federal Mesûd Berzanî û cîgirê wî Kosret Resûl Elî ra rêkim. Ji ber hin semedan ev dereng ma.

Berêz Mesûd Berzanî û Kosret Resûl Elî!

Bi destûrên we ez dixwazim wek birayekî we yê piçûk li we xîtab bikim. Ji ber ku ez wek Kurdekî Dîyarbekirî (Amedî) hemî Kurdên Hewlêrî/Silêmanî/Mahabadî/Qamişloyî û Amedî û wd. wek xwişk û bira dibînim. Belam em hemî Kurd ji malbatekê ne û xwedîyê malek in ku jê ra dibêjin Kurdistan.

Birayên xoşewîst!

Ez wek rojnamevanekî Kurd rewşa parçeyê we û hemî parçeyên Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînim. Ez dizanim hûn di rewşeke xesas da derbas dibin. Ji alîyek ve hûn hewl didin xwe, da ku pirsên navxweyî yên siyasî û aborî çareser bikin; ji alîyekî dî ve jî hûn amadekarîya referandum û îlankirina dewleta serbixwe dikin. Di alîyekî dî da jî şerê rizgarkirina Musulê berdewam dike; lê piştî rizgarkirinê jî ne dîyar e wê statuya  Musulê û rewşa sînorên Başûrê Kurdistanê çawa bibe.  Îhtîmalek heye ku piştî têkbirina DAÎŞÊ, şerekî nû yê hûndûrî ku li hemberî sînorên we bin, li hemberî statuya we ya nuha bin û bibin astengên mezin li pêşîya îlankirina Dewleta Kurdistanê. Di vî derbarî da gelek îşaret hene. Hêzên leşkerî yên Îran û Turkiye ku li herêmên cuda ne, ne jibo xêrê ne. Ji wê jî bi tehluketir û xirabtir, hin hêzên ku li ser navê Kurdayetîyê û Kurdistanîtîyê tevdigerin; lê wek mejî û emelî aşiqên Tahran, Baxda, Şam û Ankara´yê ne jî, wê di bin sîya dagîrkerên welatê me da bikevin pêsîra we. Ev cîyê sed mixabinîyê û tirsandinê ye. Xwedê neke, dema hewildaneke weha biqewime, wê xewna sêsedsalî ya Ehmedê Xanî û hemî Kurdên niştîmanperwer badilhewa here. Bi tabîreke dî, em dê hemî têk biçin. Loma ez dixwazim li jêr pêşneyarek ji cenabên we ra pêşkêş bikim.

Hûn wek du aktorên sereke di navbeyna xwe da protokolek çêkin. Çarçoweya protokola we divê tenê li ser serxwebûna Kurdistanê be. Di vî derbarî da, divê hûn meclis û hukûmatê fesh bikin, dest daynin ser hemî dezgeh û sazîyên heyî, seferberîyê îlan bikin û rewşeke taybetî ya şer têxin jîyanê. Di çarçoweya wê protokolê da parlamenterên Kurdistanî ku li Meclisa Baxdayê ne, vekêşînin Kurdistanê. Banga civînek  di gel hemî partîyên herêmî bikin. Her partîyek di dereceya yekemîn da bi yek an du kesan beşdarî bikin û xwedîyê selahîyeteke tevayî bin. Di civînê da Konseyeke Rêvebir bila were çêkirin ku her partîyek bi yek kesî/ê tê da cîh bigre. Ev konsey jibo demeke meqûl divê xwedîyê berpirsîyarîya her tiştî be û karên xwe yên diyarkirî birêve bibe. Di bin berpirsîyarî û rêveberîya vê konseyê da bila hukûmateke pirr teng (mîsal; serokwezîr, wezîrê derve, wezîrê hûndur, wezîrê parastinê, wezîrê aborîyê-maliye-, wezîrê dadgerîyê-adaletê- û wezîrê perwerdeyê ku hemî dibe heft-7- kes) ya muwaqet were çêkirin. Bi girêdayî hukûmata demkî ve timeke profesyonel ya taybet jibo internet û teknîkê û timeke taybet jî jibo TV, Radyo û Rojnamegerîyê were çêkirin ku ew 24 seet li ser kar bin. Piştî biryar û pêkanîna van karan divê dewleta Kurdistanê were îlankirin bê ku referandûm were çêkirin. Di vî derbarî da divê kes behsa referandumê neke ku ev ne pêwist e. Di vê çarçoweyê da di TV, Radyo, Internet, rojname û xebatên partî û rêxistinan da li dijî serxwebûnê tu tişt neyên kirin. Bi tabîreke dî di çarçoweya serxwebûnê da her tişt ji nûve were dîzaynkirin. Yên ku bi vê xeta dîyarkirî ra rîayetê nîşan nedin û li dijî serxwebûnê bin, li gor rewşa awerte ya şer divê werin cezakirin. Seyeheta sîyasetmedaran jibo demeke dîyarkirî divê were qedexekirin û wd… Bê guman ev pêşneyara min; heger civînên partîyan ku nuha berdewam in da ku çareserîyê bibînin; lê heger encameke erênî (pozitif) ji wan civînan dernekeve, bê ku wext wenda bibe, divê ev pêşneyar bi awayeke leztir têkeve jîyanê.

Ez dizanim ku ev pêşneyar dema têkeve jîyanê, wê bi xwe ra hin protesto û alozîyên navxweyî bîne. Lê bi ya min qet xem nake. Bila hin kes an derdor we wek diktator îlan bikin, protestoyan nîşan bidin û wd… Heta radeyek hûn dikarin bi hêsayî ji bin vî barî derkevin û rîskên heyî hembêz bikin. Lê berevacî wê heger hûn li benda encamên operasyonên Musulê bibin û li benda civînên digel partîyan bibin dubarekirin û tekrarkirin jibo çareserkirina gelşên aborî û sîyasî; hûn dê gelek dereng bimînin û di bin sîya pratika vî du salên dawîyê da mirov dikare bi hêsayî bêje ku wê gelşên heyî zêdetir bibin. Ji wê jî dijwartir ji ber gef û êrîşên dagîrkerên welatê me û xulamên wan yên ku her roj li ser navê demokrasîyê û niştîmanperwerîyê bombe û mayinan dikin bin rûknên serxwebûna welatê me, wê di heman demî da li gelek deverên xesas biteqin ku ev dikare destkeftîyên heyî jî bi xwe ra bide rûxandinê. Ez bi xwe dua dikim ku operasyonên Musulê dirêj bidome û DAÎŞ bi tevayî têk neçe; jiber ku ev di berjewendîya me da ye. Qet nebe, ev rewşa heyî û wêneya navdewletî weha nîşan dide ku jibo gelê Kurd baş e. Pêkanîna pêşneyareke weha di nav bîrûraya navdewketî da jî wê maqûl were dîtin û di vî derbarî da bila tirsa we tunebe; bi şertê ku hûn wan baş agahdar bikin. Bi taybetî hêzên leşgerî yên Emrîkî û Ewropîyan ku nuha li Hewlêrê ne; ew jî rewşa we  ya heyî dişopînin û dizanin kî jibo çi di nav hewildanan da ne û xizmetê jibo çi dikin.

Birayên rêzdar!

Qasî ku min şopandîye piranîya pêşmerge û fermandarên wan bi cenabên we her du rêzdaran ra ne û ew bi giştî li pişt we ne. Ev rewş cesaret da min ku ez pêşneyareke weha ji cenabên we ra bikim. Bi saya serê pêşmergeyên canfîda û qehreman hûn dikarin kontrola axa başûrê welêt bi tevayî têxin destên xwe û îlankirina Dewleta Kurdistanê pêk bînin. Jibo we û gelê me piştgirîya navdewletî ji her demî zêdetir zêde bûye ku divê ev piştgirî badilhewa neçe. Heger damezrandina dewleta serbixwe di zûtirîn wext da pêk neyê; piştgirîya heyî ya navdewletî wê roj bi roj qelstir bibe û politika dewletên dagîrkerên welatê me wê bi ser keve. Bi çend hevokan be jî li vir ez dixwazim li ser naveroka politika tifaqên we yên stratejîk rawestim. Pratika vî sedsalê dawîyê nîşan dide ku gelê Kurd û aktorên wan ên sîyasî divê hêz û dewletên navneteweyî tifaqdarên xwe yên stratejik bibînin û li gorî vê rewşê têkevin nav hewildanan. Welatên misilman bi giştî û yên cîranên ku welatê me parçe kirine û ji xwe ra kirine koloni divê wek tifaqdarên taktiki û demkî werin nirxandin. Politika reel ya cihanê vê rastîyê nîşanî me dide. Loma têkilîyên we yên stratejîk di serî da jibo Îsrail, Emerika û Ewropayê divê di çarçeweyeke weha da baş were meşandin.  Lê wek Pêşewa Qadî Mihemed ji me ra wesîyet kirîye; divê bawerîya we bi dagîrkerên Kurdistanê qet neyê. Bi taybetî dema Tahran û Ankara bibêjin ”Xwedê Yek e!” jî, divê hûn bi şupheyek ciddî lê binêrin.

Dîroka vî sed salê dawîyê cenabên we û yên ku digel we di nav hewildana damezrandina Dewleta Kurdistanê da bin, wê bi tîpên zêrîn binivîse. Wê hemî Kurdên niştêmanperwer yên cîhanê piştgirîya we bikin. Hêvîdar im hûn her serkeftî bin û xwedê li pişta we be…

Ez  sala we ya nû li cenabên we, li pêşmerge û hemî Kurdistanîyan pîroz dikim û serkeftinê ji we ra dixwazim. Bila sala nû bibe sala azadîyê, aramîyê û serxwebûnê. Ez bi silav û hurmetên xwe yên biratîyê dest û çavên we maçî dikim.

01.01.2017

Stockholm

Birayê we yê piçûk

Siddîq Bozarslan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir