Azerbaycan û Ermenistanê protokola Sovyetê îmze kir: Xeta sînor hate danîn

Di demeke ku danûstandinên aştiyê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de berdewam dikin de, herî dawî protokola vegerandina 4 gundên li ser sînorê Azerbeycanê di navbera aliyan de hate îmze kirin.
Li gorî protokolê wê gundên Ermenîstanê li gorî nexşeya topografî ya Serfermandariya Giştî ya Yekîtiya Sovyetê ya di sala 1976an de bi Azerbaycanê ve bên girêdan.

Herwiha komên pispor ên her du welatan li ser sînor dest bi pîvandina jeodetîkê kirin û li ser sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê cara ewil kevirê sînor hate danîn.

Biryar piştî 9emîn civîna komîsyonên diyarkirina sînor bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mustafayev û Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Meher Grigoryan hate eşkere kirin.

Di daxuyaniya nivîskî yaAzerbaycanê de, hate gotin ku aliyan li ser diyarkirina koordînatên xeta sînor a li herêma Gazah axivîne û 4 gundên Ermenîstanê li gorî nexşeya topografî ya Serfermandariya Giştî ya Yekîtiya Sovyetê ya di sala 1976an de were destnîşankirin.

Li aliyê din opozîsyona Ermenistanê biryar şermezar kir.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *