Li Kerkukê Makezagona Federal binpê dibe…

İbrahîm GUÇLU 

Li Iraqê piştî ku Rejîma Baasê hat rûxandin û Dewleta yekbeş û neteweyî erebî hat tasfiye kirin, tê zanîn ku ji bona Dewleta nû ya Iraqê minaqeşeyekê dest pê kir. Di encama gelek minaqeşeyên dijwar de kurdan û ereban li hevûdu kirin ku dewleteke federal li Iraqê ava bibe. Ji bona Dewleta Federal ya Iraqê reşnivîseke makezagonê hat amade kirin, di sala 2005an de jî encama rêferandûmeke gel, makezagon hat pejirandin. Dewleta Iraqê gor sîstem û pîvanên dewleta federal jinûve ava bû. Sînorê welatê neteweya ereb û neteweya kurd hat diyar kirin. Hezar mixabin Kerkuk li derveyî sînorê Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê hat hiştin. Lê ji bona qedera Kerkukê, di makezagonê de wek xalekê hat diyar kirin ku di sala 2007an de rêferandûmek bê li darxistin.

GELO PÊKVEJIYANEKE NÛ PÊK HAT, AN PÊK NEHAT?

Piştî ku di makezagonê de dewlet li Iraqê bû dewleteke federal, divê bi her awayî  çandeke dewletbûnê û  pêkvejiyaneke nû dest pê bikira. Neteweya Ereb, ji neteweya serdest derkeve, bi neteweya kurd re bibe wekhev. Dawiya nîdadperestiyê bê. Dawiya bêkurdkirina Kurdistanê bê. Divê serwerî û desthilatdarî gorî pîvanên wekheviya du neteweyan parve bibe. Neteweya kurd û Kurdistanî, li Kurdistanê serwer û desthilatdar bin. Dewlemendiya Iraqê wek pîvana “biratiyê” û wekhevî parve bibe. Zorbatiya Dewleta Yekbeş û nîjadperest ya ereb dawî bê. Jiyaneke wekhev, demokrat, bi dad, gor hikûqa Dewleta Federal ya Iraqê ava bibe. Demokrasî wek sîstema jiyana dewletê, rejîmê bê pêşxistin.  

Lewra Dewleta Federal, xwediyê wateyeke nû bû. Dewleta federal, ne dewleta neteweye ereb bû. Dewleta Federal, dewleta kurdan, ereban, hemû neteweyên din yê bi hejmar biçûk bûn. 

Hezar mixabin piştî ku Şîayên Ereb jî bûn deshilatdar, wan jî wek erebên sunî û baasî, çand û kevneşopiya berê meşandin. Nexwestin ku Dewleta Federal bi awayekî çalak û hiqûqî û wekhevî ava bibe. Dev ji desthilatdariya nîjadperestiya neteweyi ya ereban bernedan.

Desthilatdariya Erebên Şia, hewildan ku makezagona federal bêwate bikin û ji holê rakin. Dewleta Federal bikin dewleta berê ya ûnîter û yekneteweya ereb.    

Heger kurd xurt nebe û pêjirandina hiqûqa navneteweyî nebe, Terefa Ereb gelek bi hêsanî dikare Dewleta Federal ji holê rake. Ji bona ku Dewleta Federal ya Iraqê dawî bîne jî, piştî Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi îşgala Kerkukê û êrişa Hewlêrê ev yeka aşkere kir. Lê şikest xwarin û serkeftî nebûn.

Terefa Ereb ji bona ku rêferandûma Kerkukê nayê li darxistin. Dest bi gelek lîstik û planan kir. Lewma jî rêferandûma Kerkukê pêk nehat, rewşa Kerkukê zelal nebû. Ew bi serê xwe binpêkirina makezagona federal e.

Terefê Ereb, ji bona ku Makezagona Federal bin pê kir, gorî hiqûqa dewleta federal tevnegeriya; terefê kurd ji bona dewleteke serbixwe û konfederal biryar girt, rêferandûma serxwebûna Kurdistanê lidarxist. Ev helwest û biryara terefê kurd gor hiqûqa dewleta federal rewa û di cî de bû.

Lê Terefê Ereb li dijî encama rêferandûmê derket. Ev helwesta Terefê Ereb li dijî Hiqûqê Dewleta Federal bû. Hezar mixabin piştî ku Kurdistanîyan ji bona dewleta serbixwe û konfederal bi rêferandûmê biryar girt, Terefê Ereb tîfaqeke gelek fireh û kirêj û li dijî hiqûqa Dewleta Federal girt. Di nav kurdan de (Di nav YNKê û Goran û PKKê de)  jî, ji bona xwe hevalbend çêkir. Kerkuk îşgal kir.

İşgala Kerkukê îxlal û binpêkirineke mezin ya makezagona federal bû.

Terefê Ereb li wir jî ranewestiya, ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake, êrîşî Hewlêrê kir. Li Pirdê şerekî dijwar çêbû. Terefê Ereb şikest xwar. Ev êrîşa Terefê Ereb û tîfakkarên wan jî, li Hiqûq û Statuya Dewleta Federal xiyaneteke mezin bû.

Lê binpêkirin makezagona federal nesekinî û texrîba dewleta federal domand. Bi taybetî jî piştî ku Kerkuk jinûve hat îşgal kirin, binpêkirina makezagona federal, li Kerkukê bi valakirina kurdan dest pê kir. Wek tê zanîn, siyaseta Rejîma Baasê ya girîng û xeter jî ew bû ku Kurdistanê bike ereb, kurdan ji Kurdistanê sirgûn bike. Enfala Behdînan û Barzaniyan, qetlîama Helepçeyê, piştî ku Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin (1975) erebkirina Kurdistanê û sirgûna Kurdan herêmên ereban encama vê siyasetê bû.

Ji bona kurdan eciz bikin, kurdan ji Kerkukê dûr bixin, beriya vê demekê jî dest bi hepiskirina ciwanên Kerkukê kirin.

Siyaseta Terefê Ereb û desthilatdarên Kerkukê li wir jî nesekinîn, zimanê kurdî jî qedexe kirin. Qedexekirina zimanê kurdî bi awayekî aşkere binpêkirina makezagona federal û ji bona tunekirina kurdan hewildaneke nîjadperest e.

Di van demên dawî de jî desthilatdarên Kerkukê dest pê kirine mal û xaniyên kurdan hildweşînin. Ji bona vê bûyera xeter û dijminitiya kurdan BasNews dibêje ku:

“Desthilatdarên Kerkûkê bi sedema ku malên hemwelatiyên kurd bi awayekî neyasayî hatine avakirin, hilweşandina xaniyên welatiyên kurd didomînin.

“Piştî ku heftiya borî parêzgarê Kerkûkê çend mal li taxeke ereban hilweşand, bi bahaneya bi awayekî neyasayî hatibûn avakirin, aliyên erebî û erebên hawirde derketin derve û çend daxuyaniyên li dijî wê dan, lewma niha hilweşandina xaniyan li taxên kurdan careke din dest pê kiriye.

“Duh li taxên Barûtxan û Derwaza çend malên kurdan bêyî hişyariyek berê hilweşandin.” (Bas News)

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Hîç şik tune ye ku karên desthilatdarên federal yên Kerkukê li hemberî kurdan tewan e û li dijî Makezagonê ye û li dijî hiqûqa federal e. Loma divê kurd û hikûmeta Kurdistanê li hemberî vê xirabiyê dualî xebat bike. Aliyekî xebatê, siyasî ye. Aliyê din jî hiqûqî ye.

Divê Hikûmeta Kurdistanê çavên xwe li van nehiqûqiyan negre, rêya dadgehê bi kar bîne. Serîlêdana Dadgeha Makezagonê bike ku hiqûqa dewleta federal li Kerkukê tê bin pê kirin.

Li aliyê din jî Hikûmeta Kurdistanê, bala Hikûmeta Federal ya Iraqê bikşîne û  hayîdar bike ku desthilatdarên Kerkukê û deverên din yên Kurdistanê ku  ji derveyî desthilatdarîya Dewleta Federe ya Kurdistanê, ev xirabîyan nayên kirin. Bala Hikûmeta Federal ya Iraqê bê kişandin ku ev dê bibe sedema şerekî.

Divê Hikûmeta Federal ya Iraqê jî, rê nede van kar û hewildanên li dijî Hiqûqa federal û helwestên nîjadperest. Divê raste rast destwerdana ev karên nîjadperestî bike. Wê demê demokrasî pêş dikeve, di navbeyna kurdan û ereban de bawerî çê dibe. Dewleta Federal cî bi cî dibe û pêş dikeve.

Diyarbekîr, 26. 08. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *