Mele Mustafa Barzanî yê Nemir Rêberê Netewî yê GelêKurdistanê ye!

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Mele Mustafa Barzanî yê Nemir Rêberê netewî yê GelêKurdistanê ye;Seîd Eilçî û Seîd Kirmizitoprak(Dr. Şivan) durêber û serokên doza azadîya bakurê Kurdistanê ne.

PAK ji roja damezrandina xwe heta îro bi zelalî gotîye;Rêbazame rêbaza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, SeyîdRiza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanîyê nemire.

PAKê ji roja damezrandina xwe heta îro bi zelalî gotîye; Kuştina Seîd Elçi û ya Dr. Şivan trajedîyeke dîrokî ye. Em herdu serokan jî serokên xwe dibînin. Li hemû TeşkîlatênPAKê wêneyên Seîd Elçî û Dr. Şivan li kêleka hevdu hatinedanîn.Kî bixwaze li ser vê trajedîyê sîyasetê bike, vê birînêcareke din veke, ew dê ji miletê Kurd û gelê Kurdistanê re xizmetê neke. Helbete ku trajedîyên bi vî rengî ne cara yekem e çêbûne. Bi hezaran pêşmerge, Kurdistanî di şerê navxwe de şêhîd bûne. Lê nabe ku em vê bikin ‘’doza xwînê’’, nabe em heta heta li ser vê dijminatîya di nava Kurdan de kûrbikin.Divê em hinek tiştan ji dîrokê re bihêlin.

Belê , PAK navê kultureke nû ye. Û bi serbilindî dibêje, SeîdElçî jî, Kirmizitoprak(Dr. Şivan) jî rêberên partiya me ne.

PAK ne berdewamîya tu tradîsyonên li bakurê Kurdistanê ye. Lê berdewamîya ked û xebat û fedakarîya hemû kes û partîyênnetewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanîyan e.Duhî kî jikîjan tradîsyonê hatibe bila bê, lê dem ew deme ku em li ser rêbaza netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî destên xwebidin hev û partiyeke xurt bihûnin. PAK xwe xwedîyê vê fikrêû sîyasetê dibîne.  Û dibêje em amade ne li ser vê rêbazê biher kesî re bibin yek.

Hemû partî û kadroyên netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî jî divê  bi vê hişmendîyê tev bigerin. Guhê xwenedin derew û îftira û êrîşên têkder.PAKê heta îro li tu derê tu daxuyanî li dijî Mele Mustafa Barzanîyê nemir nedaye û nadejî. PAKê heta îro li ser meseleya Seîd Elçî û Dr. Şivan tu daxuyanîyên xerab û têkder neda ye. Em partîyeke eşkere ne û hemû daxuyanî jî li ber çava ne. Heger hinek rabin li binênivîseke têkder ya kesekî ne dîyar, navê rêvebirekî  me , yan jînavê PAKê binivîsîn û belav bikin,  em wan jî teslîmî wîcdanê gelê xwe dikin. Bila ew bi derew û îftîrayên xwebêne nasîn.

Ji bo pêşmerge, serdar û rêberê gelê Kurdistanê Mele Mustafa Barzanî yê nemir jî em dixwazin careke din daxuyanîya xweya di roja 01.03.2018an de ku me li raya giştî belav kirîye biwe re parve bikin:

             ‘’  Jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîrokatêkoşîna neteweyî  ya miletê Kurd e

Mele Mustafa Barzanîyê nemir ,  rêberekî  miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin. Ew di14.03.1903an de ji dayikbûye û  di roja  01.03.1979an çûyeser dilovanîya xwe.Ango adara îsal, 115mîn salvegera jidayikbûna wî  û  salvegera 39emîn  ya wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê  heta wafata wî, jiyana M.Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye,  disedsala 20an de .

Jiyana Mele Mustafa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û  bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha  jiyanaM. Mustafa Barzanî,  bi xweşî  û nexweşîyên xwe, bi serkeftinû şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşînekebêwestan, bi hêvî,  dilsozî û  biryardarîyê,bi  berxwedanê û bisekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.

Melle Mustafa Barzanî tu carî nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.

Melle Mustafa Barzanî, , bi rêbaz û xebat  û têkoşîna  Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx  Ahmed  Barzanî   û  di medreseyawelatperweriya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamîya  rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid BegêCibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ewberdewamîya doza  Şêx Seîd, Seyid Riza, îhsan Nurî , QazîMihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî  ye.

Wek  serfermandarê artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di ava kirina  Komara Kurdistanê de roleke dîrokîlehîstî ye. Ew  damezranêr û Serokê  Partîya  Demokrat  a Kurdistan-Iraqê ye. Melle Mustafa  Barzani, piştîhilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li  Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelekzehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegeriya Iraqê  lê didemeke kurt de, mecbûr ma  di sala 1961ê de şoreşa îlonêdestpêbike.  Di 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanêpêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bişerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bilihevhatina Iraq, Îran û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya jibo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişiya İranê. Û  di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîyaxwe çû ser dilovanîya xwe.

Ala Kurdistanê ya  ku Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku  Mele Mustafa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman liBaşûrê Kurdistanê  îro bi awayekî  serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê ba lê dibe.

Xebat û têkoşîna Mele Mustafa Barzanî îro jî  jibo hemûKurdên cîhanê cîhê rêzê û  hêvîyê ye.Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû. Di qadanavneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû. Serokê partiya  xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe  bû.Xebat û têkoşîna  wî xebatû têkoşîna me ye .Azadîya Kurdistanê dê xelata herî  mezin be jibo Barzanîyê nemir.

Em Mele Mustafa Barzanîyê nemir  bi giramîbibîrtînin.01.03.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê’’

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *