Mesrûr Barzanî û Firehkirina Demokrasiya Nasnameyan…


Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimmguclu21@gmail.com)

Wek min jî nivîsand û rastî jî diyar dikin; li Başûrê Kurdişstanê qonaxeke nû dest pê dike. Ev qonaxa, “Qonaxa Barzaniyên Cîwan” e.

Helwesta serokwezîrê Kurdistanê di destpêkê de di avakirina Hikûmeta Kurdistanê de ev nerîna min rast derxist, ku li Başûrê Kurdistanê Qonaxeke nû ya Barzaniyan dest pê kiriye.

Divê mirov li ser vê pêşketinê raweste.

Li Iraqê di Gulana 2018 an de hilbijartina giştî hat li darxistin. PDK di vê hilbijartinê de bû partiya yekemîn. Partiyên ereban bes tîfaqan ji PDKê zêdetir parlamenter qezenç kir.

Ev qezenca PDKê, piştî îşgala Kerkukê û gelek herêmên din yên Kurdistanê hîç şik tune bû ku wateyeke taybet diyar dikir. Ev ji bona serokwezîrê berê yê Iraqê bû darbeyeke mezin. Di heman dem de ji bona Emerîkayê jî bû darbeyeke mezin. Lewra namzetê wan hilbijartin wenda kir. Lê hilbijartin ji bona serok Barzanî û Kurdistanê bû qezenceke mezin.

Diyar bû ku Hikûmeta Federal ya Iraqê û hevalbendên wan, piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê neheqî û zûlmeke mezin li kurdan kiriye.

Piştî ku PDKê û serok Barzanî bi serketin, qedera avabûna hikûmeta Kurdistanê bi wan ve hat girêdan. Di avakirina Hikûmeta Federal ya Iraqê de serok Barzanî û PDKê roleke sereke û mezin nîşan dan.

Di Îlona 2018an de jî li Başûrê Kurdistanê hilbijartina giştî hat li darxistin. Di hilbijartinê de dîsa serok Bazranî û PDKê qezenç kir. Lewma jî, ji bona hikûmet ava bibe, wezîfeya hewildanê bû para PDKê.

Lê hezar mixabin, demeke dirêj prosesa avakirina Hikûmeta Kurdistanê fermî dest pê nekir.

Piştî ku parlamentoya Kurdistanê “Qanûna Serok Dewlet” pejirand û Neçîrvan Îdrıs Barzanî wek serokdewlet hat hilbijartin û di 10ê Hezîrana 2019an de bi rêwresmeke mezin ya ji beşdarên neteweyî, herêmî, navnetewî sond xwar dest bi karê xwe kir, prosesa avakirina fermî ya Hilkûmeta Kurdistanê dest pê kir.

Serokdewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, ji bona ku di parlamentoyê de parlamenterên PDKê zêde bûn, ji bona hikûmeta Kurdistanê ava bibe, namzetê PDKê Mesrûr Barzanî wek serokwezîr diyar kir.

Parlamentoya Kurdistanê jî bi dengekî bilind, serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî erê kir.
Wî dest bi xebatê kir ku hikûmet ava bike.

Hîç şik tune ye ku bi YNKé, Goran, bi hemû partiyên din re ji bona avakirina hikûmetê danûstandin kir.
Lê wî di hikûmet avakirinê de ferqeke mezin nîşan da. Bi berpirsiyar, partî û rêxistinên kêmneteweyên olî û neteweyî re danûstandineke nêzîk û germ û samîmî pêk anî.
Qiymeteke mezin ji bona hikûmetê da wan.
Ji bona ku ew bibin beşek ji hikûmetê, ji wan pêşniyara temsîlkaran û bernameyê wergirt.

Mesrûr Barzanî, bi Aşûrî û Xiristiyanên Kurdistanê re civiya
“Bi armanca guftûgokirina beşdariya pêkhateya Aşûrî di kabîneya nû de, Mesrûr Barzanî bi Tevgera Demokrat a Aşûrî re civiya.

“Berî wê civînê jî, Mesrûr Barzanî bi Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ya Xirîstiyanî ku xwediyê 3 kursiyên Parlemanê ye re civiyabû. Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Bêt Nehrên Romyo Hekarî ji K24ê re ragihand, ‘Em dibînin ku beşdariya me di kabîneya nû de, dê cuda be û daxwaz dikin para me di hemû postên sereke û serokatiyan de hebe.’

“Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Mesrûr Barzanî dixwaze pêkhateyên Kurdistanê, bi awayekî berfereh beşdarî di sîstema hikûmraniyê ya Herêma Kurdistanê de bikin.“Her îro jî, Mesrûr Barzanî ji bo wê mebestê bi 9 partî û aliyên Turkmenî û bi Bereya Turkmenî re civiya bû.”

Beriya ku makezagona dewleta federal ya Iraqê bê pejirandin, li Kurdistanê federalîzm û demokrasî wek rejîm û şiklê dewletê hat qebûl kirin. Li Kurdistanê, gor pîvan û çanda demokrasiyê hat tevgerandin.

Demokrasî, bi gelek pîvanên xwe tê terîf kirin. Terîfa demokrasiyê ya aşkere û sereke ew e ku, di demokrasiyê de gel xwe bi xwe îdare dike. Gel berpirsiyarên dewletê bi hilbijartinên giştî û herêmî hildibêjere. Meclîs, qedera gel tespît dike, qanûna çê dike, hikûmetê ava dike, serokê dewletê hildibijêre.

Li Kurdistanê jî ev mekanîzma bi hemû kêmasiyên xwe ve baş dimeşe. Meclîsa Kurdistanê, di van rojên dawî de, ji bona serokê dewletê qanûneke girîng çêkir.

Biryar da ku Mesrûr Barzanî wek serokwezîr hikûmetê ava bike.

Lê ji bona demokrasiyê terîfên din jî hene. Gorî baweriya min, demokrasî bi awayekî mitleq parastina fikrên hindikayî ye. Parastina mafên nasnameyên olî û neteweyî û kêmneteweyî ye.

Girîngtir terîfa demokrasiyê jî, “rejîma nasnameyên neteweyan û kêmneteweyên olî û grûbên neteweyî ne.”

Li Kurdistanê kêmneteweyên olî û neteweyî xwediyê hemû mafên şexsî û kolektîf in. Her kêmneteweyek bi zimanê xwe perwerde dibe, zimanê wan zimanê fermî û perwerdeyî ye.
Ew partiyên xwe ava dikin û bi partiyên xwe beşdarî hilbijartina dibin, berpirsiyarên xwe hildibijêrin.

Mesrûr Barzanî, nûha dixwaze demokrasiya nasnameyan, bi temsîla wan di hikûmetê de diyar bibe.
Ev ji bona demokrasiya li Kurdistanê gaveke girîng, pêşketin û firehbûna demokrasiyê ye.

Amed, 28. 06. 2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir