Malbatên herî hejar li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê ne

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê malbatên herî hejar û xizan li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Malbatên herî dewlemend jî li parêzgehên Stenbol, Enqere, Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê ne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), doh “Amarên Belavbûna Dahatê” yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan dahata malbatan li gorî sala 2022yan ji sedî 70,7 zêde bûye û gihiştiye 167 hezar û 983 lîreyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dahata koma herî dewlemend a ji sedî 20 li gorî sala 2022yan ji sedî 1,8 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 49,8an.

Dahata koma herî hejar û xizan jî ya ji sedî 20ê ji sedî 0,1 kêm bûye û daketiye ji sedî 5,9an.

Dahata kesayetiyekî malbatê jî li gorî sala 2022yan ji sedî 72,3 zêde bûye û ji 48 hezar û 642 lîreyan gihiştiye 83 hezar û 808 lîreyan.

Dahata herî zêde ji mûçeyê ye

Di nav dahata giştî de bi rêjeya ji sedî 48,5 herî zêde ji mûçeyê dahat hatiye bidestxistin.

Di rêza duyemîn de bi rêjeya ji sedî 22,1 dahata bazirganiyê cih digire û di rêza sêyem de jî bi rêjeya ji sedî 17,6 alîkariyên civakî yên hikûmetê cih digire.

Ji sedî 88,4ê alîkariyên civakî mûçeyê malnişîn, jinebî û sêwiyan e.

Çîna civakî ya dahata wan herî zêde kesên perwerdeya bilind û zanîngeh qedandine ye.

Dahata kesên perwerdeya bilind qedandina 157 hezar û 851 lîre, yên lîse qedandine 114 hezar û 374 lîre, yên dibistana seretayî û navendî qedandine 89 hezar û 12 lîre, yên dibistanek neqandine 63 hezar û 425 lîre û kesên xwendin û nivîsandinê nizanin 45 hezar û 637 lîre ye.

Di nav sektoran de dahata herî zêde bi 121 hezar û 13 lîreyan ji sektora xizmetguzariyê û herî kêm jî bi 92 hezar û 632 lîreyan ji sektora çandiniyê hatiye bidestxistin.

Herî zêde bi 408 hezar û 174 lîreyan kesên xwediyê karên xwe, bi 115 hezar û 622 lîreyan kesên li ser hesabê xwe kar dikin, bi 102 hezar û 821 lîreyan mûçexwir û bi 53 hezar û 334 lîreyan kesên bi heqdestê rojane kar dikin dahat bi dest xistine.

Malbatên herî hejar û xizan li Bakurê Kurdistanê ne

Dahata herî kêm a malbatên li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Dahata malbatên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî 25 herêmên cuda hatine hesabkirin.

Li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî dahata kesayetiyekî malbatekê 83 hezar û 808 lîre ye lê ev dahat li parêzgehên Wan, Mûş, Bêdlîs û Colemêrgê tenê 39 hezar û 173 lîre ye.

Dahata herî zêde ya kesayetiyekî malbatekê jî bi 114 hezar û 634 lîreyan li Stenbolê, bi 108 hezar û 36 lîreyan li Enqereyê û bi 101 hezar û 372 lîreyan li parêzgehên Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *