Kongreya Netewî

Çi li welatên azad û çi li welatên bindest û mêtingeh be, Kongreya Netewî, di asta herî bilind e nûnertîya hemû neteweyê ye.

Li welatên azad û demokratîk, nûnerên Kongreyê, bi rêya hilbijartinên demokratîk rasterast ji alî gel ve tên hilbijartin. Li hin welatan, wek temsîlîyetek demokratîk Meclîs yan Konseyên nûneran wezîfeya Kongreyê dibîne.

Lê li welatên bindest û wek Kurdistanê perçebûyî û mêtingeh, li ser navê neteweya bindest, tenê dikare Kongreyek awarte ya rêxistin, partî, nûnerên cemaet, kêmnetewe û sazîyên sivîl û hwd bê avakirin.

Kurdistan di 1639 de bûye du parçe û di 1923 de bûye çar perçe. Her perçeyek di bin destê rejîmekê de ketîye kêsimek xweser, loma şêweyê rêxistinî û xebata wan jî ketîye fesala mercên wan. Hertim daxwaz û tekoşîna her perçeyekî, dikare bi yê din negunce û carna dikare berjewendîyên wan dijî hev be jî. Gava em di nava perçeyan behsa Konreyekê dikin, divê van mercan tev li ber çav bên girtin.

Loma divê berêberê her perçe di nava xwe de bi armancên zelal yekîtîya xwe ava bike û dûvre karibe bi nûnerên perçeyên din re were ba hev û behsa Kongre, Konsey, an yekîtîyek neteweyî bike.

Îro partîya ku herî zêde daxwaza avabûna Konreya Netewî dike PKK ye. PKK, ji netewî bêtir wek partîyek îdeolojîk ya ne demokratîk, otorîter, totalîter derket holê. Karê wê yê pêşî, hemû sazî û rêxistinên civatî, netewî û sîyasî neyar îlan kir, dest bi êrîşkirin û belavkirina wan kir. Dîroka neteweya Kurd şolî û înkar kir. Rûmet rê ziman û çanda Kurd neda û pê mijûl nebû. Sembolên netewî, wek Alarengîn û kesayetên netewî red kir. Tevlî ku hevkarî û yekîtî bi tu rêxistin û partîyên Bakurê Kurdistan re nekir, ji xeynî hin têkiliyên demî û taktîk, êrîşî hemû partî û hêzên her sê beşê Kurdistanê yê din jî kir û hîn jî berdewam e. PKK, ji bo ku rûmetê nade îrade û raya gelê Kurd, li perçeyên Kurdistanê yên din jî rêxistin û partîyên Kurd wek hevkar mûhatap negirt, bi navên cuda xwe bi rêxistin kir û êrîşî wan kir, da ku wek li Bakur kir, wan qels bike û ji holê rake. PKK, ji bo ku gel bixapîne û rêxistinên netewî ji holê rake, pêşî wek taktîk serxwebûna Kurdistan û yekîtîya çar perçê Kurdistan parast. Piştî ku serokê PKK A. Ocalan vegerîya Turkîye, êdî vekirî serxwebûna Kurdistan red kirin û gotin: “em li dijî avakirina dewletek Kurd ya netewî ne, em ji bo demokratîkkirina dewletên heyî (yên mêtinkar) ditêkoşin.” Vêya ne tenê li perçeyekî, lê ji bo her çar perçeyê Kurdistanê diparêzin. Vekirî li hemberderketina referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistan, wek helwestek stratejîk parastin. Vêya daxwaza mêtinkaran ya sereke ye û li hesabê hêzên şovenist yên îslamî û partîyên çep yên van welatan jî hat. Loma pêşî dewletên mêtinkar (Îran û Iraq vekirî), çepgîrên şoven (12 partîyên çepê Tirk) û îslamîstên di kontrola mêtinkaran de (Heşda Şabî û Komela Îslamî), bi PKK ê re hevkarî kirin.

Di rohnîya van rastîyan de têgehîştin ku PKK, ne rêxistinek netewî ye. Wê gavê PKKa ku bi daxwaz û armancên şolî, neteweya/civata Kurd ber be tunebûnê dahf dide, çima bi israr doza Kongreyek Netewî ya Kurd dike!?

Dewleta ku Berzanî dixwest ava bike, ma qey ne demokratîk bu? Gava dewleta heyî ne demokratîk be, gelên di bin idareya xwe de bi nîjadperestî, mêtinkarî û diktatorîyê bieciqîne û hêza gelan têrneke wê biguherîne û karibin dewleta xwe ya demokratîk avabikin, çi şaşîya vêya hey e!? Ma ne Turkmen, Aşûrî/Keldanî/Ermen, Ereb, Kurd, Ezîdî/Kakayî/Şebek tev beşdarî referandûmê bûn û dengên xwe yê erê bikaranîn. Ma ev ne demokratîk bû? Baş e, ji niha û pê ve hûnê çawa dewleta mezhebî ya İraq demokratîk bikin?

“Demokratîk Modernîte, Demokratîk Federasyon” ku ji alî PKK ve tê parastin, derewên bê bingeh in: gava em şêweyê afirîna dewletê û serwerîya çînan deyinin alîyekî, bi şêweyê îro dewlet, pergalekî bi rêkxistin û rêvebirina civatekê ye.

Netewe dewlet jî, li ser navê neteweyek ku sînorên wê dîyar, avakirina dewletekê ye. Dikare ji neteweyekê zêdetir jî dewletek federal yan konfederal bê avakirin.

Gelên ku li ser navê wan, netewe dewlet hatine avakirin, karîbana bi aweyekî demokratîk xwe birêve bibin û Neteweya Kurd, bi mercên federal an konfederal, bi xwe re wekhev bidîtana û hemû mafê wê nas bikirana, ji xwe îro wê tu pirsgirêk jî tuneba.

Lê rêvebirîyek nîjadperest û li hember gelê xwe jî dîktator, li ser navê neteweyekê dewletê ava bike û here xaka neteweyek din dagîr bike, hemû rûmetên wê neteweyê înkar û qedexe bike û welatê wî talan bike, wî kole bike, xizan û nezan bihêle û neteweya serdest jî bi pirranî dengê xwe ji vêya re dernexe û li hesabê wê bê, çareyek tenê ya neteweya bindest dimîne ku bi serê xwe tekoşîna rizgarîya xwe bide û dewleta xwe ava bike. Loma bi sedan dewlet avabûne.

Di salên 1960/70an de, partîyên çepê Tirka digotin: “Gelê Kurd jî beşek gelê Turkîye ye, çênabe cuda bi rêxistin bibe, emê şoreşa karker ya demokratî pêkbînin, ji xwe ewê jî mafê xwe yê demokratîk bi dest bixe(!)” Îcar bi teorîya Yalçin Kuçuk û Doğu Perinçek lîstik berevacî bûye: vê carê wê PKK gelên Turkîye bi rêxistin bike û şoreşa ‘Demokratîk Modernîte’ pêk bîne(!) Wateya vêya jî heta neteweya Kurd ji holê rabe, wê zarokên Kurd û enerjîya civata Kurd bê xerckirin!

Demokrasî şêweyekî dewletê ye. Gava em behsa demokrasîyê bikin, em behsa dewletê dikin. Li ser xakekê, civatek xwedîyê ziman, çand, dîrok, jîyan û çarenûsek hevbeş be, jê re netewe tê gotin. Gava em behsa demokratîk û neteweyê bikin; em behsa neteweyek ku ji alî dewletek demokratîk tê bi rêvebirin dikin. Loma îro Kurd jî dixwazin li ser xaka xwe ya ku dijîn dewletek demokratîk ava bikin ku hemû gelên bi wan re dijîn jî hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk bi karbînin.

Gava li her perçeyekî yan li her çar perçeyên Kurdistanê Kongreya netewî ava bibe, divê hemû nûnerên gelê Kurd û yê gelên Kurdistanî yên ne Kurd bi rastî bên temsîlkirin.

PKK, bi tena serê xwe xwe berpirsê Bakur dibîne; loma dixwaze wek ensturman hin derûdoran jî beide kêleka xwe. Lê armanca wê ya esasî: bi hêzên Başûr sîyaseta xwe turkîyevanî meşrû bike û hemû hêzên Kurdistanî ji sîyaseta netewî dûr bixe.

Bi lîstikên ku PKK ji xwe re li her perçeyekî Kurdistanê deh partî çêkirîye û ev ne bes in, dixwaze nûnerên sazîyên netewe û dewletên serdest jî tevlê, qaşo “Kongreyek Netewî” ava bike, tiştekî werê ava nabe. Ew jî zanin bi vî şêweyî û bi van daxwazan Kongre ava nabe, lê her ku sîyaseta wan ya ne li berjewendîya gelan eşkere dibe, xapandin û derewek wan derdikeve holê, ji bo derdora xwe bixapînin van merselên cîddî di devê xwe de dikin benîştê propagandeyê.

Ji bok u gelê Kurd bindest û kole bimîne, çi ji destê mêtinkaran tê dikin. Bi xiyaneta 16 Cotmehê jî xwanê bû ku li hember tekoşîna gelê Kurd, çeka mêtinkaran ya herî xurt û dijwar, kirrîn û bi karanîna xayinên Kurd in! Tenê bi yekîtî û hevkarîya hêzên netewî ku dewletek netewî dixwazin, dikare neyar û xayina têk bibe!

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir