Teviya Sûriyê bûye goleke xwînê, tê de bi bombeyên Ûrisan û bi bermîlên teqînok ên leşkerê Esed, bi sedan zarok, jin, mirovên bê çek û deban, her roj tên sotandin û di bin xanî û malên herifandî de tên çalkirin. Lê belê, ne Esed û ne jî Putîn yek bombe jî bi ser YPG û Asayîşa PYD de navêjin, eve nîşana çî ye? Eger rast evana hêzek in ji hêzên şorişa Sûrî, bo çi desthelata Esed van wilo bê lêdan dihêle, di demekê de, ew hemî hembervanên xwe, çi Demokrat û çi Islamî, wekî hêzin têrorî dide nasdan û li gor wê nasdanê wan tevan bombe dike, û gava kesekî ji wan hêzan digire, bê wijdan, bê mirovatî û bê dilovanî wan dikuje. Tenha PYD û saziyêd wê wekî hêzeke dost ji xwe re dibîne. Ma eve ji me Kurdan re û ji hêzên demokrat ên gelê me re, di rojên pêş de, baş e an ne? Eger şorişa Sûrî bi ser ket, wê rewşa van hêzên ku Esed-Dost çewa be?
PYD û saziyên di bin saya wê de li Rojavayê Kurdistanê çi dikin?
Bê guman Grîllayên wan berxwedaneke qehremanî li hember DAISH dane û didin xuyakirin, teviya cîhanê û em Kurd jî bi vê yekê serbilind in, lê evana ne tenê li hember DAISH in, belku li hember teviya hêzên demorat ên gelê xwe ne jî.
Bo nimûne: Girtin û kuştina kadro û rêberên ENKS, berbestkirina (qedexekirina) Alaya neteweyî ya gelê Kurd, ku alaya şoriş û serhildanên gelê me ye, ji sala 1919ê de, dema Rewşenbîrên Kurd li bakurê Kurdistanê xwestine komeleyeke bo paristina çanda kurdî ava bikin, ev al ji xwe re hilbijartine. Di vê yekê de guman nîne. Li ser çiyayê Agirî (1937), di ser milên Pêşewa Qazî Mihemed re li Mahabad (1946), di şorişa mezin de (1961-1975), û bo her part û rêkxiraweke kurdî / Kurdistanî ev al hatiye pejirandin, PKK bi xwe jî di civîneke kurdistanî ya fireh de ev al erê kiriye. Dewleta Iraqê pejirandiye, ku li teviya herêma başûrê Kurdistanê ev al li tenişta ala Iraqî têye hildan. Li teviya cîhanê, ne tenha sazî û mirovên Kurd, belku dewlet jî ala me ya neteweyî, roj bi roj dipejirînin. Heta carina hinde neyar jî, lê tenha PYD, ku fermana xwe ji PKK dibe, li hember ala me derdikeve û hêriş ser rêveçûnan dike, bo ku hildana wê berbest bike.
PYD, ku piraniya gelê me ji ber desthilata wê, ya ji desthilata Baasiyan tarîtir e, direve, û xortên me, ji ber siyaseta wê ya çewt, bi sed hezaran gihane Ewrûpa, ne tenê dijî ala Kurdistanê ye, ew li hinek deveran nahêle harîkariyên „Weqfa Barzanî“, ku weqfeke xêrê ye, derbas bibin nêv gel, ji ber ku wêneyê nemir Mustafa Barzanî li ser kartonan e. Ew dibêje navê Barzanî rakin, em ê bihêlin harîkarî derbas bibe û divê hûn lîsteyekê bidin me, ka hûn ji kê re belav dikin.
Bêguman neyartiya rêberekî wêrek û fedekar mîna nemir Mustafa Barzanî, ku wekî wî di nêv teviya gelên Rojhilat de rêber nînîn, neyartiya gelê Kurdistan e.
PYD, dêrîna gelê me, çi genim, çi zeytûn û çi petrol, ji xwe re helal kiriye, bi gelek şêweyan dest datîne ser malê xelkê, ku ji zû ve hatiye hejarkirin, û bi teherekî nenas wan hatinên diravî bincil dike, ku gel tiştekî li ser nizane û nabihîse.
PYD rê dide Baasîyan, saziyên ciwanên Baasî, hêzên êlên Ereb, ku bavê Beşar Esed ewana bi zorê anî bûn herêma Cezîrê, bi mebesta guhartina dêmografiya wê, lê belê nahêle pêşmergeyên „Leşkerî Roj“ bên war û cihên xwe, ku Kurdên Sûrî ne û li ser destê birayêd xwe li başûrê Kurdistanê fêr bûne, û bi ser de jî PYD gef û gerran dide û dibêje: „Eger Leşkerî Roj bite Rojava, em ê bi wan re di şer kevin!“ Birano, hûn vê çewa dinirxînin binirxînin, ez vê helwêstê mîna „dij-Kurd“ dibînim.
Şerîf Şehatte, ku endamekî „Encumena gel“ a desthilata Esed e, berî niha bi çend rojan li ber televîsiyonê, bi aşkereyî got, ku PYD û saziyêd wê parek ji sîstema fermî û ji leşkerê Erebî Sûrî ne, ewana dikarin bi çekên xwe bên Şamê, ji ber ku hevbendên me ne, em dostên hevin û bi hev re li dijî têrorê dixebitin. Berî wî kesê dûvik, Beşar Esed bi xwe jî gotibû.“Em harîkariya PYD bi her şêweyekî dikin.“
Hêrişa siyasî ya PYD, ne li ser desthilata Esed e, ew li ser Itîlafa hêzên şoriş û hembervaniya Sûrî ye, li ser ENKS ye û li ser serok Masûd Barzanî ye, bi ser de jî ew serok Barzanî ji bo komkujiya Til Temir tawanbar dike û hîn salek derbas nebû ye, di ser piştevanîya wî re ji bo rizgarkirina Kobanê, ku pêşmerge hinartin û harîkariya PYD kirin. Qey eve bihayê wê biratiyê ye?
Hemî gotin ên mezinên „Desthilata Demokratî“ ya „Nedemokrat“, ku tê de yek peyv li ser Kurd û Kurdistanê nayên kirin, hêrîşên dirinde û ters in, li ser tevgera neteweyî ya demokrat a Sûrî û Kurdistanî. Ma ev siyaset heta kijan pileyê dikeve berdestîya gelê me?
PYD, li ciyê „Rojavayê Kurdistan“, tenha peyva „Rojava“ bi kar tîne, li ciyê alaya kurdî ala Lîtwaniya hildide, li ciyê Pêşmerge „Girîlla“ bi nav dike, li ciyê „Mafê gelê Kurd“, serekên êlên Ereb, ku hinek ji wan amade ne bi xwîna Kurdan destnimêja xwe bikin, tîne ba xwe, çekan dide wan û wan dike desthilatdarên îdareya xwe canbaz, lê siyasetmendên Kurd digire û davêje zindanan, an herroj wan dixîne metrsiya kuştinê.
Gelo, ma çi kar ji van karan „demokrat“e heta ku navê xwe kirine Partiya Yekîtiya Demokrat?
Bila rewşenbîrên me li bakurê Kurdistanê bi wijdan li vê tabloya reş temaşa bikin û gotina xwe li ser wê bibêjin.
Cankurd