Li ser mezelê wî malbata Mele Îmadedîn Gurdilî û PWKyê Seydayê Gurdilî bibîranîn

Li ser mezelê wî malbata Mele Îmadedîn Gurdilî û PWKyê Seydayê Gurdilî bibîranîn
Roja şemîyê, 02.12.2023yê, bi minasebeta sêyemîn salvegera wefata welatperwerê Kurd Mele Îmadedîn Yetîz (Seydayê Gurdilî), malbata Mele Îmadedîn Gurdilî û Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) li ser mezelê wî merasîmeke bibîranî li dar xistin.
Cîhgirên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay ( Cano Anedî) m, Vahît Aba, û endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û gelek endamên PWKyê, li gel malbata Îmadedîn Gurdilî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Di destpêkê de, Mele Kazim fatiha xwend.
Paşê Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr bixêrhatina beşdaran kir û beşdaran li ser mezelî rêzgirtin pêk anîn, sirûda Ey Reqip xwendin.
Piştî rêzgirtinê, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Cano Amedî li ser navê PWKyê axaft.
Cano Amedî di axaftina xwe de girîngî, ked û xebata welatperwerê Kurd Îmadedîn Gurdilî anî zimên û got “Kedkarê doza netewî, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwer Seydayê Gurdilî, Melle İmadettîn Yetîz sê sal bere, weke gellek welatparêz û kurdistanîyên hêja ji ber sedemên nexweşîya Covidê jiyana xwe ji dest da.
Weke hûn jî dizanin di wê pêvajoyê de, gelek mirovên kedkar, welatparêz, sîyasetmedar ji nava me koç kirin. Seydayê Gurdilî, yek ji wan hêjayan bû.
Seydayê Melle İmadedîn Yetîz, nêzikî 60 salî wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsoz û welatperwer, di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de, kesayetekî hêja bû.
Seydayê Gurdilî, Kurdperwerek sîyasî, helbestvanekî têkoşer û xizmetkarê netewa xwe bû.
Di hişyarbûn û belavbûna fikir û ramanên netewî de, di dema feqîtîyê de, li herêma Xerzan, Deşta Bişerîyê, li herêma Batman û Silîva kar û xebatên hêja kirîye.
Em li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ji malbatê re, ji dost û hezkîrîyên Seyda re, ji gelê me re, careke din sersaxîyê dixwazin. Cihê wî bihuşta rengîn be. Herdem mêvan û beşdarê civata Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seyîd Riza û Şex Said Piranê be.”
Piştî axaftina Cano Amedî kûre Seydayê Gurdilî Şerefxan Yetîz li ser navê malbatê axaftinek kir û du helbestên wî xwend.Sipasîya beşdaran kir.
02.12.2023
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *