LI IRAQÊ PARLAMENTO/MECLÎS HATIYE ÎŞGAL KIRIN. GELO PİŞTÎ VÊ BÛYERÊ JI BONA KURDISTANEKE SERBIXWE REFERANDUM PÊWÎST E?

İbrahim GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Piştî ku Emerîka û hevalbendên wê mudaxeleyî Iraqê kirin û rejîma Baasê/Seddam hat hilweşandin, dewleta Iraqê jî têk çû.

Bes li Kurdistanê sîstema demokratîk û dewletbûnê dimeşiya. Li Kurdistanê şer pêk nehat. Lewra rejîm hatibû tasfiye kirin.

Loma jî li Iraqê hebûn û nebûna dewletê her dem di rojevê de bû.

Hezar mixabin di wan şertan de, yanî piştî dewlet têk çû, mafê kurdan hebû ku dewleta xwe ya serbixwe wek miletên li Yûgoslavyeyê îlan bikin, lê nekirin.

Miletê kurd li Başûrê Kurdistanê derfetek mezin revand.

Encama referandûma makezagonê, di sala 2005-an de biryar hat girtin ku dewletek federe ya demokratîk li Iraqê ava bibe. Yanî kurdan carek din biryar dan ku bi miletê ereb re jiyanek mişterek û wekhev ava bikin; bi hev re li Iraqê desthilatdar û serwer bin. Dewlet ne milî be.

Lê dema ku ji bona dewletek federe makezagon bi referandûmê hat pejirandin; di hemandem de ji bona dewletek serbixwe ya Kurdistanê referandûm çêbû, miletê kurd ji sedî nod heşt  biryar da ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bibe.

Lê desthilatdar û partiyên siyasî yên Kurdistanê ev biryara pêk neanîn. Bi ereban re dewletek federe ava kirin.

Feqet li Iraqê tu wext dewlet, wek dewletek federe tevnegeriya wek dewletek milî ya edetî ya ereba tevgeriya. Taybetî jî di dema hikûmeta Malîkî de dewlet, wek dewleta milî û nîjadperest ya ereb tevgeriya.

Ev jî bû sedem ku kurd ji bona dewletek serbixwe, bikevin nav lêgerînekê û dest bi xebatekê bikin.

Di encamê de biryar hat girtin ku ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê referandûm, di dawiya vê salê de bê lidarxistin.

Di bin serokatiya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de ev xebata didomîne.

Lê li Iraqê di demek nêzik de bûyerek gelek girîng qewimî. Parlamento/Meclîs ji aliyê hevalbend û terefterên Beni Sadir de hat îşgal kirin.

Nûha hikûmet û meclîs, dezgehên dewleta federe bê mane û bê fonksiyon bûne.

Loma jî jibona dewleta serbixwe ya Kurdistanê hemû şert çê/kamil bûne.

 

Ji bona dewleta serbixwe ya Kurdistanê referandûm ne pêwist e.

Di van şertan de diyarkirina/îlankirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê mafê miletê kurd e.

Divê berpirsiyarên miletê kurd vê wezîfeya xwe pêk bînin.

Amed, 03. 05. 2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *