Navenda Gel ya Perwerdê li bajarê Bedlîsê kursa zimanê Kurdî vekir

Navenda Gel ya Perwerdê li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê kursa zimanê Kurdî vekir. Kesên tevlî kursa zimanê Kurdî bûn destpêkirina zimanê Kurdî bi dilxweşî qebûl kirin û kêfa wan hat.

Mamosta kursê Nurcan Gökhan ragihand ku di asta A-1ê de dest bi hînkirina zaravayê Kurdimanciya jêrîn kirine û plan dikin ku di asta duyem de jî kursê dewam bikin.

Niha 17 kes dewama kursê dikin. Kesên belge bistînin derfeta peydakirina kar ji bo wan heye. Di kursê de axaftin, nivîsandin û xwendin heye. Kurs rojên duşem, sêşem, çarşem û pênşemê dewam dikin.

Di nav kesên ku tevlî kursê bûne de, hene ku qet bi Kurmancî nizanin.

Dezga Navenda Gel ya Perwerdê (Halk Eğitim Merkezi) fermî bi rêvebiriya perwerda bajêr ve girêdayiye û hukmiye.

Peyamakurd

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *