Li Iraqê Roja Gorên Komî: Di 288 goran de termê 7370 kesan hatine dîtin

Di roja 16ê Gulanê de ku wekî Roja Gorên Komî tê naskirin, hate ragihandin ku ji roja 16ê Gulana 2003an ve 230 cihên gorên komî hatine dîtin.

Ji ber ku yekemîn gora komî di 16ê Gulana 2003an de hatiye dîtin, Roja Gorên Komî hatiye lêkirin.

Di serdema rejîma Beas de bi hezaran kes bi saxî hatin definkirin, ji wan jî 182 hezar Kurd in, ji ber wê jî Iraq weke welatê gorên bikom tê naskirin.

Herwiha DAIŞê jî ji 2014an ve, gelek gorên komî li pey xwe hiştin ku piraniya qurbaniyan Kurdên Êzidiyên Şingalê ne.

Çend gorên komî hatine vekirin û çiqas mane?

Li gorî zanyariyên hikûmeta Iraqê, heta niha 95 cihên gorên komî hatine destnîşankirin. Ji wan 79 cih hatine kolan û 16 jê mane.

Di nava 79 cihên ku hatine kolandin de, 158 gorên bikomî hatine dîtin ku termên 4291 kesan tê de hatine dîtin.

Derbarê gorên bikomî yên serdema DAIŞê de, heta niha 121 cih hatine destnîşankirin, ji wan 51 cih hatine kolandin û 70 cih jî mane.

Di nava wan 51 cihan de, 130 gorên bikomî hatine vekirin ku termên 3079 kesan tê de hatine dîtin.

Bi giştî, berî û piştî sala 2003an, hejmara giştî ya cihên gorên bikomî li Iraqê 216 bû, ji wan 130 hatine kolandin û 86 jê mane.

Li 130 cihên ku hatine kolandin, 288 gorên komî hatine vekirin û termên 7370 kesan hatine dîtin.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *