Patrîk Louis Sako: “Em ê tewrê serok Barzanî yê parastina pêkhateyan ji bîr nekin”

Patrîkê dêra katolîkan yê Keldaniyên Iraqê û dinyayê patrîk Louis Sako ji bo K24ê ragihand ku wê tewrê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê di derbarê parastina pêkhateyan de ji bîr nekin û jimara kursiyên ku di parlementoyê de ji bo pêkhateyan hatibû veqetandin, hatine dizîn.

Sako got ku serok Barzanî her daîma mafên pêkhateyan parastiye û qet îhmal nekiriye û wê vî tewrê wî ti carî ji bîr nekin. Tewrê serok Barzanî yê di derbarê pêkhateyan de bi taybetî yê di kota ya parlementoya Kurdistanê de wê dewam bike.

Sako, hêvî kir ku Iraq ewladên xwe hembêz bike û got:

“Em ji ber hembêzkirina germ ya pêkahateyên Herêma Kurdistanê sipasiyê dikin. Em xîrîstiyan daîma hîs dikin ku vê derê mala me ye û em ehlê herêmê ne. Li vê derê onûr û azadiya me heye, em li çanda xwe xwedî dertên. Ev, ne weka ku hinek zenan dikin nîne, ev çîçekekiye li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Em hêvî dikin ku hukumeta federal ji vê tecrubê fêde bike, xwe zêdetir pêşde bibe, zarokên xwe hembêz bike, zorê nede wan da koç bikin, neperçixîne û wan ji ser ciyên wan najo.”

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *