JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Em bangî hemû gelên xwe yên li Kurdistanê û li Diyasporayê dikin ku piştgiriya gelê me yê Êzidî bikin.Îroj çawa ku hevkêşa siyaseta bêkurd ya li Rojhilatanavîn nayê damezirandin, her wisa jî di serî de perçeyên welatê me yên başûr û rojavayên Kurdistanê û gelê me di pêvajoyeke azadiya niştimaniyê de ye. Amedekariya serxwebûnê ya hukûmeta Başûrê Kurdistanê, hewldanên bidestxistin û pêşvebirina Rojavayê Kurdistanê, xîretên nûjenkirina tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê, têkoşîna li ser azadbûna niştimaniya Bakurê Kurdistanê, pêngavên sereke yên geşedan û bûyerên nû ne.
Di gel van bûyerên erênî di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, gelê me bi êrîşên mezin û xeternak re rûbirû dimîne.
Em di wê hişmendiyê de ne ku di vê pêvajoya dîrokî ya ku li welatê me pêk tê, bargiraniya herî zêde dikeve ser milên sazî û partiyên parçeyê herî mezin yê Bakurê Kurdistanê.
Ji ber vê bargiranî û berpirsiyariya li ser milê me, ji bo xala me ya hevpar ya li ser çareserkirina azadiya niştimanê ku helwesta xwe ya hevpar eşkere bikin 12 partî û saziyen me di 06.08.2014an roja çarşemê saet 11an de hatin li cem hev. Em van encamên li jêr bi raya giştî ji bo rêzgirtin û hurmetê parve dikin;
1- Pêşî me li ser stratejiya mayînde ya tifaqa netewî ya Bakurê Kurdistanê hevdîtinan pêk anî. Pêvajoya diyalog û hevdîtinan di dîroka 25.08.2014an de dê bê domkirin.
2- Di vê pêvajoya hessas de ku ji bo gelê me derfet û xetereyên mezin dihundurîne; pêşî em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ku li hember raya giştî gotinên kêmxistin, biçûkxistinê nekin û kesî nekin bin tohmeta îxanetê.
3- Em êrîşên DAÎŞê ku duh li ser Rojavayê Kurdistanê îro jî li ser Başûrê Kurdistanê ne, lanet dikin. Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku êrîşên DAÎŞê di demeke kin de dê bên şikestin.
Em êşa mezin ya gelê xwe yê Kurdên Êzidî, di dilê xwe de disojin û em li vir didin zanîn ku em jî li gel wan in. Em bangî hemû gelên xwe yên li Kurdistanê û li Diyasporayê dikin ku piştgiriya gelê me yê Êzidî bikin.
Em hêvî dikin û piştgirî didin wê yekê ku hemû hêzên netewa me îro li Şengalê sibê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bibin yek û ji bo fikr û menfaata yekîtiya hemû perçayên Kurdistanê tev bigerin û li hemberî terora DAÎŞê bibin yek. 06-08-2014
Înîsiyatîfa AZADÎ
Partiya Heremên Demokratîk (PHD)
Komeleya Kurd ya ÅžoreÅŸgera Demokrat (KKÅžD)
Kongreya Civaka Demokrat (KCD)
Partiya Beşdarvanên Demokrat (KADEP)
Platforma Demokratên Kurd (PDK)
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T)
Hewldana Partiya Kurdistanê (Hewldan – HPK)
Med Zehra
Nûbihar
Platforma Öze dönüş
Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PAS)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *