Şêx Abdûlselam Barzanî û Dewleta Kurdistanê û Otonomî û Dewleta Federe ya Kurdistanê…

Îbrahîm GUÇLU 

Şêx Abdûlselam Barzanî, li Kurdistanê serokekî neteweyî yê dîrokî û bi navûdeng û gelek girîng e. Ew şaxsîyet û serokekî gelek balkêş û rewşenbîr û muteffekîr e. Ew di heman dem de serokekî arîstokrat yê oldar û serokê Nakşîbendîyan bû.

Serokatîya Şêx Abdûlselam Barzanî, ji serokatîya edetî cûdatir bûye. Xwedîyê qarektereke milî, civakî, olî û reformxwaz bûye. Loma jî Şêx Abdûlselam li herêma xwe gelek reformên dîrokî û girîng pêk tîne. Reformên di dema wî de pêk hatine, her Kurdek jî baş dizane û jê re rêz digrin, ev in:

1-Xwedîyê mulkbûnê ji holê radike.

2- Axê li gûndîyan belav dike.

3-Qelindê bûkê ji holê radike. Bi zorê zewacê qedexe dike.

4- Pêwendîyên civakî û herêmî û însanî, gor pîvanên wekhevî û edaletê rêdixe.

5-Biryar dide ku li her gundekî mescîdek ava bibe. Ew mescîdan bes wezîfeya ol û îbadetê nebînin.. Di hamen dem de bibin navendên civakî, navendên danûstandinê, navendên çareserkirina pirsgirêkan,

6-Li her gundekî ji bona ku pirsgirêk ji her aliyî ve çareser bibin, bi îradeya gûndîyan meclîsek/konseyek ava dike.

7-Ji her eşîretekê ji bona hêzên çekdar ava bibe, biryar dide û gor wê biryarê hewil dide.

*****

Şêx Abdûlselam bi van reformên xwe, bi hemû eşîretên Kurdistanê re dibe xwedıyê peywendîyek xûrt. Hemû eşîret jî bawerîya xwe ji Şêx Abdûlselam Barzanî re nîşan didin.

Ew di heman dem de xwedîyê projeyeke civakî û milî ye jî. Ew dixwaze ku pêşî li herêma xwe û pişt re jî li tevayî Kurdistanê vê sîstemê ava bike. Ev sîstema jî, ji sîstema Împaratorîya Osmanî cûda û serbixwe ye. Ne sîstemek despotîk û otorîter e. Ew projeya wî, domandina projeya Şêx Ûbeydûllah Nehrî ya milî ye.

Bi van projeyên wî, li Kurdistanê fikrên reformxwazî û civakî û milî belav bûn, rê û rêbazek nû ava dibû.

Şêx Abdûlselam Barzanî, di sala 1907-an de bi hemû şêx û serok eşîrên Kurdistanê re civînekê li dar dixe. Di wê civînê de biryarên gelek girîng tên girtin. Ew biryaran pêşkêşî desthilatdarîya Împaratorîya Osmanî dibin.

Ew biryarên dîrokî û girîng ev in:

1- Li Kurdistanê, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

2-Li Kurdistanê, perwerdayî divê bi zimanê kurdî bibe.

3-Qeymeqam, midurên navçeyan, xebatkarên din, divê ji Kurdan bên diyar kirin. An jî kêmtirîn divê ew memûrên ku kurdî dizanin ji bona Kurdistanê bên diyar kirin.

4- Divê di dadgehan de biryar gorî hiqûqa îslamê bên dayin.

5-Divê bac bê girtin. Lê ev baca divê li Kurdistanê ji bona çêkirina rêyan, avakirina dibistanan bê bi kar anîn.

Şêx Abdulselam Barzanî, ji bona ku ev projeyên xwe yên milî pêk bîne, bi Hemû Cemiyetên Kurdistanê re pêwendî datîne. Di heman dem de, bi Şêx Mehmûd Hafîd, Şêx Abdûlkadîr Nehrî, Axayê Şîkakan Simko û pêşengên civaka kurd yên din re jî danûstandin dike.

Dema ku ew daxwazên serok eşîr û şêxên Kurdistanê, digihîjin destê desthilatdariya Osmanî, ew daxwazan li dijî dewleta Osmanî wek îsyan tên qebûl kirin. Împaratorîya Osmanî, leşkerên xwe dişîne ser Kurdistanê. Hezar mixabin ji derveyî Eşîreta Barzan, eşîretên din li berxwe nadin. Mixabin beşek ji wan eşîran jî dibin hevalên dewletê. Wê demê Şêx Abdulselam biryara şer dide. Eşîreta Barzan, bi mehan şer dike. Lê Şêx Abdûlselam Barzanî mecbûr dibe ku herêmê terk bike.

Şêx Abdulselam diçe herêma Suryanîyan. Suryanî, li Şêx Abdûlselam xwedî derdikevin û cî didin wî.

Lê hêzên dewletê dikevin Kurdistanê û herêma Barzan, gûndan dişewitînin, malên gel talan dikin. Mêran dikûjin. Jin û zarokan dîl digrin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî (Birayê Şêx Abdûlselam yê biçûk) 3 salî ye. Ew, bi dêya xwe ve dîl tên girtin û di zîndana Misulê de tên girtin.

Beşek çekdar jî vedikişîn çiyayên bilind. Li benda biryara Şêx Abdûlselam Barzanî dimînin.

******

Şêx Abdûlselam, di sala 1908-an de vedigere Herêma Barzan. Hêzên xwe yên çekdar dîsa dicivîne ser hev, li hemberî hêzên dewleta Osmanî dest bi şer dike. Di vî şerî de, hêzên Dewleta Osmanî zerarên mezin dibînin û şikest dixwin.

Şêx Abdûlselam Barzanî, li dijî Meşrûtîyeta Yekemîn (1908) jî derdikeve. Ew li dijî Îttîhad Terakkiyan jî xwedîyê helwesteke reformxwaz e. Wan nîjadperest qebûl dike.

Piştî vê serkeftina Şêx Abdulselam Barzanî, Hikûmeta Osmanî, ji Şêx Abdûlselam hevdîtinê daxwaz dike. Ew jî qebûl dike. Piştî muzekereyan, dewleta Osmanî daxwazên wî qebûl dike. Herdu teref girtiyan azad dikin. Dewleta Osmanî, zerara daye herêmê tanzîm dike.

Lê dewleta Osmanî, bi soza xwe re girêdayî namîne, dest bi tade û zilmeka nedîtî dike. Di sala1913-an de biryar dide ku Şêx Abdûlselam Barzanî bê girtin. Loma jî hêzek çekdar dişîne ser wî.

Şêx Abdûlselam jî wê demê mecbûr dibe ku biçe Rojhelata Kurdistanê. Dibe mêvanê Seyîd Taha. Nêzikî Ûrmiyeyê li Rajanê bi cîh dibe. Di salên 1983-an de jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li vî bajarî xwedîyê bingehekê bû.

******

Dewleta Osmaniyan, ji bona ku Şêx Abdûlselam Barzanî dîl bê girtin û an jî bê kuştin, xelatek mezin pêşkêş dike.

Şêx Abdûlselam Barzanî, di vê qonaxê de, bi Axayê Şîkakan Simko re hevdîtinê dike. Bi hev re derbasî Gurcistanê, bajarê Tiflîsê dibin. Bi berpirsiyarên Çar re danûstandin dikin. Lewra Çar soz dabûye ku di têkoşîna milî ya Kurdan de bibe alîkar.

Piştî hevdîtina bi berpirsiyarê Rusyayê re, Şex Abdûlselam vedigere Îranê. Li Îranê, ew û Axayê Şîkakan Simko ji hevûdu vediqetin. Ew, encama dawetê diçe gundekî kurdan dibe mêvan. Xwediyê gûnd Sofî Abdûllah, dema ku Şêx Abdulsalem û 3 hevalên wî di xew de bûne, wan digre teslîmî Dewleta Osmanî dike. Wek tê zanîn ji bona wî Dewleta Osmanî xelatek mezin danî bû. Encama vê îxanetê Sofî Abdûllah, ew xelata mezin werdigre.

Şéx Abdulselam Barzanî piştî dîl dikeve, wî dibin Misûlê. Li Misûlê, ji aliyê Sileyman Nazîfê Diyarbekirî -ku ew hevalbendê Îttîhada Terakki`yê bû- ve hat darizandin. Ew darizandina, darizandinek hiqûqî nebû, darizandinek gelek keyfî bû. Piştî darizandina nehiqûqî û keyfî, biryara îdamkirina Şêxê mezin û Serokê Kurdistanê hat dayin. Gorî nerînekê Şêx Abdûlselam Barzanî, di 14.12. 1914-an de, gorî nerînekê jî di destpêka sala 1915-an de tê îdam kirin.

Şêx Abdûlselam Barzanî, li ber çavên malbata wî û birayên wî tê îdam kirin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî biryar dide ku tu wext teslîmî dijminên miletê kurd nebe.

*****

Bi îdama Şêx Abdûlselam, miletê kurd serokekî xwe yê mezin wenda dike.

Şêhîdketina Şêx Ebdûlselam Barzanî, dibe sedem ku di Şerê Cîhanî Yekemîn de neteweya kurd, wek neteweyên din derfet bi kar bînin û dewleta Kurdistanê ava bikin.

Ittîhad Terakkiyên Osmanî, ji bona pêşîya pêvajoya dewletavakirina Kurdistanê bigrin, Şêx Abdûlselam îdam kirin û ji holê rakirin.

Bi îdama wî, miletê kurd şervenekî xwe yê mezin jî wenda kir. Lewra Şêx Abdûlselam hem serokekî siyasî û milî bû, hem jî şervan û lehengekî mezin bû. Lewra ew di sala 1912-1913-an de li ser navê Împaratoriya Osmanî beşdarî şerê Balqanan bibû. Encama şervanî û lehengîya xwe, serkeftina xwe, ji padîşahê Osmanî xelat wergirtibû.

Bi îdama Şex Abdûlselamê Barzanî, miletê kurd serokekî xwe yê civakî û reformxwaz wenda kir.

Şêx Abdûlselam Barzanî, bi xwe arîstokratekî rewşenbîrî, olî, civakî bû. Wek tê zanîn ku di dema Împaratorîya Osmanî de, Tevgera Milî ya Kurd di salên 1840-î de bi serokatîya arîstokrat û mîrên Bedîrxaniyan û di sala 1880-î de, di bin serokatîya civakî û olî de Şêx Ûbeydullah Nehrî de meşîya.

Şêx Abdûlselam Barzanî, di heman dem de temsîlkar û berpirsiyarê wê fikrê û kategorîya civakî ya arîstokrat bû jî.

******

Piştî ku Şêx Abdûlselam Barzanî hat îdam kirin, birayê wî Şêx Ehmed Barzanî bû serokê eşîreta Barzan, Dergeh û Medreseya Barzan. Mele Mistefa Barzanî jî bi çand û bi helwesta birayê xwe yê mezin Şêx Abdûlselam Barzanî ve tê gihişt.Kamil bû. Di salên ciwantî de, qarektereka serokatî qezenç kir.

Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî, rêya Şêx Abdûlselam Barzanî ya neteweyî şopandin û meşandin. Ji bona ku neteweya kurd, mafê xwe yê neteweyî qezenç bike û li Kurdistanê statuyek serbixwe ava bibe û Kurd li welatê xwe desthilatdar bin, xebat û têkoşîneke bê hempa birêvebirin.

Dema ku Kurdistan bi Peymana Lozanê hat beş kirin. Wê demê Melel Mistefa Barzanî, li Beşû Başûrê Kurdistanê, ji Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê re wê demê serokatî kir. Ji her tevger û serhildana neteweyî ya Başûrê Kurdistanê re piştgirî kir. Ji tevgerên neteweyî yên li Bakûrê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê re bû piştgir. Dema  di sala 1919an de, serhildana neteweyî dest pê kir, di sala 1925an de serhildanan dom kir, Mele Mistefa Barzanî û malbata Barzaniyan, ji van tevgerên neteweyî re bûn alîkar.

Dewleta Mehabad ya Kurdistanê, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, li ser mîrata Şêx Abdûlselam Barzanî ya statuparêz û reformxwaz şîn bû. Dewleta Kurdistanê, bû dewleteke reformxwaz û makezagoneke gelek demokrat pejirand. Mele Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve bûn alîkarê damezrandina Dewleta Mehabadê ya Kurdistanê û ket bin xizmeta Dewleta Kurdistanê. Ji Serokatîya Qazî Mihemed re rêz girt. Bi xwe jî bû serleşkerê mezin yê Dewleta Mehabad ya Kurdistanê.

Dema ku Dewleta Îranê, ji bona ku Dewleta Kurdistanê ji holê rake, êrîş kir, bi daxwaza Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzranî, bi hevalên xwe ve derbasî Yekîtîya Sovyetan bûn.

Piştî ku Melel Mistefa Barzanî û hevalên xwe, di sala 1958an de vegerîyan Iraqê û Kurdistanê, Şoreşa Neteweyî ya îlonê jî girêdayî şiûra neteweyî û civakî ya Şêx Abdûlselam Barzanî dest pêkir û di sala 1970yî de bi avakirina Otonomiya Kurdistanê encam da. Di sala 1974an de, li hemberî Dewleta Iraqê ya faşîst û kolonyalîst, şêrê ji bona Kerkukê jî bi şiûra Şêx Abdûlselam barzanî dest kir û domand.

Şoreşa Neteweyî ya Gulanê jî di sala 1976an de, di bin serokatîya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de, bi şiûra neteweyî û bi projeya Şêx Abdûlselam Barzanî dest pê kir. Di gelek zehmetîyan re derbas bû. Di encamê de, ji bona avakirina Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê derfet çêkir.

Dewleta Federe ya Kurdistanê jî encama şiûr û projeya Şêx Abdûlselam Barzanî  ye.

Divê hemû kurd li hemû beşan xwedîyê vê şiûrê bin û bi vê şiûrê tev bigerin.

Diyarbekîr,16. 12. 2021

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *