Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê: Bila Kurd û hemû cîhan bizanin çi hatiye serê Kurdan

Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê: Bila Kurd û hemû cîhan bizanin çi hatiye serê Kurdan

Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê yên piştî Derbeya Leşkerî ya 1980yê rastî êşkenceyên giran hatibûn li ber deriyê girtîgehê civînek çapemeniyê li dar xistin.

Mahîr Yuksel 

Diyarbekir (K24) – Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekirê yên piştî Derbeya Leşkerî ya 1980yê rastî êşkenceyên giran hatibûn li ber deriyê girtîgehê civînek çapemeniyê li dar xistin û ji desthilatê xwestin ku girtîgeha Diyarbekir bibe muzexane û bi şewirmendiya mexdûran ev yek pêk were.

Li Diyarbekirê kesên ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980yê di Girtîgeha Jimare 5 ya Diyarbekirê de êşkenceyên giran dîtibûn li hev kom bun û li ber deriyê girtîgeha ku di cîhanê de deng vedaye daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniyê da hat amajekirin divê di pêvajoya ku girtîgeh bibe muzexane de li gorî nêrîn û agahiyên mexdûran ev yek were kirin û hemu plan û projeyên wê li gorî rewşa wê ya dema navbera 1980-1984ê were pêkanîn ku Girtîgeha Diyarbekir di lîsteya 10 girtîgehên herî xirap ên dîroka cîhanê de cih digire.

Mexdûrê Girtîgeha Diyarbekirê Cano Amedî ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em dibêjin dema ku ev der bibe muzexane divê li  me jî bişêwirin. Me gotibû emê komîsyonek ava bikin lê heta niha qet li me neşêwirîne. Divê di dema êşkenceyan de rewşa girtgehê û dîmenê wê çawa be li gorî wê were çêkirin.”

Di nava salên 1981 û 1984ê de li Girtîgeha Diyarbekir 34 kesan di encama êşkenceyên giran de  jiyana xwe ji dest dan û Mexdûrên Girtîgeha Diyarbekir dibêjin divê ew roj neyên ji bîrkirin û divê were zanîn ku çi hatiye serê kurdan.

Hasan Dagtekîn ku ew jî mexdûrê Girtîgeha Diyarbekirê ye, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di girtîgehê de êşkenceyên gelek giran li me kirin. Tiştên gelek xirap hatin serê kurdan. Divê ev êşkenceyên hovane neye ji bîr kirin. Divê cîhan bi vê yekê bihese. Em dixwazin bibe muzexaneya  hafizayê.”

Kurdên Komunîst jî ji ber kurdbûna xwe li girtîgehê rastî êşkenceyê hatin  û hatin kuştin, kurdên oldar jî ji ber kurdbûna xwe hatin kuştin û niha ji bo ku neyê jibîrkirin dixwazin girtîgeh bibe muzexane.

https://www.kurdistan24.net/kmr/story

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *