Serok Barzanî: Her bihustekî axa Kurdistanê şahidê mezlûmiyet û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye!

Serok Mesûd Barzanî ji bo bîranîna 34 saliya kîmyabarana deverên Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Serok Barzanî li bîranîna sîh û çar saliya kîmyabarankirina devera Balîsan û Şêx Wesanan da peyamek belavkir

Roja înê 16ê nîsana 2021 li salvegera kîmyabarankirina devera Balîsan, Şêx Wesanan û gelîyê Xoşnawîtî de, Serok Mesûd Barzanî li hejmara xwe ya fermî ya li twitterê peyamekê belavkir ku eve jî naveroka wê ye:

Hemû bihustekê axa Kurdistanê şahîdê mezlûmiyet û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.

Li bîranîna sîh û çar saliya tawana kîmyabarankirina devera Balîsan û Şêx Wesanan hezaran silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên wan tawanan û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn.

https://www.basnews.com/kr/babat/682569

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *