Mustefa Selîmî Xwe Avêt Dexil û Bextê ‘‘Bira‘‘yê Xwe!

Mirov bêhêvîbe, jê re wateya jîyanê namîne. Loma hêvîkirin, herdem sitûn û wateya ruhê jîyanê ye! Ez tevlî hevalên xwe yên cezayê îdamê wergirtin, bi cezayê muebed di zîndanê de razam.

Di dema zodarî û îşkenceyên zîndanê de, me hêvî dikir ku li derve hayê hinekan ji me çêbibe û li me xwedîtî derên! Gelek caran me xeyala reva ji zîndanê dikir û me di xewnê xwe de hewla revê dikir! Timî em li cîyekî digerîyan ku xwe lê veşêrin ku heta ji dijmin rizgar bibin û di ferehîyê kevin! Erê xewn û xeyalê me bi hêvîyan tijî bû! Hêvîyên rizgarîya ji dîlîtîyê! Hêvî… hêvî… hêvî!..

Piştî ku ji zîndanê hatim berdan, du cezayên min yê hevsê hebû û li dadgeha bilind Yargitaya tirka bû. Hîna du mehên min neqedîya, cezayên min hatin erêkirin û li min gerîyan ji bo min vegerînin zîndanê! Lê min xwe avêt welatekî bîyanî û dexl û bextê welatên nenas! Wan min nedan dewleta tirk ji bo min bavêjin zîndanê!..

Lê Kurdên bêbext û xayin, yên berpirsên qaşo partîyek Kurd ku nîvê Kurdistanê îdare dikin çi bobelata giran kirin: Kurdekî endamê Partîya Demokrata Kurdistana Îran yê berê û rojnamevan ku ji zîndana dewleta mêtinkar ya Barbara Îran ji mirina dardekirinê bi hêvî û kêfa rizgarbûnê revîya û xwe avêt dexlê qaşo birayê xwe; ew zir birayê bêbext jî ji bo berjewendîyê xwe yê bi dijmin re, ew da dijminê barbar! Ew mêtinkarên barbar, ew îbretî alem ew birin û dardakirin!

Nava min xwîn digîrî Kurdino, ji dil û kezeba min qîrîna hahoyek bêdeng dertê!!!

Hûn zanin, gelê Kurd gelek tengasî, neçarî, hêsîrî, bindestî, zîndan û zordestî dîtîye. Loma li ba gelê Kurd dexl û bext pîvana rûmet, ujdan û şerefê ye. Kesekî ha ji şeref û namûsa xwe hebe, gava yekî xwe avêt dexlê wî, serê wî jî tê de here, hemû mala wî jî qir bibe û mal û milkê wî jî talan bibe, wî kesî nade neyarê wî. Dîroka Kurdistanê bi van bûyeran tijî ye.

Mala Têlî ji Mûşê tên Berîya Mêrdînê koçerîyê, li herêma nava Metîna û Dumila şivanekî Metînî dikeve pêşîya wan wek xwîkîtî xweha wan dixwaze, ew jî nadin, loma şivanê bênamûs, derewan li rêwîyan dike û gazî Metînya dike, Metînî jî êrîşî wan dikin û dest bi kuştina wan dike. Xûşka wan jî reşa xwe davê ber derîyê mezinê Dumilîya Hemo û Xêro! Ew jî bi gazîya parastina mala Têlî diherin û wan diparêzin: loma zêdetir ji heftê mirovî ji hev dikujin!..

Mustafa Selîmî, li hemberî rejîma mêtinkar ya hov û kujer, rojnamevanî û çalakyên sîyasî dikir hat girtin, loma 17 sal di zîndanên Îranê de bû! Ji ber şewba Koronayê, ji tevlihevîya ku li zîndanê derket îstîfade kir û ji zîndanê bazda. Ji bo ji rejima hov rizgar bibe jê re ciyê herî nêzîk û bi ewle, herêma Kurdistana Federal bû! Lê hêzên ewlekarî yên YNK ku li herêma Pencewînê ya Başûrê Kurdistan pawanî dikirin, ew girtin û bi ferman rêvebirên YNK, ew dan dewleta Îran. Dewleta Îran jî ew bir û rasterast dardakir!..

Qet tu şik tune ye ku ji dardakirina Mistefa Selîmî rêvebirî û serokên YNK berpirsîyarin. Heger Hukumeta herêma Kurdistanê û Yekîtîya Netewan lêpirsîna vêna nekin û berpirsê vê bobelatê ceza nekin ew jî berpirsîyarin! Çimkî YNK sûcekî mirovahî yê navnetewî kirîye!

Hukumeta Herêma Kurdistanê, nikare xwe ji vê bûyerê bêrî bike. Divê ji bo vê karesatê lêpirsîn veke û berpirsên radestkirina Mustefa Silêmanî, li gor qanûna navnetewî bên cezakirin! Divê ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin: çimkî di dil û ûjdanê her Kurdekî de birînek kûr hatîye vekirin!…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir