Netewên Yekgirtî raportek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de belav kir

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî (NY) raportek derbarê ziyan û bandora êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar a li ser Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Ew raporta Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NYê heyama di navbera 1 heta 19ê vê mehê li xwe digire û tê de tê gotin, 75 hezar û 438 kes hê jî koçber in ku 31 hezar û 680 kes ji wan zarok in û 18 hezar û 860 kes jî jin in.

Hatiye diyarkirin ku 48 hezar û 884 kes xelkê parêzgeha Hesekê, 19 hezar û 471 kes xelkê parêzgeha Reqa û 7 hezar û 83 kes jî xelkê parêzgeha Helebê ne.

Di dewama raportê de tê gotin 117 hezar û 132 kes vegeriyane cihên xwe û nîvê wan vegeriyane wan navçeyên ku niha ketine jêr destê Tirkiyê.

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NYê aşkere dike ku zêdetirî 15 hezar û 750 kes derbasî Herêma Kurdistanê bûne ku 10 hezar û 127 kes ji wan li kampa Berdereşê hatine bicihkirin, hezar û 881 li kampa Gewliyan, 3 hezar û 751 kesan jî kamp bicî hiştine. Herwiha hatiye diyarkirin 13 hezar û 630 kesan weke penaber navn xwe tomar kirine û ji sedî 34 xelkê Qamişlo û ji sedî 33 xelkê Serê Kaniyê ne.

Di wê raportê de amaje bi şer û pevçûnên li Rojava jî tê kirin û tê gotin ku li nêzikî rêya M4 a navdewletî û Til Temirê şer berdewam e di navbera şervanên HSDê û grûpên çekdar de û hatiye diyarkirin ku ev yek jî bûye sedema koçberabûna bi hezaran kesan.

Herwiha tê gotin ku di encama çend teqînan li bajarên Qamişlo, Serê Kaniyê û Girê Spî de, hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dane.

Ofîsa Karûbarên Mirovî tekez dike ku xizmetgûzariyên bo xelkê li Girê Spî û bajarokê Silûk ê xirap in û ew karebaya ku ji Firatê tê hatiye girtin û navendên xwendinê jî girtî ne.

Di raportê de Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NYê amaje bi wê dike ku girîng e aliyên şer xelkê sivîl ji şer û karîgeriyan biparêzin.T

https://www.rudaw.net/kurmanci/world/221120194

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *