Li Turkîye Wateya Hilbijartinên Endamên Meclîsê û Beşdarîya Kurdan

Niha rojeva Bakurê Kurdistanê hilbijartinên endamê meclîsa dewleta tirk e.

Di dema avabûna meclîsa Tirk, nûnerên Kurd wek `mebûsên Kurdistan` hatin hilbijartin.

Piştî Peymana Lozan`ê ku ji alî nûnerên tirk û dewletên emperyal yên Ewropa û çavdêrîya navnetewî fîîlen sînorên dewleta tirk hat qebûlkirin û Kurdistan hat parvekirin û gelê Kurd tune hat hesibandin, rêvebirên dewleta tirk, pêşî li ser navê nîjada tirk dewlet û qanûnên xwe saz kir, dest bi înkara Kurd û Kurdistan kir. Çi kesê nûnertîya gelê Kurd kiribû û çi kesê xwe wek Kurd nîşan da û doza mafê gelê Kurd kir, hat dardakirin. Di nav kesên hat Kuştin 72 mebûsên Kurd jî hebûn.

Di resmîyet û hemû qanûnên dewleta tirk de gotina Kurd û Kurdistan û hebûna gelê Kurd hat qedexekirin.

Egera vê helwesta dewleta tirk tunekirina gelê Kurd bû, yên xwe wek nûnerên cıvata Kurd didîtin bi tundî li hember vê biryarê derketin.

Komara tirk ya mêtinkar û nîjadperest, heta sala 1940î misêwa gelê Kurd di qirkirinê re derbas kir, Kurdistan talan û wêran kir.

Piştî 1940, CHP ya M. Kemal û Ismet, bi qanûnên “Mecbûrî îskan û Sikûtê” gelê Kurd ji cî û warê wî qewirand bela belayî nava  Enedolê kir û bê zar û ziman kir!

Piştî pejirandina pirpartîtîyê, axa, beg, şêx û eşrafên Kurd, ji bo him berjewendîyên kesane, xizmetguzarîya herêmên xwe û ji tadeya dewletê bifilitin wek “tirk” û di çerçeweya qanûnên dewleta mêtinkar û nîjadperest çûn meclisê. Nûnerên dewleta tirk jî vê şano û lîstika demokrasîya derewîn, tevlî sê derbeyên leşkerî heta îro meşandin.

Di salên 1970 an de, kîjan partîya îlegal û komeleya legal ku li ser navê Kurd û Kurdistan hat damezirandin, piştî 12 Îlona 1980 yî damezirêner û endamên wan bi şîdet hatin cezakirin.

Partîyên legal ku ji alî Kurdan hat vekirin û bîhna Kurdîtîyê jê dihat, her çend ku di hundir qanûnîyeta dewleta tirk de jî hatin avakirin ku ji bo mazbatayên wekîltîyê bistînin diçûn li meclisa tirk bi namûs û şerefa xwe ji bo `hebûna dewleta tirk, serwerî û yekîtîya welatê tirkîye, girêdayîmana bi regez û kiryarên Ataturk ve, sedaqeta bi magezagona` ku hebûna gelê Kurd red dike, sond dixwarin, dîsa jî ji lêdan, dijûn û zîndankirinê ne di filitîn.

Baş e, niha çi hat guhertin ku partîyên hîn dibên em partîyên Turkîye ne û li gor pîvanên makezagon û qanûnên hilbijartinê yên mêtinkarîya Tirk ku qedexe û înkara Kurd û Kurdistan lê berdewam dike û sonda nîjadperestîya tirk ku di bingeh de îxaneta li gelê Kurd e, li ber mebûsê Kurd datîne, dibêjin em ji bo anîna demokrasîyê, maf û azdîyan ji Kurdan re bînin dengan dixwazin. Di binre jî dixwazin bi gelê Kurd bawerkirin bidin ku `ew partîyên Kurd in û doza hemû mafê gelê Kurd dikin(!)`

Partîyên legal ku xwe wek nûnerê gelê Kurd rê didin, him ji xeleka Turkîyevanîyê dernakevin û him jî lawaz û marjînal in.

Partîya herî bi hêz HDP ye; lê ew jî her roj soz û peyman didin rêvebirên dewleta Tirk ku bi israr Turkîyevan in û li dijî perçekirina Turkîye ne û li her perçeyekî Kurdistanê jî dijî dewletbûna Kurd in. Him bi rêbertîya A. Ocalan û him jî bi ya çepê Tirk yê Kemalîst entegreyî sîstema Turkîye ya mêtinkar bûne.

HDP, ji %10 benda hilbijartinê derbas bike jî, tu carî ne kare bibe hukumet û ne jî kare dewleta tirk demokratîk bike.

Wekîlên bên hilbijartin jî tenê wê vê sîstema mêtinkar û sermîyandarîya lîberal bi gelê Tirk û Kurd û yên cîhanê wek demokrasî bidin rêdan û beramberî maaşekî bi şirîkê sûcê vê dewletê bin.

Yên beşdarî vê lîstika demokrasîya derewîn û sîyaseta gemarî dibin, li ser ked û xwîna Kurdên ku serxwebûn û azadîya Kurd û Kurdistan dixwazin wê gelê Kurd bixapînin û xizmeta dewleta mêtinkar bikin.

Xidir ÛSO

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *