Mistefa Selîmî û Zîna Wertê (Îran-PKK-YNK)…


Îbrahîmm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.vcom)

Em kurd diyar e ku emê tu wext di şertên aramî de nikaribin jiyana xwe bidomînın.  Dunya û mirovatî em neteweya kurd girêdayî vîrusa koronayê her çiqas di şertên neasayî de dijîn jî, em wek netewe kurd di van rojên dawî de bûyerên gelek sosret û dramatîk dijîne.

Hezar mixabin her bûyerek girîng ya nexweş li dûv hev tên. Şik tune ye ku li hemberî van bûyerên nexweş û li dijî neteweya kurd rawestandin vatinîya her kurdekî û kurdperwerekî ye.

MISTEFA SELÎMÎ RADESTÎ ÎRANÊ HAT KIRIN Û Bİ LEZ HAT ÎDAM KIRIN…

Mistefa Selîm kurdekî Rojhelata Kurdistanê ye. Ew jî birayekî me yê hêja ye. Siyasetmedarê doza neteweya kurd e. Rojnamevan e. Têkoşerek e. Pêşmergeyekî Kurdistanê ye. Kevneendamê  Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê ye.  Ji bajarê Saqizê ye. Saqiz girêdayî Serdeştê (Kurdistanê) ye.

Mistefa Selîmî di sala 2003 an de ji aliyê Dewleta Barbar ya Îranê ve dîl tê girtin û hepis dibe. Sedema hepisa wî: “Ji Xwedê re dijminitî û endambûna wî ya Partiyên Kurdistanê ye.”

Dewleta Barbar ya Îranê di encama darizandineke ne hiqûqî de 20 sal siza didin wî. Ew dema ku wî di hepsê de 17 salên xwe qedand li Hepisxaneyê ji serhildanekê re pêşengî kir. Ew bi 197 girtiyan ve ji hepsê revîya û xwe azad kir.

Mistefa Selîmî hîç şik tune ye ku dema azad dibe çûna Dewleta Federe ya Kurdistanê dide pêş xwe. Hîç wext wenda nake, bi kelecanî dibe rêwiyê Başûrê Kurdistanê. Lewra dema Rejîma Baasê di sala 2003an de hatibû rûxandin, ew di hepsê de bû. Berîya  rûxandina Rejîma Baasê Dewleta Iraqê ya yek neteweyî ya ereb bû. Encama referandûmeke demokratîk, bibû dewleta neteweya kurd û ereb û kêmneteweyên din yê Iraqê. Dewleta Iraqê bibû, Dewleteke Federal ya mişterek ya hemû neteweyan.

Wî di heman wext de dixwest ku ew guhertina mezin ya li Iraqê û li Kurdistanê jî bibîne.

Ew bi wê kelecanîyê, di derbasbûna Başûrê Kurdistanê de serkeftî dibe, rastî tu kelem û xeterîyê nabe. Dema ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Li gundekî Kurd dibe mêvan. Gundîyê kurd li wî xwedî derdikevin. Gund jî girêdayî bajarê Pêncewîn e. Loma jî bi awayekî gelek xwezayî û bi kêfxweşî serlêdana Asayîşa Pêncewînê dike. Rastîya xwe pêşkêşî wan dike. Lewra ji wan bawer e û dixwaze bi awayekî vekirî bawerî bide wan jî.

Berpirsiyarê Asayîşê agahdarî dide navenda xwe ya Sileymaniyê. Di navberê re demek zêde derbas nabe, wî digrin dibin li sînor radestî Dewleta Barbar ya Îranê dikin.

Pişt re derket ku serokatîya YNKê ew biryara girtîye. Ew kesên di 2017an de li Kerkûkê xiyanet kiribûn û Kerkûk teslîmî dijminê kurd kiribûn, nivîskar, rojnamevan, kurdperwer Mistefa Selîmî jî radestî Dewleta Barbar ya Îranê kirin.

Îran jî bi lezûbez Mistefa Selîm bê dadgeh û bê hiqûq îdam dike. Hîç şik tune ye, bi vê helwesta barbar ya Dewleta Îranê û berpirsîyarên YNKê tewaneke mezin li dar dixin.

Berîya her tiştekî ev ji bona YNKê barekî mezin tîne rojevê. Divê YNKê vê tewanê siza bike. Ew kesên ku ev tewana kirine ji partîyê dûr bixin û ji bona ku siza bibin, serî li dadgehê bidin.

Ew karê hatîyê kirin li dijî Hiqûqa Navneteweyî ya Penaberî û gelek peymanên din e. Li dijî hiqûq û qanûna dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Radestîya Mistefa Selîmî ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê barek û berpirsîyareke herêmî û navneteweyî anîye. Pirsa Mistefa Selîmî bûye pirseke navneteweyî û ji bona wî li derveyî welêt qelek qempenyayên bi berpirsiyar dom dikin.

Divê Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku ji berpirsiyariyê xelas bibe û li hemberî kurdekî wek Mistefa Selîmî berpirsiyariya  xwe bîne cî, lê pirsîna ku di Meclîsê de dest pê kiriye, divê  bi lez encam bide. Di derbarê ew kûjerên Mistefa Selîmî de riya darizandinê vebe. Dadgeh jî wan siza bike.

Divê hemû kurd jî vê bûyerê laned û protesto bikin. Li ser YNKê û desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê bandor danîn.

LI ZÎNÊ WERTÊ CAREK DIN YNK Û PKK BI PİŞTGIRIYA ÎRANÊ ŞERFIROŞÎ DIKIN Û HIQÛQ NAS NAKIN. DIVÊ PÊŞIYA VÊ XETERIYÊ BÊ GIRTIN…

Raya giştî ya Başûrê Kurdistanê û kurdên li hemû dinyayê agahdar in ku li Zînê Wertê PKK û YNKê bi piştgiriya Dewleta Barbar ya Îranê şerfiroşî dikin, hiqûqa navneteweyî û dewleta Federal ya îraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê nas nakin.

Wek tê zanîn PKKê rêxistineke biyanî ye. Rêxistina Dewleta Tirk bû. Di vê qonaxê de rêxistina çar dewletên kolonyalîst e. Li ser navê wan û ji bona berjewandiya wan li çar parçeyên Kurdistanê tevdigere.

PKKê bi dehan salan e ku li  Başûrê Kurdistanê dagirker e û karê terorîstî dike. Gelek gundên Kurdistanê bi piştgiriya Rejîma Baasê û pişt re jî bi piştgiriya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Haşdî Şabî dagir kir.

Ji hiqûqa û ji desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê  rêz nagre. Wan rewa nabîne. Partiyên Kurdistanê rewa nabîne. Li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê û li dijî dewletbûna Kurdistanê ye. Loma jî piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji îşgala Kerkukê re bû alîkar.

YNKê bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e. YNKê wek partiyeke hevbeş tevnagere. YNKê ketiya bin desthilatdariya xiyanetkaran. Wan xiyanetkaran ji îşgala Kerkukê re alîkarî kirin. Di van rojên dawî de xiyanetî li Mistefa Selîmê hêja yê Rojhelata Kurdistanê kirin.

Di derbarê Zînê Wertê de bispor û dostên min hêja Hemîd Geverî dibêje ku:

“Ji bo çi PKK ne li dijî cêgîrkirina Pêşmergeyên YNK li Zîna Wertê ye û YNK jî ne li dijî cêgîrbûna gerîlayên PKK ye? Lê belê her dû jî dijî çûna Hêzên Yekgirtiya Wezareta Pêşmerge ne li Zîna Wertê?

“Ji bo zanyariyan aliyekê Zîna Wertê li devera Raperîn û navçeya Wertê û Balekayetiye û aliyê din jî Qendîl û Çiyayê Karox û navçeya Rewandize û ji wir ve dirêj dibê heta Çiyayê Korek ku ew jî bi Çiyayê Spîlk ve girêdayiye ku li navbera Xelîfan û Herîr û Deşta Herîr û Firokxaneya Herîr ku Binkeya Serbaziya Amerîka li wir heye!

“Wate Zîna Wertê xala pêkve girêdana wan navçeyan ku jêre tê gotin: Qendîl û PKK û navçeya Serdeşt li Îran. Ji bo wê yekê ew navçeyên stratejî ji bo Îranê girînge û eger desthilata Îranê têda bihêz bê, Binkeya Serbaziya Amerîka li Herîr dikevê bin gefa Îranê. Her wekî çawa Çiyayê Şengal ew taybetmendiya xwe ji bo Îranê hebû û ji wir ve dikarî gefê li Îsraîlê bike ku pêşiya wan hat girtin û vê carê jî hêzên Amerîka li wê navçeyê da hene.

“Em hemû dizanîn Hikumeta Kurdistanê kontrolekî serkeftî li ser rêgirtina belavbûna û zêdekirina şewba Korona li Kurdistanê da heye. Xala herî lawaza Hikumetê li vî derbarî de rêyên qaçax yên veguhestina wê şewbê bû ku ji Rojhilatê Kurdistanê ve dihat Başurê Kurdistanê.

“Li vê çarçêweyê da, Hikûmeta Kurdistanê pêwîst bû hêzekî hevbeş bişîne Zîna Wertê û rê nede kesên neberpirs û qaçaxçiyan û bi qaçaxî birina xelkê li wan sînoran da şewba Korona veguhezin û kêşe ji bo nîştecihên Kurdistanê saz bikin ku çendîn kes bi wê rêya qaçax ve xelkê tuşî Koronayê kiribûn.

“Wezareta Pêşmerge hêzekî yekgirtî û hevbeş ji bo Zîna Wertê şand, lê belê mixabin taqimekî diyarkirî bi mebesta beramber wê hêza Hikumetê da rawestan û rejîma Îranê jî li rêya Lahor Cengî ve hêzekî şand bo destê rastê wê hêza Wezareta Pêşmerge ya li Zîna Wertê û Hêzekî PKK jî ji Qendîlê ve anîn bo destê çepê wê hêza Wezareta Pêşmerge.

“Li vir da zelale ku ji bo çi YNK û PKK bi hevbeşî dijî hêza Hikumeta Kurdistanê ne û gefê lê dikin ku hêza xwe vekişênê û Hikumet jî ku xwe bi Hikumeta yasayî ya hemû aliyên Kurdistanê dizanê, daxwaza YNK û PKK red dike û dibêje: (Qaçaxiyê(Yaxî) bûnê qebûl nakîn û hîç partî û rêxistinek nikarê li derveyê yasa li wan navçeyan da desthilata xwe dabimezrênê.)

“Roja 16.04.2020 Mekteba Siyasî ya YNK li Debaşan civiya û paşê beyannameyek belavkir û li beşek da ragihand: (Zîna Wertê arame û birina hêzekî Lîwaya Wezareta Pêşmerge bo cîheke aram ya wekî Zîna Wertê bi hêceta kontrolkirina zêdenekirina şewba Korona nayê qebûl kirin.) û Li beşekî din da daxwaz ji hikumetê dike: (Ji bo şandina alozî û tirsa welatiyan, bi lez fermana vekişandina hemû hêzan bide û asayîşa navçeyê bi hêzên asayîşa navxwe bispêrê.)

“Li beramber da, Hikumeta Kurdistanê li beyannameyek da, roja 17.04.2020 ragihand: (Ji bilî Wezareta Pêşmerge, hîç hêzekî hizbî yên din li Zîna Wertê nehatiye cêgîr kirin.) Li beşekî dinê beyannameyê da, Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê dibêje: (Welatiyên ezîz: Ez bi pişt bestina xwedê û bi we yên dilsozên niştiman, min vê erkê giran qebûl kiriye û niha jî bi pişt bestina xwedê û we, li çespandina yasa û xizmeta hemû xelkê Kurdistanê, bibê cûdahî berdewam dibîn.)

“Bala xwe bidin vê têbîniyê ku Îran bi hêsanî destê xwe ji karên têkderên Başurê Kurdistanê hilnagrê, çendîn caran bi çekên komkujiyê li Zîna Wertê danê, êdî çawa metirsiyekî ji bo Başurê Kurdistanê nebe?

“Ji ber wê erkê hemû niştimanperwerên Kurde ku zextê li ser YNK û PKK û zextên navdewletî li ser Îranê dirustbikin ku neçar bibin rêz li berjewendiya Kurd û serweriya axa Kurdistanê û desthilata yasayî ya Hikumeta Kurdistanê bigrin!”

Neçîrvan Barzanî dibêje ku: “Ti rewatiya PKKê li Herêma Kurdistanê nîne û divê derkeve.”

 

Daxwaza Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê di cî de ye. Divê PKKê Başûrê Kurdistanê û beşên din yên Kurdistanê terk bike.Wê demê li Kurdistanê aramî bi awayekî girîng ava dibe.

 

Diyarbekîr, 24. 04. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir