Namebendê Min yê Quakers

Dema salên 1990î yan de em li hefsxana Aydin-Nazillî de bûn, bi armanca ez Înglîzîya xwe pêşde bixim, bi malbatek Brîtanî re min pêwendîyên namebendîyê danî.

Piştî dan û sitendina demekê ya nameyan, min ji hevalê xwe yê Înglîz, eger û armanca wî ya alîkarî û têkelîya bi me mahkûmên Kurd re pirsî.

Wî di nameya xwe de got: ‘‘navê me Quakers e (Hevalên Civata Dîndar), em xwedîyê bawerîyek Xirîstîyanîyê ne. Lê dêrên me yên bi peyker û wêneyên Îsa û Meryem neqişandî tune ne. Li her ciyekî ku em lê hene, malek me ya ku em lê vedihewin heye; em her yek radibin, di derbarê pirsgirêken xwe, civata xwe û mirovên li deverek dunyayê ku di tengasîyê de bin bîr û raya xwe dibêjin. Li gorî hêza xwe em li çareserîya wan arîşeyan digerin.

‘‘Em bawer dikin ku her mirov, nîjad û bawerîya wî/wê çi debe bila bibe, perçeyek ji hebûna Xweda ye. Loma em zordarî, hêsîrkirin, şîdet û kuştina li dijî mirov red dikin. Em li Amerîka dijî kuştin û zulma li mirovên Sorik, kirîn û firotina mirovên Reşik derketin. Li Brîtanya, ji bo ku ordîyê fînanse dike û leşkeran ji bo hunerê kuştina mirovan perwerde dike, em bacê nadin û vatinîya leşkerîyê red dikin.

‘‘Carekê, ji bo ku ordîya Înglîz xwestîye xwecîyê Sorik ji warê wan biqewirîne, serokê me William Penn û hevalên xwe, bi Sorikan re li dij êrîşa ordîya Înglîz derketîye, loma birîn bûye û hin hevalên wî jî bi Sorikan re jîyana xwe ji dest dane. Ev serokê me ne, lê serokê we kî ne!?‘‘

Min jî di nameya xwe de nivîsand: ‘‘Navê serokê min Mistafa Berzanî ye. Ew jî ji binemalek xwedîyê civatek bawermendê Îslamê bi navê Nexşîbendî ye.

Birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam, ji bo mafê Kurdan doza xweserîyê li Împaratora Osmanî kir; lê Împaratorî bi darvekirînê bersîva wî da.

Piştî wî birayên wî Şêx Ahmet û Mistafa Berzanî doza wî dewam kirin. Ew jî tu demê nefikirîn ji dewletên mêtinkar re leşkerîyê bikin û bacê bidin wan.

Li çiyayê Berzan kuştina heywanê bejî yê kovî qedexe kir. Gotin erda vî welatî ya herkesî ye. Kesê ji bo mezheb yan dînê wî cuda ye, kî neheqîyê lê bike, wê bê cezakirin.

Ji roja ku kekê wî ji alî dewleta Osmanî bi çavsorî hat darvekirin û heta dawîya jîyana xwe Mistefa Berzanî, doza rizgarî û azadîya gelê Kurd ji xwe re kir armanca sereke.

Tu demê radestî neyarê xwe nebû. Li serê çîya tî û birçî, sar û serma, di tahlûka mirinê de dev ji pêşmergeyên xwe berneda û tekoşîna xwe berdewam kir.

Li kîjan perçê Kurdistanê jê alîkarî hat xwestin, bi gazîya birayên xwe de çû.

Wî tu carî çavsorî û tade li tu kesî û li neyarê xwe yê bêçek jî nekir. Di nav pêşmergeyên wî de gelek Xirîstîyan, Ezîdî û Yarsan hebûn!‘‘

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir