Amerîkayê êrişa li PDK-Syê şermezar kir

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê êrişa li ser baregeha PDK-Syê şermezar kir.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) doh ragihand ku grûpeke çekdar ofîsên PDKSyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) li Qamişlo şewitandin.

Herwiha li bajarokê Tirbespiyê jî grûpeke çekdar Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha PDKSyê şewitand.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê derbarê êrişa li ser baregehên PDK-Syê de daxuyanî da.

Balyozxaneyê xwest ku di navbera aliyên siyasî de diyalog dest pê bike û kesên êriş kirine werin cezakirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê da zanîn ku ew şewitandina ofîsên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê li Qamişlo şermezar dikin û pêwîst e êrişên li ser ofîs û partiyên siyasî werin rawestandin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê herwiha xwest ku tawanbar werin cezakirin û pêwîst e hemû alî bi hev re danûstandinê bikin ku ji tundûtûjiyê dûr bikevin.

Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Fesla Yûsif doh beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû û li ser bûyerê zanyarî dan.

Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) Fesla Yûsifê anîbû ziman:

“Ev ne cara yekem e ku ofîsên me li rastî van karên çewt û xerab tên. Berî niha ofîsa me ya Hesekê jî hat şewitandin.

Ofîsa me ya Qamişloyê doh cara duyem hat şewitandin. Herwiha ofîsên ENKSyê gelek caran hatine şewitandin.”

Ofîsên partiyên di nav ENKSyê de gelek caran ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine şewitandin û zerereke zêde gihiştiye wan avahiyan.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *