Li Kana Komirê bobelat!

Li bajarê Soma ya Tirkîyê îşev di kana komirê de trafoya elektrîkê teqîya û şewat destpêkir.
Ji ber ku trafo li nêzikê devderîyê kanê bû rêya rizgarkirina karkeran jî zortir dikir.
Di kanê de gelek karker hebûn û li gor agadrîyên fermî, ji ber teqîn û şewat û dûkelê heta niha hejmara mirîyan gihîştîye 201 ê û birîndarjî 80 kesin.
Tirs heye ku hejmara mirî û birîndaran pirtir bibe. Li Tirkîyê li kanan û deverên karan de gelek car qeza û bobelat çêdibin. Lê bobelata vê kanê dilêşîyek mezin çêkirîye!
Em sersaxî ji kes û malbatên mirîyên vê bobelatê re dixwazin, bênfireyî hêvîdikin.
Her weha em hêvîdarin ku bobelatên weha neyên serê karker û kedkaran!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *