Civana agahdariyê û komcivîna PWK-SWED û nerîna min.


Di roja 16.12.2024an de li stockholmê-Swêd civîna danasîna PWK hat li darxistin. Civîneke bi wate û bi beşdariyeke baş li dar ket. Civîn ji du beşan pêk hat. Beşa ewil ji bona mêvan û partiyên siyasî û beşa dudan jî ji bona kesên endam û piştgiran bû. Min ewil xwe weke mêvan dît û dema beşa ewil qediya min jî xwest herim mal, lê brêz Nezîr Akat nexwest û got divê tu bimîne: Her çiqasî min got ya endaman e, got de were û xelas.

Di sala 1975 ez li ser pêşniyara brêz Nezîr Akat bûme endamê PDKT ji wê rojê û heta îro em ne weke heval, ji bra jî pêştetir in û tu caran nikarim gotina wî li erdê bixim. Loma ez jî beşdarî civîna endam û piştgirên PWK bûm. Bi rastî di civînê de gelekî hestiyar bûm. Dema çav li wan hevalên xwe yên salên 1975-80 ketim gelekî kêfxweş bûm û hinekî jî giriyê min hat. Ji ber bi ditîna wan û nêzîkbûna wan, ez birim salên me yên dema ku me tevan ji bona azadiya kurdistanê bê ku bifikirin ku kî çi dike an karê xwe dike nake, ji me kê çi dihat me dikir û hemî fedekar û canfîda bûn.

Ew atmosfera civînê ez birim wan salan ku me bi hevre gelek neqebên zor û zehmet derbas kiribûn. Wê demaê em ciwan bûn û niha jî em hemî por sipî ne. Lê hêvîdarim ku em ê bi ruhê salên 1970-80 û bi porê sipî bikaribin hemî nokokî û ji hevdûrbûnên xwe dinin alîkî û ji me kê çi hat, bi hevre wê bikin.

Piştî civîna endam û piştgirê PWK, êvarî li gel çend hevalan em li cihekî bûn û wan jî got, ”tu ya rastî bixwazî divê cihê te berî me di nava refên PWK deba. Him te berî me dest bi siyasetê kiri bû him jî tu rewşnebîreke, heger tu pîbarî hevalên xwe renebe, bi rastî tê me tevan biêşîne. Hevalên te tev ji te hez dikin, divê tu vê bizanibe û li gor wê biryara xwe bide”.

Em ne kurê dê û bavê hev in. Me hemiya di bin siwana siyaseta ku em ê rojekê welatê xwe azad bikin hevdu naskirin, me bawerî bi hev anîn û dest bi kar kir. Lê têkçûna me weke hemî rêxistinan, valabûna siyasî û tesîra ji welêt dûr, li me weha kir ku em gelek bi hev ketin, ji ber tiştên ne hêja, me dilê hev hiştin û em bêtir ji hev dûr ketin. Ji ber vê divê em hemî weke bra nakokiyên xwe bavêjin, dest bidin hev û di bin siwana PWK çi ji me kê çi hat wê bikin.

Dema hatim mal jî baş fikirîm ku wan camêrana rast gotibûn. Min jî fêm kir ku her çiqas em hinekê ji hev dûr jî bûn, lê dilê min jî tim bi wan re bû. Ez dizanim me gelekan belasebeb him dilê hevdu hiştine û hem jî bi hev ketin. Di eslê xwe de ev ne karê siyasetmedaran bû. Lê psîkolojiya ji welêt dûr em xistin vî halî…

Ji ber vê min biryara xwe da ku divê ez hevalên xwe yên berê ku piraniya wan ez demekê berpirsê wan bûm, lê niha jî ez gelekan ji wan weke berpirsê xwe dizanim û divê ji bona xatirên wan ku me rojên zehmet bi hevre kar kiribûn, ji nûde bi hevre dest bi karê siyasî ya ji bona azadiya gelê xwe di bin siwana Partiya Welatparêzin Kurdistanê çi ji me hat wê bikin. Her weha destûr û bernameya PWK jî li gor min û kesên ku em weke hev difikirin e. Rewşa welêt jî gelekî xerab e. Heger em bi hevre tiştekî nekin heta sed salekî din em ê her bimînin kole û rêncberê tirkan.

Helbet bi vî temenê xwe ê mezin em ê niharibin weke berê bazdin, birevin û her rojê li cihek û her demê li warekî bin. Lê heger em bi hevre ji bona gelê xwe bikaribin karekî bikin da ku em di şevreşa welatê xwe de bibin findek. Ronkayî ji çirûskekê destpê dike. PWK niha ew çirûske. Heger em bi kar û xebatên bi hevre li ser asasê xeta neteweyî bimeşin, ew çirûsk wê hêdî hêdî şevreşa welatê me rohî bike.

Ez ê êdî weke endamekî PWK bikevim nava kar û xebatên partiyê. Ez ê li gor hêz û qaweta xwe, li gor zanîn û kanîna xwe ji bona gel û partiya xwe mil bidim hevalên xwe. Me karîbûn çi bikirana wê ew ji bona gelê me jî baş be. Ava ku diherike ji ya li cihê sekinî fêdetir, xweştir û baştir e.

Bi vê sedemê wê êdî kar, erk û berpirsiyariya min girantir be. Loma ez ê ji niha pêde agahdarî nivîsên xwe jî bim ku dilê kesan nehêlim ango rexneyên xwe bidim sekinandin. Ez ji hemî hevalbendên xwe yên ku çi yên berê û çi jî yên niha ku em ê bi hevre kar bikim, heger min dilê kê hiştibe lêborîna xwe dixwazim. Hêvîdarim ku kesên dilê min jî hiştibin vê bikin û êdî em lêborîna xwe ji hev bixwazin da ku bikaribin bi dilekî rehet, bi seriyekî zelal û bi helwesteke neteweyî weke endamên PWK karê siyasî di nava partiya xwe de ji bona azadiya kurdistanê bikin.

Silav li we hemî endam, piştgir û alîkarê Partiya Welatparêzên Kurdistanê û silavek germ ji bona serokê me ê ciwan, zana û jêhatî Mustefa Ozçelîk…

EM BI HEVRE XURTIR IN…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *