Li Zaxoyê êrişa Îranê ya li Hewlêrê hat protestokirin

Êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya Hewlêrê, li Zaxoyê hat şermezarkirin.

Li Zaxoyê îro bi hezaran kes li derdora pira Pira Delal hatin ba hev û wan êrişa Îranê protesto kir.

Di xwepêşandanê de wêneyên karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîneya yek salî ku di êrîşa Îranê de canê xwe ji dest dabû, hatin bilindkirin.

Kesên ku beÅŸdarî xwepêşandanê bûn ji bilî wêneyên qurbaniyan, pankartên “Hûn dikarin me bikujin lê nikarin teslîm bigirin”, “KuÅŸtina jin û zarokan tiÅŸtekî ku mirov pê îftihar bike nîne” û “Xwedê ji hemû zaliman hêzdartir e” vekirin.

“TiÅŸtê ku li Hewlêrê hatiye kirin êriÅŸa terorê ye”

Rêvebirê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di xwepêşandanê de axivî û got ku ti carî teslîmî wan êrişan nabin . 

Guhdar Şêxo got, “Em alîgiriya aÅŸtiyê dikin. TiÅŸtê ku li Hewlêrê hatiye kirin êriÅŸa terorê ye. Peyama gelê Zaxoyê dê ji Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta ÃŽraqê û raya giÅŸtî ya navneteweyî re were ragihandin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *