Qirkirina li Parîs`ê trajedîya mirovahîyê ye!

Wek tê zanîn, terorîstên `Îslamî`li Parîsê bi çekên otomatîk êrîşî navenda kovarekê kirin û tevkujîyek pêkanîn; di encam de deh rojnemavan û du polîs kuştin. Yek ji van rojnamevanan jî nivîskar û edîtorê Charlie Hebdo, Stephane Charbonnier bû!

Nivîskarê Fransî Stephane Charbonnier li hember qirkirin û berxwedana Kurdan ya ji alî terorîstên `Dewleta Îslamî` hestên xwe weha bi lêv kiribû:

“Ez ne KURD im, gotinek bi Kurdî jî nizanim, nikarim navê nivîskarekî Kurd jî bibêm. Çanda Kurd, ji min re bi tûmî bîyanî ye. Ax belê, carna min xwarinê Kurdî xwarîye. Em ji vana derbasbin.

Îro ez Kurdim, Kurd dihizirim, bi Kurdî dipeyivim, bi Kurdî sitran dibêjim. Kurd digirîm. Kurdên li Sûrî ne Kurd, mirovahîya li hember hêzên tarî şer dikin. Jîyana xwe, malbatên xwe, welatê xwe diparêzin. Nûnerîya beşê herî bi biryar, yên li hember êrîşên DIÎŞê şer dikin, dike. Ne tenê li hember `Îslama fanatîk`, li hemberî çetetîya barbar jî me tevan diparêzin.

Qaşo hevpeymanîya ku li hember gerdenbirran hatîye avakirin ma bi bawerî ye? Ji ber egerên cuda, gelek endamên wê, berjewendîyên xwe yên stratejîk, aborî û polîtîk dihizirin. Îro li hember mirinê tenê gelê Kurd heye.”

Nivîskar û edîtorê Charlie Hebdo, Stephane Charbonnier, bi lêvkirina hestên xwe yên li hember êrîş û qirkirina `Dewleta Îslamî` ya li hember Kurdan û taybetî li hember Kurdên Şingal û Kobanî, di eslê xwe de berpirsarîya xwe ya mirovî, rewşenbîrî û nivîskarîyê pêk tîne!

Lê li vê dunyaya ku ewqas xerabî û hovîtî rûdaye, gelo çend mirovê ku mîna Stephane Charbonnier mane!? Gelo berpirsîyarîya rewşenbîrên Kurd çiye?…

Charbonnier, di derbarê terorê de, ne tenê behsa helwesta Kurdan dike, rexneyek tund li dewletên ku di nava “Hêzên Hevpeyman” de cîh girtine jî dike. Vê hevpeymanîya bi gotina “qaşo” destnîşan dike û dibê: `gelek ji wan bi hesabê berjewendîyên xwe yên stratejîk, aborî û polîtîk ketina nava vê hevpeymanîyê`. Çimkî em baş zanin ku hin ji van dewletan ev rêxistina terorîst da avakirin û hin jî di bin re piştgirîya wê dikin.

Di warê dîrokî, stratejî, aborî û sîyasî de, ji dewletên ku ji pirsgirêka terora li cîhanê, Rojhilatanavîn û êrîşên li hember gelê kurd berpirsîyar yek jê jî Firansa bi xwe ye. Çimkî teror ji bêdadî, mêtinkarî, şûndeman, xizanî û nezanîyê çêdibe û yên dibe egerê vana jî mîna bûmerangê hertim li wan bi xwe vedigere.

Gelê Kurd, ji şerê cîhanê yê yekê û virde ku bi taybet Kurdistan bi peymanên Sykes-Pîcot û Lozan ji alî dewleta Firansa û Brîtanya û hevkarên wan hat perçekirin û heta îro rû bi rûyî terorek dijwar ya dewletên mêtinkar hatîye û hemû cîhan jî alîkarîya van terorîst-dewletan kirîye.

Çima rêxistinek terorîst mîna DÎIŞ derkeve holê û çima bi taybetî Kurdan ji xwe re bike armanca qirkirin û ji holê rakirinê?

Yek jê ji bo ku Kurd bindest in û bê xwedî ne. Heta niha kê çi bi serê Kurdan anî, ji wan re ma. Kurd, li Başûr û Başûrêrojava bûn xwedî hêz û desthilatî. Ji bo ku hukumeta Malikî mûçeyên fermanber û karmendên herêma Kurdistanê birrî, Serokê Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî got: “Emê serî li destûra gelê xwe bidin û biçin referandûma serxwebûnê!” Ji bo ku herêm qismen di bin garantorîya Amerîka de bû, dewletên mêtinkar mîna Iraq, Îran, Turkîye û Sûrîye (tevlî ku Malikî hêzên leşkerî şand herêmê û rayedarên dewletên din bi gef gotin, `em destûr nadin dewleta Kurd` jî) nikarîbûn rasterê êrîşî ser herêma Kurdistan bikirana. Loma bi rêya hêzek mîna DÎIŞ`ê wê `dawî li desthilata herêma Kurdistan bianîyana`(!) Lê ji bo her kesî, carna `hesabê malê û sûkê li hev dernayê`.

Hinek hêz û dewletên herêma Rojhilatanavîn, bi taybet jî Turkîye û Îran, digotin qey vê carê jî wê kes bi gazîya Kurdan de neyê û `bi rêya DÎIŞ`ê em`ê pê li wan bikin. Lê Amerîka û Ewropa, baş zanibûn ku ev hêzên terorîst, piştî Kurdan wê êrîşî wan jî bikin û ji bo wan tehlûkeyek mezin e. Loma pêşî Amerîka û pişt re Ewropa bi lez di gazîya Kudan çûn.

Di asta herî bilind de, Serokê dewleta Fransa François Hollande, bi rêûresmek fermî çû serdana Serokê Kurdistan Kek Mesûd Berzanî, alîkarî û piştgirîya dewleta xwe pêşkêşî Kurdistanê kir. Ev jî ji bo êrîşê kare egerekî sereke be, ji bo êrîşên terorîstên Îslamî li hember gel û sazîyên Fransa.

Mafê tu hêz an kesekî tune ye ku li ser navê, dînekî an îdeolojîyekê êrîşî kes û sazîyên sivîl û bêçek bike. Fransa welatekî “laîq” e û azadîya ramanê lê heye. Ev kovara bi navê Charlie Hebdo dertê, pêşî bi navê Hara-Kiri dihat weşandin. Ew wek mêzîna demokrasî û azadîya ramanê li Fransa derket holê û di cıvata Fransî de çi qedexe û tabûyên dînî, ehlaqî û sîyasî hebû rexne kir û zor da hemû sînorên azadîya ramanê.

Êrîşkirina vê sazîya weşanê, kuştina wan rewşenbîr û polîsên ku nobeta wan dike, karekî terorîstî ye! Bi tu şêweyî, kes nikare xweş bibîne û biparêze. Yê vê êrîşê rast bibîne, vê terorîzmê geş dike û dibe hevparê wê. Ji bo terorîzma rêxistin yan dewletan tu sînorekî mafedar yê meşrû tune ye.

Kesek nikare xwe xwedîyê dîn, mezheb an bawerîyekê  îlan bike û li ser navê cemaet, pêxember an Xweda çete, partî an dewlet ava bike û here yên wek wan bawer nake an nafikire bikuje. Ev wahşet e û tenê xwe û bawerîya xwe dikuje û qels dike.

Ez vê terorê, mîna terorek ku li hember hemû mirovahîyê hatîye kirin dibînim! Ez jî wî camêrî nasnakim. Lê ez êdî baş têdigehîjim ku ew merivekî qenc û xwedî ûjdan bû! Wan terorîstên nexweş, berdêla vê kiryara kirêt bi jîyana xwe dan; lê tu kiryar û ceza nikare jîyana wan kesên ku hemû mirovên li cîhanê dijîn xwedîyê yek maf û qîmetî didîtin bi şûnde vegerîne!…

Gelo yê xwe Kurd his bike jî mafê jîyanê jê re namîne!..

10-1-2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir