PAK alîkariya mexdûrên erdhejê dike

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Amedê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarayan berhev dike û paşê jî wan alîkariyan bi ser mexdûrên erdhejê de dabeş dike.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ragihand ku rêvebir û endamên Teşkîlata Amedê ya PAKê ji roja 6ê sibatê ve, ji alîyekî ve seredana wan cihên ku di erdhejê de rûxane dikin, ji alîyekî ve jî xebatên xwe yên ji bo alîkariyên mexdûrên erdhejê didomînin.

Alîkarî  ewilî li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji hev têne cudakirin û paşê jî ew alîkarî li wan mexdûrên ku hatine tesbîtkirin têne belavkirin.

PAK herwiha dide zanîn dê ji niha pê de alîkarîyên xwe di bin navê Platforma Alîkarîyê ya Ji Bo Mexdûrên Erdhejê ku ji aliyê  PAK, Partiya Demokrat a Kurd (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGERê) ve hatiye avakirin bimeşîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *