Bombebaranên Tirkiyeyê: 2 kesên Mehabadî canê xwe ji dest da

Berpirsê rêxistina Amerîkî CPTyê Kameran Osman ragihand ku ji ber bombebarana Tirkiyeyê ya li Biradostê 2 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Berpirsê Mafên Mirovan ê CPTyê Kameran Osman ji Rûdawê re eşkere kir ku 28ê Nîsanê balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Xinêreyê yê Biradostê bi tundî bombebaran kiriye.

Li gorî gotina Kameran Osman ji ber bombebaranê 2 kesên ji Mehabadê canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Li gorî zanyariyan yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye navê wî Resûl Yûnisî ye û bavê 3 zarokan e. Herwiha navê kesê din jî Ehmed Heyderî ye û bavê zarokekî ye.

Kameran Osman amaje bi wê yekê kir ku ew 27ê Nîsanê ji bo berhevkirina gihayê biharê ji Şinoyê çûne herêma Sîdekanê ya Hewlêrê û ji wir jî derbasî Çiyayê Xinêreyê bûne.

Kameran Osman eşkere kir ku malbatên wan kesên canê xwe ji dest daye û hêzên ewlehiyê yên herêma Sîdekanê li cenazeyên wan digerin lê belê heta niha nedîtine.

Ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê 850 sivîlan canê xwe ji dest daye yan jî birîndar bûne.

Li gorî rapora CPTyê, Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye.

Di rapora CPTyê de hatiye gotin:

– Hezar û 159 êriÅŸ bi balafirên ÅŸer hatine kirin

– 228 êriÅŸ bi dronan hatine kirin

– 114 caran topbaran hatiye kirin

– 3 caran gule li xelkê hatine reÅŸandin

– 2 êriÅŸ bi mayînan hatine kirin

Li hêla din amarên êrişan ên li gorî parêzgehan wiha ne:

– Hewlêr: 475 êriÅŸ

– Dihok: 517 êriÅŸ

– Silêmanî: 420 êriÅŸ

– Nînowa: 36 êriÅŸ

Di 4 mehên borî yên sala 2024an de ji ber bombebaranên Tirkiyeyê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *