LI NORWEÇÊ CIVÎNA DANASÎNA PWKyê

Îro (02-12-2023), li bajarê Stavager ya Norweçê civînek danasîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate pêk anîn. Nûnerên PWKê Selîm Uzun, Nezîr Akat, Nîmet Mumtaz Aydin û Zinar Soran beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê hate vekirin. Di civînê de gelek kesatîyên siyasî û nûnerên partîyên kurd beşdarî civînê bûn. Piştî aghadarîyên li ser pêvajoya, kongreya yekîtîyê û damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê, civîn bi pirs, nerîn û pêşniyarên beşdaran û bersîvên pirsan dawî hat.

Piştî civînê, bi gelek heval, hogir û dostên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) şevbuhêrkek hate amade kirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *