Rondikên Viyanê bandor li Koşka Sipî kir

Hewlêr (Rûdaw) –  Parlemantera kurd a êzidî Viyan Dexîl xwe amade dike ku vegere Bexdayê û pêşniyaryasayekê bide Serokatiya Parlamentoyê û wan kesan tawanbar bide naskirin ku alîkariya DAIŞê kirine û di revandina jinên êzidî de dest hebûn.

Ew parlamentera kurd a êzidî ya di parlamentoya Iraqê de roja 5ê Tebax a sala borî di parlamentoya Iraqê de bi girî daxwaza alîkariyan ji cîhanê ji bo xelkê êzidî kir, niha wiha hizir dike ku welatên rojava bersiva rondikên wê dane û dibêje: “Li Koşka Spî ji min re gotin ew roja tu girriyayî, demildest me civînek awarte û bilez lidar xist.”

Viyan Dexîl rene li hikûmeta Bexdayê jî girt, ku heya niha tenê 7 milyon dînar ji rizgarbûyiyên destê çekdarên DAIŞê re xrec kiriye.

Rûdawê hevpeyvînek bi parlamentera kurd a êzidî Viyan Dexîl re kiriye. Em wê hevpeyvînê li vir belav dikin.

Rûdaw: Ew u xûl in tu di parlamentoya Iraqê de ye, te kariye çi ji êzidiyan re bikî, Gelo ew ji te razî ne? 

Viyan Dexîl: Rast e ez du xûl dibe ku li parlamentoyê me. Herwiha ez Seroka Komîteya Xizmetguzariyan jî bûm. Bi ratsî min dixwast wê îspat bikim ku ez parlamenterk im ku ji hemû xelkê re kar dikim. Nêrînek hebû ku renge ez tenê ji êzidiyan re kar dikim, lê ew yek ne wisa bû. Zêdebarî hemû wan tiştan, di hizra min de bû ku ji navçeya êzidiyan gelek deng dane min û gerek ez xizmeta wan bikim. Min hizir ji wê yekê dikir ku çawa bikarim xizmeta Şingal û navçeyên derdorê bikim. Eger bi projeyên xizmetguzarî be yan jî damezrandina xelkê be. her çiqas di xûla berê û ya niha de jî, ji ber hebûna hinek arîşeyan hikûmeta nikare gelek karê avedankirinê bike û xizmetguzariyan pêşkêş bike.

Ez şanaziyê dikim ku min karî projeyekê pêşkêş bikim û li Şingalê komelgeheke mezin a akincîbûnê bê avakirin ku hemû pêwsîtiyên Şingalê di warê akincîbûnê de tije dikir, lê mixabin dema DAIŞ çûne nava Şingalê, hemû tiştek têkçû. Ew e mezintirîn projeya akincîbûnê bû ku ji hejmarek balaxaneyan pêk dihat.

Rûdaw: Êzidiyan berî tirsa wê hebûn ku DAIŞ êrişî wan bike? Wan tu ji wê metirsiyê agahdar kiribûn?

Viyan Dexîl: Xelk dibêjin DAIŞê di 10ê Hezîranê a 2014an de êrişî Mûsilê kir, lê ne wisa ye û DAIşê di 2003, 2004 û 2005an de li Mûsilê bûn. Me gelek mînak hene. Êzidî û Şebek û netewên din ên wê navçeyê nedikarîn herin nav Mûsilê û dihatin kuştin. Ma  li Mûsilê ji zanîngeh û peymangehan nedihatin derxistin. Heta eger polîsek êzidî jî biçûba Mûsilê, wan dikuşt. Lê belê tiştek ku bibû sedem êzidî hest bi metirsiya mezin nekin ew bû, ku DAIŞê digot, qaşo ew hatine tenê li dijî hikûmeta Bexdayê şer bikin. Li Mûsilê, di destpêka de tenê daxwaza çûna êzidiyan kir û komkujî li dijî wan nekir. Heta ku hatine Tileferê jî, nerîna me wiha bû ku li cihê xwe bimînin û Şingalê biparêzin, çimkî DAIŞ hatiye li dijî Şîe şer bike nek li dijî me, lê belê piştre ew qewimî ya ku me dît.

Rûdaw: Yanî DAIŞ di destpêka de nedixwast niyeta xwe li hember êzidiyan bi wî awayî nîşan bide?

Viyan Dexîl: Na, wek min got, destpêka wan li Mûsilê û Tileferê daxwaza kirin êzidî biçin derê. Wan xwast wha bidin xuyakirin ku ew li dijî Şîe ne. Ew yek jî bû sedem ku hejmarek zêde ji kurdên êzidî pêşbîniya êrişek wisa nekin û bikevne ber destê çekdarên DAIŞê.

Rûdaw: Piştî girtina Şingalê, te li parlamentoyê gotarek xwand û ji ber girînê te kontrola xwe ji dest da, wê yekê jî dengvedanek mezin çêkir. Gelo te pêştir xwe ji bo wê rojê amade kiribû?

Viyan Dexîl: Na. Daxuyaniya min roja 5/8/2014an bû. Tenê 2 roj bûn ku DAIŞî ketibûne nava Şingalê. Rojên herî zehmet ên jiyana min ew her 2 roj bûn. Saniye bi saniye nûçeyên gurçikbir û biêş dihigîştin min. Ji min re digotin, wa çend jinên din birin, wa çend keçên din revandin. Wa çend zarokên din ji birça dimirin û ji têhna dixeniqin. Xelkek gelek zêde li çiyayê Şingalê asê bibûn, bê av û bê nan. Ew roj ti carî ji bîr naçin.

Rojek berî civîna parlamentoyê min ew gotar nivîsand, lê min pêşbînî nedikir ku dengvedanek wisa hebe. Bi xwe w girîna min tiştek nebû, çimkî ez berî jî berdewam digirriyam. Min xwe ji wê yekê amade kiribû ku gelek bihêz bim û negirrîm da ku dengê min bigihîje hemû xelkê cîhanê û alîkariya me bikin û bi hawara me werin.

Rûdaw: Yanî tu bi wê şêweyê bihêztir dibûy eger tu negirrîbay?

Viyan Dexîl: Dema ku min dest bi xwendina gotara xwe kir, wek şirîta sînemayê, mirina zarokan û evandina keçan û jinan li ber çavên min re derbas dibûn, tenê bi cendek di nav salona parlamentoyê de bûm û êzidî gelek bêkes û bêxwdî dihatin ber çavê min. Guneha wan çi bû wisa bi ser wan de were? Êdî rewşa saykolojiya min wisa lê hat û min bîr ji wê jî nekir ku gelo ez dikarim bandorê çêbikim an na, çimkî bi ratsî dilşikestî û birîndar bûm.

Rûdaw: Gelo êzidiyên li çiyayê Şingalê bi telefonê bi te re di pêwendiyê de bûn?

Viyan Dexîl: Belê, nûçe bi dûv hev de dihatin û her kesek behs açîrokekê dikir. Tu nikarî bêjî çîroka kîjanî dilhejîntir bû. Çimkî her kesek û bi curekê û vi êşekê dinaland.

Rûdaw: Di serdana xwe ya bo derve de te çi bihîst, li wir te guh li dengvedana girrîn û hawara xwe bû?

Viyan Dexîl: Piraniya ew berpirsên rojavayî ku min dîtin, digotin heta wê dema ku tu negirriyayî û te hawar nekir, me nedizanî bi wî awayî karesat bi ser êzidiyan de hatiye. Rast ew girrîn û hawarkirin bû, lê dengekî bilind bû ji bo ku daxwaza alîkariyê bikim.

Rûdaw: Di dema xwendina gotara xwe de, gelo te gelek hest bi bêkesiya xwe dikir?

Viyan Dexîl: Hemû ewên li derdora min bûn û bi min re sekinîbûn, ez wan bi kesên xwe dizanim, lê ligel wê jî min hest bi bêkesiyê dikir dema ku min êzidî didîtin wiha bi ser wan de tê û dengê wan naihîje cîhanê.

Rûdaw: Hinekan li ser wê baweriyê bûn ku di heman demê d tu bextewer jî bûyî, çikî hevdem bi hezaran keç û jinên êzidî iirriyan û kesê jî nedidît, lê hemû cîhanê girrîna te dîtin?

Viyan Dexîl: Rast e. Girrîna min wergêrana girrîna wan bû. Ez ji xwe re nedigirriyam. Ez ne birçî bûm û ne jî tênî bûm, belku ez ji bo dilê wan ê şikestî û birçîtî û tênîtiya wan digirriyam. Her çawa ba, gerek cîhan ji çavên kesekî ve rondikên wan biîtiba.

Rûdaw: Welatên rojava ku xwediyê çend navend û dezgehên lêkolînê û berhemanîna biryarê ne û li ser Bingeha nirxandinê û lêkolînê biryarê didin, tu wiha nabînî ku wê carê di jêr bandora aliyê sozdarî de tevgeriyabin?

Viyan Dexîl: Rast e. Ku ez çûme Koşka Spî, ji min re gotin dema ku tu di parlamentoyê de gotara xwe xwand û bi wê awayê girriyayî, me civînek bilez lidar xist û me biryar da balafir û hêza piştevanî ya mirovî û serbazî ji bo alîakriya we û lêdana DAIŞê bişînin, lê nerîna min bi xwe wiha ye ku bandora medyaya gelek ji giîna min baştir û zêdetir bû.

Rûdaw: We ji êzidiyan re daxwaza çi kir?

Viyan Dexîl: Niha baştirîn alîkarî ji êzidiyan re ew e ku cîhan rûbirûyê DAIŞê bibe û ew (DAIŞ) nemînin. Piştre alîkariya mezin ew e ku keç û jinên revandî bên vegerandin. Zêdetirîn fokosa me li ser wê yekê ye û gerek rêxistinên mirovdost alîakriya xortan bikin û navenda çareseriya saykolojî were vekirin. Çimkî kesên qurbanî ji aliyê saykolojî ve pêwîstî bi alîkariyê hene û pêwîst e wek qurbaniyên şer mûçe ji wan re were diyarkirin ku wan xelkek ji dest daye. Piştî wê jî, vegeryana xelkê bo cihên wan û avedankirina cihên kavilbûyî tê.

Rûdaw: Di serdanên te de, te gul ji soz û peymanan bû bo wan daxwaziyan?

Viyan Dexîl: Her tiştek ji destê min hatibe, min kiriye. Eger min daxwaza ji welatiyekî asayî jî kiribe, lê ew yek mijarek e ku pêwendî bi komkujiyê ve heye û gerek bi awayekê yasayî here pêş û ew dosya neyê biçûkkirin.

Rûdaw: Heya niha çend kes ji êzidiyên bindestê DAIŞê hatine rizgarkirin?

Viyan Dexîl: Heya niha me wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye 1700 kesan rizgar bikin, wiha bawer im ku ji wan jî 600 kes keç û jin in.

Rûdaw: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê kirîza darayî de pereyekî zêde xerc kiriye bo vegerandina keç û jinên êzidî, te daxwaza ji parlamento û hikûmeta Bexdayê nekiriye ku ew jî pere dabîn bikin bo vê armancê?

Viyan Dexîl: Min daxwaza pere li parlamento û hikûmeta Bexdayê kiriye, lê wan pere xerc nekirin. Hinceta wan jî ewe e ku yekem; wan bûdce nîne, duyem; qaşî ew yek rêyeke yasayî nîne, sêyem; ji hemûyan ecêbtir heya niha hikûmeta û parlamentoya  Iraqêtenê 7 milyon dînar xerc kiriye, ew jî bo ewên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku ji wan re cilûberg hatiye kirrîn.

Rûdaw: 7 milyon dînar?

Viyan Dexîl: Belê 7 milyon dînar.

Rûdaw: Ew kurdên êzidî yên ku çend sal in li Ewropayê akincî ne û xwediyê sermayê ne, çawa?

Viyan Dexîl: Hejmaek zêde ya kurdên êzidî li seranserî welatê Ewroapyê alîkarî kom kirine û şandine. Beşek ji wan hêj  dişînin, hinek ji wan jî bi rêya rêxistinan ve alîkariyan dişînin.

Rûdaw: Destpêka meha Temûzê bêhnvedana parlamentoyê dawî pê tê. Min agahî hene ku tu dixwazî li Bexdayê dest bi çalakî û tevgerê  bikî, dixwazî çi bikî?

Viyan Dexîl: Ya rast ez dixwazim piştî ku gihîştim Bexdayê, îmzayan kom bikim da ku projeyasayekê bidim parlamentoyê. Di wê projeyasayê de ez daxwaza wê dikim, ewên dest di revandina keç û jinên êzidî de hebûn, yan jî bi şêweyek ji şêweyan  alîkariya DAIŞê kiribin, wek tawanbarên şer bên dîtin, ku ew jî dê bo paşeroja nêzîk a êzidiyan gelek mifa hebe.

Rûdaw: Te beşek ji kesên rizgarbûyî dîtine, çîroka kîjan ji wan gelek tu perîşan kirî?

Viyan Dexîl: (Bi girrîn ve) keçek bû. Belê min keçek dît û hat bal min û ji min re got, alîkariyê bide min da ku ez didanên xwe der bînim û zimnaê xwe bînim derê, çimkî ez neçar kirim bi wan re seksê bikim. Ji ber wê jî ez ji her cihekê xwe acizim, ez ji didan û zimanê xwe acizim, dixwazim wan derbînim.

Rûdaw: Êzidî dibêjin ewe cara çenê ye ku tên komkujkirin, lê gelo w komkujî biêştirînê wan e?

Viyan Dexîl: na, bi hizra min ewa ya herî metirsîdar nîne, çimkî ewa niha hatiye tomarkirin û bi wêne, deng, hejmara û agahiyan, qurbanî hatine tomarkirin. Ewên berê xirabtir bi êzidiyan kirine, pêştir jî zilam dikuştin û keç dibirin û zarok dişewitandin, lê nedihat tomarkirin û nedihat nivîsandin. Lê niha xelkek hebû ku bi hawara me ve hat, lê pêştir kesek bi hawara me ve nedihat.

Rûdaw: Piştî wergirtina xelatan, kesatiyên cîhanî ji te re çi gotin?

Viyan Dexîl: Ez 3 caran hatim xelatkirin ku ya herî dawî li Nemsa (Avustury) bûku min xelatê Serokwezîr wergirt. Hemûyan digot te karekî baş kir ku te hawar kir û tu girriyayî. Digotin, ew yek bû destpêkek ji bo bi hawarçûna êzidiyan, lê belê ew yek bûye berpirsatiyek mezin li ser milê min jî. Gerek ez bi wê şêweyê berdewam bim.

Rûdaw: Dadgeha Bilind a Tawanan hêj girîngiyê bi komkujiya êzidiyan dide?

Viyan Dexîl: Em gelek hewl didin ku dosya ber bi pêşde here. Arîşe dîsan hikûmeta Iraqê ye ku endam nîne di wê dadgheê de. Ji ber wê jî eger me zanî ku Bexda tiştekî nake, bi neçarî gerek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe hewl bide da ku bi rêyên xwe ve çareserek ji wê mijarê re bibîne, da ku dadgeha Lahay kar li ser bike. Me belgenameyên pêwîst amade kirine.

Rûdaw: Niha daxwaza heye ku Şingal bibe parêzgeh?

Viyan Dexîl: Pêwîst e Şingal were rizgarkirin û piştre vegere ser Herêma Kurdistanê. Cîranên me çi bi me nekirin. Em keştiyê destê cîranên xwe ne. Heta ew welatên erebî jî ku li derdora me ne, dema zanîn ku em mijûlî wê yekê ne ku vegerin bo ser Herêma Kurdistanê, ew yek bi serê me de anîn.

Rûdaw: Tu çima çûyî ser çiyayê Şingalê, dema balafir ket xwarê?

Viyan Dexîl: Destpêkê di bernameya min de nebû ku ez herim ser çiya. Destpêkê ez çûme binkeya firokevanan da ku sipasiya wan bikim. Xelkê Duhokê ser hev alîakriyên xwarin û vexwarinê û alîakriyên din dibirin wê binkeyê û wan jî dibir ser çiya. Rojane 4 heya 5 caran diçûn û dihatin. Dema min ew hemû xelk dît, ew hemû pêşmerge, piştre min fiokevan dît ku bi dilgermî karê xwe dikir, dilê min gelek xweş bû. Firokevan bi ehmet be, ji min re got, Viyan xan tu dizanî rondikên te ez ji Besrayê anînm vir? Em ber bi çiya birêketin û piştî ku alîkarî gihandin wê derê, min daxwaz kir hinek ji keç û jinan bi xwe re bînin. Ewa min li wir dît, nayê gotin. Êdî ji ber ku barê balafirê giran bû, ket xwarê.

http://rudaw.net/kurmanci/interview/29062015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir