Îbrahîm GUÇLU
Em gelek xemgîn in. Lewra miletê m edu kurdperwerên xwe yên dilsoz û hêja wenda kir. Wan j ime xatir xwest çûn dinyayeke din ku jiyana xwe li wir bidomînin.
*****
XOCE XALID (REMEZAN BAŞTAŞ), DUHO (19. 04. 2016) LI MERDÎNÊ JI ME XATIR XWEST…
Wek tê zanîn, beriya vê çend rojan, Xoce Xalid, li Swêdê, li sirgûnê, çûbû ser dilovaniya xwe.
Mirina Xoce Xalid, malbat, dost û hevalên xwe gelek xemgîn kir.
Xoce Xalid, wasiyet kiribû ku li Merdînê binax bibe. Ev biryara wî, gor helwesta wî ya Kurdewarî û DİLSOZİYA KURDPERWERİYA Wî Bû.
Duho, ew hat welatê bav û kalên xwe, bajarê dîrokî ya Kurdistanê Merdînê.
Min, Kek Kemal Bûrkay û berpirsiyarên Şaxa Amedê ya HAK-PARê jî, li belavirxaneya Merdînê (Qoserê) pêşwaziya wî kir.
Dema ku em çûn wira gelek dost û heval jî ji bona pêşwaziya Xoca Xalid li belavirxaneyê bûn.
Ji kurdên Swêdê, Hemîdê İsmaîl Axa, Eyup Alacabep, Apoyê Selaheddîn, Brahîmê Derîkî, Dîcle Kizil, Salihê Omerî, Kek Lokman jî, li wir bûn.
Me, Xoce Xalid, bir konvoyek mezin anî Merdînê, li mizgefta Nurî Sarûxan kir mêvan. Heta nimêja nivro ew li mizgeftê mêvan ma.
Li mizgeftê jinên malbatê, cîran û dostan, hawariyek û qirînek mezin pêk anîn.
Piştî nimêja nîvro, me ew bi bi gelek rêz bir goristanê û li wir binax kir.
Wî, ji me xatir xwest. Lê me ji wî re negot ku “oxir be.” Lewra me got, “tuyê her dem li kêleka me bî.”
Li ser mezel, bavê û birayê Xoce Xalid, Kemal Bûrkay, Min û Xatîp Ozer axevtin kir.
*****
Xoce Xalid, di cîwantiya xwe de, dema gelek kêm kesan li Kurdistanê digotin “em kurd in” ketibû nav hewildana kurdewarî.
Pişt re dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT). Dema ku dersthilatdariya PDKTê dikeve destê KUKê, ew di nav refên KUKê de xebat û têkoşîna xwe ya kurdewarî dimeşîne.
Piştî Darbeya Leşkerî ya 1980yî, biryar dide ku di nav PSKê (Tirkiyeyê) de xebat û têkoşîna xwe bimeşîne.
Piştî ku HAK-PAR û Grûbek PSKêyî ji HAK-PARê veqetiyan. Wî xebata xwe di HAK-PARê de meşand.
Mirina Xoca Xalid, darbeyek mezin ya siyasî û malbatî ye.
Bila serê malbat, dost û heval, miletê kurd sax be.
*****
KEVNEPÊŞMERGEYÊ ALA RIZGARIYÊ ABDULLAH DOGAR ÇÛ SER DILOVANIYA XWE. EM GELEK XEMGÎN IN…
Ala Rizgariyê, beriya Darbeya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî, di dawiya sala 1979an de biryar dabû ku li Başûrê û Rojhelata Kurdistanê û li Filîstînê endamên xwe ji aliyê leşkerî, pêşmergetî, siyasî de perwerde bike.
Derfet bû ku Ala Rizgarî biryara xwe beriya darbeyê di çerçeweya planek û demmehan de derbasî jiyanê bike.
Hezar mixabin piştî ku darbeya leşkerî pêk hat, rewşekî awarte derket holê ku di derbarê gelek endam û berpirsiyarên Ala Rizgariyê de jî biryara girtinê hat rojevê.
Loma jî mecbûriyetek derket holê ku Ala Rizgarî gelek endam û berpirsiyarên xwe derxe Başûrê û Rojhelatê Kurdistanê, Filîstinê û Sûriyeyê.
Abdullah DOGAR jî, yek jı wan endamê Ala Rizgariyê bû ku di sala 1981an de li Rojhelatê û Başûrê Kurdistanê cîûwar bû.
Li wir perwerde bû.
Li hemberî Dewleta kolonyalîst ya Iraqê û Îranê, rejîmên baasê û îslamî li cem birayên xwe yên Rojhelatê Kurdistaniyan û Başûrê Kurdistaniyan şer kir. Ji bona azadî û rizgariya miletê xwe yê kurd û welatê xwe Kurdistanê wek kesekî Kurdistanî bi qehremanî têkoşîn meşand.
Wî di pêşmergatiyê de navê Murad bi kar tîna.
Ew ji Xelatê/Ahlatê ye.
Ew pêşmergeyekî gelek qehreman bû. Kurdperwerekî gelek dilsoz bû.
Wî heta roja ku biçe ser dilovaniya xwe jî, ji bona Kurdistanek serbixwe û ji bona yekîtiya Kurdistanê hewil da.
Bila serê malbata wî, heval û dostên wî, miletê kurd û hezkerên wî sax be.
Mirina wî em gelek xemgîn û birîndar kirin.
Êşa mezin ew e ku me li hemberî wî berpirsiyariya xwe pêk neanî. Em li hemberî wî şermazar in.
Amed, 21. 04. 2014