Lİ SER BEKO ÊWANÊN NAV HÊZÊN KURD ŞÎROVEYEK

Di hemû deman de neyarên gelê Kurd bi fesadî, bi lîstokên sîyasî li Kurdîstanê rîya dagirkerîyê li ser alozî û nakokîyên civakî, li ser bingeha berjewendîyên şexsî ava kirîne.

Gelê Kurd di heman deman de, xwestîye ku berjewendîyên xwe yên netewî û civakî biparêze, lê mixabin ji sedemên bê îttifaqîyê berjewendîyên gelemperî bûye qûrbana berjewendîyên şexsî.

Îro jî li welatê me derfetên zêrîn derketine holê, lê mixabin neyarên gelê Kurd nasekinin û agirê dijmînatîyê di nav civata Kurd de geş dikin.

Sed sal e, bi komkujî û qetlîaman, bi enfal û bi kuştinan nikarîbûn sînorên îdeolojîk û olî di nav beşên (perçên) Kurdîstanê avabikin. Lê belê di van salên dawî de, tiştê dijmin nikaribû bike, hinek xêrnexwaz dixwazin pêk bînin. Mamoste û aqilmendê wan xêrnexazan, di van rojên giran û xirab de dîsa dest bi kar kirine.

Ez dixwazin carek din li ser vê mijarê rawestim û balbikişînim ser vê babetê. Ez hêvî dikim wê rewşenbîr û zanayên gelê Kurd, li ser berjewendîyên netewî baş bisekin û rê li ber fesad û dijmînên gelê Kurd bigirin û rojek zûtirîn rê li ber karwanê serkeftin û azadîya gelê Kurd vekin.

Weke hûn jî baş dizanin mufettîş û simsarên dewleta Tirk,  ji bo Kedîkirin û serî danîna gelê Kurd polîtîkayên bişaftinê  bi kar tînin.  Li ser navê hinek grûp û rêxistinên marjînal, li dijî gelê Kurd bi dewleta kûr re îttîfaq kirine û li dijî mafê gelê Kurd tekoşînek  dijwar didin. Hinek kes û rêxistinên îdeolojîk hene; xwe weke dostên Kurd nîşan didin û li ser xwîna zarokên gelê Kurd, gefa li gelê Kurd dixun. Li dijî parastin û daxwaza serxwebûna Kurdîstanê acisîya xwe, ne razîbûna xwe nîşan didin.

Rêxistinek Tirk ku têkilîyên wê di doza Ergenekonê derketîye holê, di çapamenîya xwe de gefan li hêzên Kurd dixun. Dibin sîya şoreşgerîyê de, bi zimanekî ideolojîk, bi nêrînek mezhebî dixwazin gelê Kurd ji hev dûr bixin. Li Şengalê, li rojavayê Kurdîstanê, li Başûrê Kurdîstanê  gava hêzên Kurd pêşdikevin, ev şoreşgêrên kadînê acis dibin û gefan li gelê Kurd dixun.

Di televîzyon û rojnameyên dengê fesadîyê de, her tim qala “Kurdên baş-Kurdên nebaş” dikin û gelê Kurd ji hev cûda dikin.  Ev “camêr û canikên”  nermik  xwe weke xwedîyê gelê Kurd dibînin; li gor wan, ew kesên daxwaza mafê gelê Kurd dikin “xirab in, nebaş in, cûdaxwaz in.”  Li gor wan “camêr û canîkan”, divê  her tişt li gor pîvan û berjewendîyên netewa wan be. Ew zanyarin, pisporin û xwedî erkin. Ji bo gelê Kurd çi pêwîst e an ne pêwîste, ew dizanin û divê ew biryar bidin(!)

Dewleta Tirk, ji bo dahatûya xwe, ji bo berjewendîyên xwe, ji bo wezîfa kedîkirin û entegrasîyona gelê Kurd, rolek daye şopgerên Enver û Mistefa Kemal. Weke perwerdekarên entergasîyonê, plan û projeyên dagîrkeran bi cîh tînin. Nasnama hinekan  bi navê “çepgir” tê nasîn, yên hinekan  weke “rastgir”e, nasnama hinekan jî  weke “oldar” tê nîşandan. Hemû wezîfedarên dewleta xwe ne. Reng û erkên wan yek e, nokta wana ya muşterek, di bin sîwana “Tirkîyeyîbûnê” de,  rê li ber gelê Kurd bigirin.

Ev Tirkên aqilmend, şêwirmend  û wezîfedar  ji salên 1970 an vir de, di nav qada sîyasetê de, him desthilatdarbûn,  him jî serok û navdarbûn! Gelo li Tirkîyê  45-50 sal e çima li taxekî, li gundekî an li navçekî desthilatdar nînin!?  Ev qas sal e, çima ne xwedî hêzek an qewetekin?  Çima  heta îro li bajar û bajarokên xwe ne rêxistinîne?  Çima malbatên xwe, derûdorên xwe beşdarî nav refên “şoreşê” nakin?  Gelo şoreşa wan li dijî gelê Kurd e?  Bi rastî armanc û daxwaza wan şoreşa Tirkîyê bûya, divê gelê Tirk bi rêxistin bikirana?  Lê belê, ev “camêr û canîkên” di odeyên sirî, di odeyên kozmîk de hatine perwerdekirin, rolên xwe dileyizin û erkên xwe bi cîh tînin!..

Ger di wan de tiştekî erênî hebûya, wê ji bo gel û acivata xwe bi kar anîbana. Divê gelê Kurd van pirsan bi dengekî bilind bipirse!

Ev kesên ji netewa Tirk û yên din tên,  îro sererektîya gelê Kurd dikin; lê em wan çiqas nas dikin? Kî ne, ji ku ne, malbatên wan an derûdorên wan çiqas bi wan re ne? Ev çil salê li ser xwîna keç û xortên Kurd, kar û xebatên hatine kirin, çiqas li gor berjewendîyên gelê Kurd bû ye; divê em ji xwe bipirsin! Gelo ev “camêr û canîk”ên hanê,  çima di nav civata Kurd  de  tovê neyartîyê direşînin?  Di qada sîyaseta Kurd de, dîwar û sînoran ava dikin; divê baş bê zanîn û bên mehkûm kirin. Ev kesên wezîfedar û xwedî erk li gor daxwaza dewleta xwe, li gor berjewendîyên  netewa xwe tevdigerin.

Nebîyên kadroyên Îttîhat û Terakkî, dersên ji bav û bapîrên xwe girtine, îro li ser gelê Kurd bicîh tînin/ di ceribînin. Weke mufettîşên ûmmûmî, ferman didin ku gelê Kurd şerê navxwe bikin. Ji bo partî û rêxistinên Kurd, bihev re şer bikin çi ji destê wan tê dikin. Lîstîkên Osmanî, Farisî, Selçûkî û yên Bîzansîyan bi kar tînin. Ji gelê Kurd li ser axa xwe nebe desthilatdar û xwedî maf, çi ji destê wan tê dikin.

Ev jin û mêrên Tirk, di jiyana xwe ya rêxistinî de, tu carî girseyek mezin nedîtine.  Niha, gelê Kurd xistine kontrola xwe.  Di bin navê  “demokratîkbûna Tirkîyê” de, ji xort û keçên kurd re dibêjin herin xwe bidin kuştin. Berjewendîya yekîtîya Tirkîyê di kuştin û qirkirina gelê me de dibînin.

Bûyerên îro li erdnîgarîya me diqewimin, her diçe bi xwe re alozî, qeyran û guhertinên civakî û sîyasî  pêk tîne. Ev bûyer û guhertin, li ser kedera Kurdistan  tesîrek mezin dike. Gelê Kurdîstanê bixwaze an nexwaze wê qelenê xwe bide! Buhayê vî qelenî, girêdayê rêxistinî û hêzbûna gelê Kurdîstanê ye. Ger hemû hêz û qewet di bin sîwana berjewendîyên netewî de tevbigerin û erkên xwe yên civakî, netewî û mirovahî  bi cîh bînin: Ez bawerim wê navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de binivîsin. Lê gava di nav berjewendîyên şexsî û malbatî de hevdû bifetisînin, wê di dîrokê de herdem weke aktorên  xirabîyê bên bîranîn.

Ez hêvîdarim rojên azadî û serbixwebûna Kurdîstanê ne dûr in. Ger gelê Kurd, li ser astên berjewendîyên netewî, bi hemû alîyên sîyasî û civakî, bi rê û rêbaza azadîya Kurdistanê tevbigerin û bi bangawazîyeke netewî  tekez bikin, bi  yek deng, yek helwest û yek armanc dîlana azadîyê, agirê newrozê emê bi hevra geş bikin!

Bi şîretên pêşîyan “RÎ DİBE BİHOST LÊ DİJMÎN NABE DOST”

10:06:2016 Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir