Li Sûriyeyê desthilatdariya herêman tên guhertin…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Sûriyeyê di van rojên dawî de, bi taybetî jî piştî operasyona dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, guhertinên bi lezî pêk hatin. Cî û mîsyona rêxistinan û dewletan hatin guhertin.

Li alîyekî beşek dewletan gelek tişt qezenç kir, Emerîka û hevalbendên wê wenda kir.

Guhertina mezin ew bû ku PKK/PYDê her çiqas ji aliyê Emerîkayê de çekdarî û perwerdeyîya leşkerî bibû jî, li hemberî êrîşa dewleta tirk nikarî zêde li ber xwe bide. Loma jî navendên bajarên Serê Kaniyê û Grê Spî di 3-4 rojan da ket bin kontrola dewleta Tirk.

Mûkawemeta PKK/PYDê li her du bajaran, ji Efrînê qelstir bû. Vê yekê him ji bona kurdan û him jî ji bona dinyayê bû sukûtî xayal.

Emerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dinyayê serketina Dewleta Tirk ewqas zû nedipa. Loma jî piştî ku Dewleta Tirk zû bi serket, jêbera wan xirab bû; Emerîkayê û tîfaqkarên wê siyaset û stratejiya xwe li hemberî Dewleta Tirk ber bi guhertinê birin.

Wek tê zanîn û dinyayê jî jê re şahîdî kir, ku piştî Dewleta Tirk dest bi operasyona leşkerî ya dagîrkerî kir û li herdu bajaran serkeftî bû, Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Sûrîyeyê û bi taybetî jî, ji Kurdistanê bikşîne; çekdarên xwe û şervanên şerê xwe yê wekaletê PKK/PYDê, bi tenê bihêle û piştgirî neke.

Dema ku Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Sûrîyeyê bikşîne, rastî jî guhertinên bi leztir çêbûn.

Şerê hêz û dewletan li ser axa Sûrîyeyê qerektereke nû qezenç kir.

Denklem hatin guhertin.

Qaxiz ji nûve li hev ketin.

Tîfaqên nû pêk hatin û yên nû jî dê pêk bên.

Ji bona belavbûna tîfaqên heyî şertên nû qewimîn.

Hêz û dewlet, desthilatdariya herêman wenda dikin û qezenç dikin.

Grê Spî û Serê Kaniyê diyar e ku ji desthilatdarîya PKK/PYDê derket, ket bin desthilatdariya Dewleta Tirk.

Dewleta Tirk, demek berê jî li Cerablûsê û El-Babê dawîya desthilatdarîya PKK/PYDê û DAEŞê anî û bû desthilatdar.

Dewleta Tirk dîsa demek berê, dawîya desthilatdarîya PKK/PYDê li Çiyayê Kurd (Efrînê) anî bû. Li wir bibû desthilatdar.

Wusa xuya dike ku PKK/PYDê Kobanî dê teslîmî Rejîma Baasê, Rûsyayê û Îranê bike.

PKK/PYDê amade ye ku Reqqayê jî teslîmî Rejîma Baasê bike.

Emerîkayê her çiqas berê soz dabû ku Menbîcê teslîmî Dewleta Tirk bike jî, piştî operasyona dagîker a Dewleta Tirk, dewleta Tirk siza kir. Menbîç neda Dewleta Tirk. Emerîkayê û PKK/PYD, Menbîç teslîmî Rejîma Baasê û Rûsyayê kirin.

Li Hasekiyê û Qamişliyê Rejîma Sûriyeyê bi PKK/PYD bi hev re desthilatdar bûn. Diyar e ku piştî operasyona Dewleta Tirk, Rejîma Baasê desthilatdarîya xwe ya berê dê li Hasekiyê û li Qamişliyê ava bike û bibe hakîmê bajar û bajerokan.

Di encamê de diyar e ku Dewlet û Rejîma Sûriyeyê piştî ewqas xirabiyan li ser piya ye. Xurttir e û bi qezençtir e.

                                  *****

Emerîkayê piştî dît ku PKK/PYDyî dê bi temamî li Grê Spî û Serê Kaniyê îmha bibin, Hikûmeta Emerîkayê bi lezû bez hatin Tirkiyeyê, bi Tirkiyeyê re peymanek çêkirin.
Peymana di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de di 17.10.2019an de çê bû.

Dewleta Tirk encama vê peymanê:

1-Zora Emerîkayê bir,
2-Biloqaşa Êmerîkayê û navneteweyî ya li dijî xwe şikand,
3-Di siyaseta xwe ya Herêma ewlewî de biserket. Emerîkayê Herêma Ewlewî ya Dewleta Tirk qebûl kir. Dewleta Tirk kontrola Herêma Ewlewî xist bin destê xwe.
4-PKK/PYDê perîşan bû,

Bi vê peymanê firotina PKK/PYDê ji aliyê Emerîkayê ve deşîfre bû. Kurd carek din bi xiyaneta Emerîkayê ve rû be rû bûn. Di vê xiyanetê de şirîkatîya PKK/PYDê gelek vekirî û bi hêsanî hate dîtin.

Mîsyona PKK/PYDÊ ya ku eleqa wê bi Kurd û Kurdistanê tune ye, bi her awayî deşîfre bû. Derket holê ku PKK/PYDê ji bona neteweya kurd ne, ji bona xwe herêmên desthilatdar ava kiriye.

Peymanê gelek aşkere derxist holê ku PKK/PYDê xizmetî dewletên kolonyalîst dike. PKK/PYDê rastî jî ji Emerîkayê re ne tîfaqkar e, leşker e.

Berîya vê peymana Dewleta Tirk û Emerîkayê îlan kir ku PKK/PYDê dê bikeve bin xizmeta Dewleta Sûrîyeyê û Rûsyayê û Îranê.

Peymanê derxist holê ku ji bona kurd bên kûştin û bikevin bin xeterîyê, PKK/PYDê jî xwediyê mîsyonekê ye.

                                 *****

Peymana Dewleta Tirk û Emerîkayê pêşiya herikandina xwîna kurdan, kûştina kurdan û ciwanên kurdan girt. Lê bi operasyon û dagîrkerîya dewleta Tirk, birîna neteweya kurd kûrtir bû.

                               *****

Piştî dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk ve, peymana hat çêkirin. Mîsyona Emerîkayê li Suriyeyê qedand. Derket holê ku Emerîka xwedîyê tu stratrejî û projeyê nebûye li Sûriyeyê.
Emerîka tu wext jî nefikiriye ku kurdan biparêzin û ji bona kurdan dewlet ava bikin.

                                  *****

Piştî dagîrkerî û operasyona Dewleta Tirk, Rûsya, li Suriyeyê, bû xwedîyê roleke mezin. Di dereceya duyemîn de Dewleta Tirk xwediyê rolekê ye li Sûriyeyê.

                                  ******

Sûrîye ji guhertinên nû yên neyênî re amade ye. Li Sûriyeyê pêvçûn û şerê nû dê bên holê.

Amed, 25. 10. 2019

Têbinî: Di nivîsa bê de ezê Peymana Dewleta Tirk û Rûsyayê şirove bikim.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *