Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!

Zimanê me hebûna me ye!
Zimanê me remz û sembola jiyana me ye!
Zimanê me stûna hişmendîya netewî ye!
Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
Ziman hêz û qeweta desthilatdarîyê ye!
Ziman li dijî dagirkerî û sîstema mêtinkarîyê pergala têkoşîn û berxwedanê ye!
Bi zimanê xwe bipeyivin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsin, bi zimanê xwe biponijin, bi zimanê xwe bifikirin, bi zimanê xwe xewnan bibînin, bi zimanê xwe sohbetan bikin, bi zimanê xwe şer bikin, bi zimanê xwe çêran bikin, bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe bigirîn, bi zimanên xwe jiyanê hibmêz bikin. Bi zimanê xwe di kolan û sûkan de, bi serbilindî bimeşin, bipeyivin û qadên bazirganî û bazaran bi dengê xwe bilerizînin!
 
Îro em bi hevalên xwe re, ji bo zimanê Kurdî, em bi hevalbendîya ruhê Mîr Celadet Alî Bedirxan, di kolanên Amedê de, bi qêrîn û awazên Kurdî meşîyan. Dengê Kurdî, helwestên Kurdistanî û hişmendîya netewî, bi alîkarîya rûpelên HAWARê, baskên azadîyê di sûkên Amedê de deng veda!
 
Me ji şeqama “Gevran” dest bi meşa xwe kir û li hêlên çep û rastê kolanê, me belavokên xwe belav kir û di derbarê girîngîya ziman de kurte axaftin kir. Ji caddeya Gevranê, em derbasî caddeya Ofîsê ya Yaşar Kemal bûn. Bi piştgirî û germaya gelê xwe, bi nasname û tîşortên xwe, bi qêrîn û propaganda girîngîya zimanê Kurdî got û me berê xwe da Derê Çîyê (Dağkapı) qada Şêx Seîd. Em di ber parêzgehê de derbasî hûndûrê Sûrê bûn. Li hemberî Postexana mezin, em di du derîyên bedenê re ketin hundirê Sûrê. Em li beranberê Bedenê, bi hişmendî û giranîya dîroka xwe, bi rûhê pakrewan û hevalbendîya wan, ber bi Mizgefta mezin meşîyan. Li ber Mizgefta Mezin, me silavek germî da Şêx Seîd û hevalên wî, Dr Fûad, Bavê Tûjo, Salih Begê Hênê û Fehmîyê Bîlal. Em ji wir ber bi derîyê Merdînê ve meşîyan. Li ber Minara Çarling, me silavek germî da welatparêzê hêja Tahir Elçi û wî bîbîr anî.
 
Em ji ber minara Çarling derbasî caddeya Derîyê Merdînê bûn, li ber qehwexana Omerîyan me silavek germî şand ji bo heval û hogirên doza netewî. Li beranberê qehwexanê, em ketin bazara Eşêfçîyan û di nav kolanên teng û qelebalix de derbasî caddeya “Balıkçılar” bûn. Bi coşî û şahî em meşîyan.
 
Pişt re me berê xwe da Mala DENGBÊJAN û me serdana wan kir. Bi çepik û dilsozîyek germî pêşwazîya me kirin. Me spasîya xwe pêşkêşî dengbêjan kir. Demekî xweş, me li dengbêjinî xwe gohdar kir. Piştî xatir xwestinê, me berê xwe da taxa Îskender Paşa û di derîyê pasaja Kıbrısê re, em derbasî nav kolanên teng û dirêj bûn. Di kolana ku Hafiz Akdemîr hatibû şehîd kirin, bi xemgînî em derbas bûn û me di kûrahîya dilê xwe de bi germî bibîr anî.
 
Em ji taxa Îskender Paşa, di pişt postexana mezin re, em derbasî hêla Ofîsê bûn. Bi sohbet û kêfxweşî em derbasî navenda Partîyê bûn. Nivîskar û rewşenbîrê hêja Receb Dildar jî, ji ber minara Çarling heta Ofîsê hevaltîya me kir, bi me re meşîya û piştgirî da çalakîya zimanê Kurdî. Ez spasîya xwe pêşkêşî kekê Recep Dildar dikim. Cardin hemû heval û hogiran pîroz dikim û spasîya xwe pêşkêşî wan dikim ku bi berpirsîyarî çalakîyên xwe bi şêweyek serfirazî pêkanîn. Em cardin dibêjin: Zimanê me hebûna me ye, Zimanê me rûmeta me ye, Zimanê me nasnama me ye… Ne tenê rojekî divê 365 rojên me, xewn û hêvîyên me bi zimanê Kurdî be…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *