PWK li Hollanda bi partî û komeleyên Kurd re Roja ALA Kurdistanê pîroz kir!

Li meydana bajarê Arnhem yê Hollanda, ji bo pîrozkirina Ala Kurdistanê ji alî partî û komeleyên Kurdistanî yên her çar perçê Kurdistanê, pêşandan û şahîyek hat li darxistin.

Piştî axaftinên li ser dîrok, wate û girîngiya ALA RENGÎN, govend û dîlana Kurdî hat li darxistin. Pîrozkirin bi kêf û şahî birêve çû!

Axafitina di derbarê ALA Kurdistanê de, bi Kurmancî Holandî û Sornî hat pêşkêşkirin. Li ser navê Partî û komeleyên beşdar ya Kurmancî endamê PWK pêşkêş kir.

Roja Alaya Kurdistanê pîroz be

Di nav hemi netewe, civat û kêmnetewyên li cihanê sembol û nirxên netewî, olî û civakî hene.

Ala jî sembol û nirxê herî pîroz yê netewekê ye. Bê çawa Ala ji bo hemi netewyên cihanê cîyekî mezin û girîng yê dîrokî digirê, Alaya Kurdistanê jî bi rengên xwe yên kesk, sor, zer û gewr ve, bi roja di nîvê wê de, Remza neteweya kurd de û cihekî xwe yê pîroz heye.

Ala ya Kurdistanê yekemîn car di sala 1920’an de ji alîyê Komela Damezrandina Civakî ve weke ala ya neteweyî hat pejirandin.
Di salên 1927-1930’an de jî, di Şoreşa Agirî yê de jî, li ser çiyayê Araratê hat hildan.

Herweha di roja 17 yê çileya pêşîn 1945 an de, li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Mehabadê ji alîyê ciwanên kurdan ve, ku endam û pêşêmergeyên PDK-Îran bûn, Alaya neteweyî ya Kurdistanê li ser avahîya dadgeha Mehabdê hat bilind kirin. Komara Mahabadê vê, vê alaya pîroz, wek Alaya fermî ya Komara Mahabadê hat pejirandin. Her weha berya rûxandina Komara Mahabadê ev Alaya pîroz, ji alîyê Pêşewa Qazî Muhemed ve radestê Serokê Nemir Mele Mustafa Barzanî hat kirin.

Di roja 11yê mijdara sala 1999’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi derxistina yasayek ve 17yê çileya pêşîn roja Alaya Kurdistanê hat diyar kirin. Ji wê rojê ve, her sal di roja 17yê çileya pêşîn de li seranserê Kurdistanê û Hemo cîhanê roja Alaya Kurdistanê bi rengên xwe yên kesk, sor, zer û gewr û roj di nêvî de pîroz dikin.

Em jî weke komele û alîyên Kurdistanî li Hollanda, vê roja Alaya Kurdistanê li neteweya Kurd û hemû kurdistanîyan pîroz dikin.

KDC Navenda Revenda Kurd li Derve
KNVS Komeley DostayetîKurd û Hollandîyan
COHD Rêkxirawê Cepk Bo Geşepêdanê Mirov
KOÇ – KAK Komeleya Çanda Karkerên Kurdistan li Hollanda
HÊVÎ
Komeleya AZADÃŽ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *