Li Mêrdînê 1emîn Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir

Li bajarê Mêrdînê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan hat destpêkirin.

PêşanQada Fuarê ya Artukluyê ya Mêrdînê

Yekemîn Pêşganveha Pirtûkan, îro li Qada Fuarê ya Artukluyê ya Mêrdînê vebû.

Pêşangeh bi hevkariya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin.

“Xwendina pirtûkan gelekî girîng e”

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun di merasima vekirinê de axivî.

Tuncay Akkoyun behsa girîngiya xwendinê kir û got:

“Em kêfxweş in ku qada fuarê ya 2 hezar metrokareyî bû malê Mêrdînê. Hêvîdar im ku ev qada fuarê û ev pêşangeha pirtûkan ji bo xwendinê bibe wesîleyeke baş.

Em her tim ji ciwanên xwe re dibêjin ku xwendina pirtûkan gelekî girîng e. Xwendina pirtûkan bîrê, hejmara peyvan û hêza xweîfadekirinê xurt dike.

Ew kalîteya jiyanê baştir dike. Ez spasiya hemû weşanxane û nivîskarên ku beşdarî pêşangehê bûne dikim.”

125 weşanxane beşdar bûne

Piştî axaftinan fuar hat vekirin.

Qasî 125 weşanxane û ji 20an zêdetir nivîskar dê beşdarî pêşangehê bibin.

Di pêşangehê de nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin, guftugo dê çêbibin, helbest dê bên xwendin û lîstikên muzîkal dê bên lîstin.

Pêşangeh dê heta 28ê Sibatê vekirî bimîne.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *