Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin jî

Dewleta Tirkîyeyê, berîya 62 salan, roja 17ê Çileya Pêşîn a sala 1959ê, ji beşên cuda cuda yên civatê, 50 rewşenbîr, xwendevan, kesayetên Kurd desteser kir û wan avêtin hefsê. Dewleta Tirkîyeyê bi îdîaya ku ‘’van kesan bi alîkarîya hinek dewletên biyanî xwestine Tirkîyeyê perçe bikin’’ 50 kesayetên Kurd girtibû.
Ji girtîyan Mehmet Emîn Batûyê Mardînî ku xwendevanekî unîwersîteyê bû, ji ber şerdên xerab ê girtîgeha ku ew tê de bûn, jîyana xwe ji dest da. Û bi vê jî hêjmara kesên ku girtî daket 49an .
Piştî ku hêjmara kesên ku girtî daket 49an , ev doz wek ‘’Doza 49an’’, wek ‘’Bûyera 49an’’ hate pênase kirin.
Destpêka ‘’Bûyera 49an’’ digihêje, darbeya eskerî(kodeta) ya li Iraqê ku General Ebdulkerîm Qasim li dar xistibû.
General Ebdulkerîm Qasim di roja 14ê Temûza 1958ê , li Iraqê bi kodetayekê dest danî ser desthilatê, dawî li s’istema Qiralîyetê anî û Cimhîrîyeta Iraqê îlan kir.

Piştî vê kodetayê, li ser banga General Ebdulkerîm Qasim, Mele Mustafa Barzanîyê nemir, ji Dewleta Yekitîya Sowyetê vegerîya Iraqê û Kurdistanê.

Di navbeyan General Ebdulkerîm Qasim û kurdan de peywendîyeke baş û erênî destpê bû.

Di roja 7ê Adara 1959ê de , Generalekî Ereb ê nîjadperest bi navê Sevaf, li himber Ebdulkerîm Qasim hewla kodetayekê da, lê bi ser neket. Di şikestxwarina General Sevaf de alîkarîya ku Mele Mustafa Barzanîyê nemir dabû General Ebdulkerîm Qasim roleke girîng lehîstibû.

Di eynî demê de, bi destê hinek Erebên nîjadperest li Kerkûkê hinek bûyer û pevçûnan rûda. Di van bûyeran de hinek kesên Tirkmen jî di nav de gelek mirovan jîyana xwe ji dest dan. Li Tirkîyeyê hinek aliyên nîjadperest bi propagandaya ku ‘’Turkmen telef dibin’’, xwestin Kurdan wek kiryardarên van bûyeran nîşan bidin.

Di wan rojan de, parlamenterê CHPyê Asim Eren ê ku berê di ordîya Tirkîyeyê de evser bû, li Parlamentoya Tirkîyeyê , daxwazek pêşkêşî Serokwezîrê wê demê Adnan Menderes kir û got ‘’Bi destên Kurdên ku hevalbendên Ebdulkerîm Qasim in, birayên me yên Tirkmen li Kerkûkê hatine kuştin.Gelo hûn dê wek hikûmet bi duqatê van kuştinan bersîva Kurdan bidin?’’.

Asim Eren dixwest ku Dewleta Tirkîyeyê li ser Kurdên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê qetlîman pêk bîne.

Li ser vê gotara Asim Eren, bi îmzeya 104 xwendevanên Kurd, bi navê ‘’Xwendevanên Kurd ên Unîwersîyan’’, ji Asim Eren, ji Serokê CHPyê Îsmet Înonu, ji Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê û ji Serokwezîr Adnan Menderes re têlgirafek şandin û ev gotar û helwesta Asim Eren protesto kirin.

Piştî ku Mele Mustafa Barzanîyê nemir vegerîya Kurdistanê, soreşa Başûrê Kurdistanê ji nû ve vejîya û pêla neteweyî, niştimanî careke din geş bû.Ev pêşkevtina li Başûrê Kurdistanê, tesîreke mezin li bakurê Kurdistanê jî kir. Piştî qetlîama Dêrsimê, tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê şikesteke mezin xwaribû.Lê vegera Mele Mustafa Barzanîyê nemir û geşedana şoreşa Başûrê Kurdistanê, ew ewrên reş yên li ser Bakurê Kurdistanê jî belav kir, hest û bîr û bawerîyên neetweyî, niştimanî ji nû ve li Bakurê Kurdistanê vejîya.

Ev li xwe vegera neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê, tirs û xofeke mezin xist dilê Dewleta Tirkîyeyê.Dewleta Tirkîyeyê bi desteser kirin,tehdîd û girtinan xwest gelek kesayetên Kurd ên ji beşên cuda cuda ê civatê çavtirsandî bike, ceza bike.

Li ser vê biryara Serokwezîr Adnana Menderes, Dozgerîya Leşkerî ya Enqereyê, biryar da ku 50 kesayetên Kurd bêne girtin.

ji ber şerdên xerab ê girtîgeha ku ev 50 girtî tê de bûn, ji girtîyan Mehmet Emîn Batûyê Mardînî ku xwendevanekî unîwersîteyê bû jîyana xwe ji dest da. Û bi vê jî hêjmara kesên ku girtî daket 49an .
49 girtîyên Kurd 5 mehan li bendê man da ku derkevin mehkemeyê.Lê di vê navberê de , roja 27ê Gulana 1960î , Artêşa Tirkîyeyê bi Kodetayekê (darbeyeke eskerî) dest danî ser desthilatê û Adnan Menderes, Celala Bayar û gelek rêvebirên Partîya Demokrat di Girava Yassiadayê de hatin hefs kirin.
Yên ku darbeya eskerî kirin, efûyeke giştî derxistin.Lê 49 kesayetên Kurd yên di hefsê de ne, nexistin ber vê efûyê. 49 kes her di hefsê de man.
Lê îdîanameya doza 49 kesan nedihat amade kirin.Mehkemeyê tu rê nedîtibû ku ka dê çawa van 50 kesan darve bike.
Piştî 14 mehan, di roja 3yê Çileya Paşîn a 1961ê de doz hate vekirin.
Mehkemeya Leşkerî ya Stenbolê, 8 salan ajot. Di encamê de hinek kesayetan ceza xwarin, hinekan beraat kirin. Lê ji berk u doz zêde berdewam kir, li cîhê cezaya hefsê, ji gelek kesan re cezaya sirgûnê hate birîn.
Bûyera 49an di dîroka Kurdistanê de cîhekî xwe yê girîng heye.
Bûyera 49an, piştî qetlîama Dêrsîmê, êrîşa ewil ya berfireh ya Dewleta Tirkîyeyê bû ku li ser kurdan pêk hatibû. Bûyera 49an nîşana tirsa Dewleta Tirkîyeyê bû.
Lê vê êrîşa ku bi Bûyera 49an tê binav kirin, nikarîbû rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.Bi eqsê wê, bû sebebê geşbûn û vejîneke nû ya doza neteweyî ya miletê Kurd.
Piranîya wan kesayetên ku di Bûyera 49an de hatibûn darizandin, paşê wek kedkar û pêşengên sîyasî, rewşenbîrî, fikrî û çandî yên doza azadîya Kurdistanê, roleke dîrokî lehîstin.
Gelê Kurdistanê Bûyera 49an ji bîr nekirîye û dê ji bîr neke jî.
Em ked û têkoşîna kesayetên Kurd yên di Bûyera 49an de hatine darizandin , wek têkoşîna xwe dibînin. Em kesayetên ku di Bûyera 49an de hatine darizandin lê koça dawî kirine bi rêzdarî bibîr tînin.

Ew kesayetên ku di ‘’Bûyera 49’an’’ de hatibûn darizandin ev in:
1- Şevket Turan, 2- Naci Kutlay, 3- Ali Karahan, 4- Koço Elbistan, 5- Yavuz Çamlıbel
6- Mehmet Ali Dinler,7- Yusuf Kaçar , 8- Nurettin Yılmaz, 9- Ziya Şerefhanoglu, 10- Medet Serhat,11- Hasan Akkuş , 12- Örfi Akkoyunlu, 13- Selim Kılıçoğlu, 14- Şahabettin Septioğlu, 15- Said Elçi, 16- Sait Kırmızıtoprak, 17- Yasar Kaya, 18- Faik Savaş , 19- Haydar Aksu, 20- Ziya Acar, 21- Fadıl Budak , 22- Halil Demirel , 23- Ferit Bilen , 24- Esat Cemiloğlu , 25- Mustafa Nuri Direkçigil, 26- Fevzi Avşar, 27- Necati Siyahkan ,28- Hasan Ulus, 29- Nazmi Balkaş , 30- Hüseyin Oğuz Üçok, 31-Mehmet Nazım Çiğdem,32- Fevzi Kartal, 33- Mehmet Aydemir, 34- Abdurrahman Efem Dolak, 35- Musa Anter , 36- Canip Yıldırım, 37- Emin Kotan, 38- Ökkeş Karadağ ,39. Muhsin Şavata, 40- Turgut Akın, 41- Sıtkı Elbistan, 42- Şerafettin Elçi,
43- Mustafa Ramanlı, 44- Mehmet Özer, 45- Feyzullah, 46- Cezmi Balkaş, 47- Halis Yokuş, 48- İsmet Balkaş , 49- Sait Bingöl.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *