Li İraqê Çi dibe?

Şeyhmus OZZENGIN

İraq, di sala 2005 an de bi destûrek demokratîk û piralî, wek dewletek federal ji herêman hat damezirandin û ev destûr, bi referandûmê hat pejirandin. Herêma Kurdistanê jî wek herêmek federe pê ve hat girêdan. Ji roja ev destûr hatîye pejirandin û heta niha, ev destûr bi piranî bicîh nebûye. Her ku İraq bihêz bûye, dijminatîya vê destûrê û di dijminatîya vê destûrê de dijminatîya Kurd û Kurdistanê jî derketîye pêş.

Li İraq, di 10.10.2021 an de hilbijartin çêbûn. Hilbijartin ji hêla çavdêrîya navnetewî de bi kontrolek bihêz, di aramîyê de pêk hat. Beşdarîya gel a hilbijartinan 41 ji % derbas nekir. Ev jî pejirandina şikestina hêvîya gel a li ser hebûna dewleta İraq dide nîşan, ne a destûr û dewleta Federal! Beşa ku beşdarî hilbijartinan nebûye 59 ji %î ye. Ev nerazîbûna gelê İraqê, rewşa dewletê eşkere dike.

Çima li İraqê ev destûr bicîh nebû û hikûmet nehat avakirin?

Berî hertiştî divê em li qodên avakirina van dewletên ku dagirkarên Kurdistanê ne binêrin. Di virde emê bibînin ku tirkîye, Îran jî, Sûrîye û İraq jî li ser esasê dijminatîya miletê Kurd hatine avakirin. Naskirina mafên Kurd û Kurdistanê, wek dawîya dewletên xwe dibînin. Ji ber wê jî çanda yekalî, mejîyekî nîjadperest û hemahengîya li ser dijminatîya kurdan wek maf dibînin. Hebûna xwe û dewleta xwe, pêşveketina xwe di neyartîya Kurdan de, di pêşî lêgirtina mafê kurdan de dibînin. Dema ku mejî û helwest ev be, „demokratîk“ kirina van dewletan xeyaleke ku bingeh jê re tine ye.

Di dirêjaya 10 mehan de piştî hilbijartinan hukûmet nehat avakirin. Şer û pevçûnên desthilatdarîyê destpê kir. Grûbên xwedî hêzên çekdar devê çekan û tehdîda bi çekan derxistin pêş. Hevûdû tehdît kirin. Alozî gihîşt astek ku „parlemento hilweşe, destûr bêt guhertin û sîstema serokatîyê“ were bicîh kirin. Tam di virde îşaretek tehdîtkar ji kurdan re wek mesaj têt şandin. Yanî vekirî dibêjin „em vê destûrê naxwaz in“!

Ji hêla Aborî ve îraq jikestinek mezin xwarîye. Van hêzên li Bexda desthilatdar, bi projeyên xeyalî, aborîya İraq talan dikin. Dewletê li pir herêmên İraq a Federal jikestin xwerîye. Ne Dewleta Federal, hebûna dewletê bi xwe jikestin xwarîye. Bawerîya piştgirî a gel wenda kirîye. Ew şîe û nîjadperestên ku aborîya dewletê bi gendelîyan talan dikin, gelê İraq radestî xizanîyek mezin kirine. Ji dêlva ku li sebebên van malxerabîyan û talankarî rawestin, destûrê û sîstemê sebeb dibînin. Di virde divê Kurd hişyar bin.

Ev tê çi wateyê?

Berjewendîperestîya hizbî û şexsî, malbatî, bingeha rantek mezin ji sîyasetmedarên İraqê re çêkirîye. Naxwazin ku bingeha vê rantê bêt guhertin. Di nava vê hemahengîyê de beşek ji sîyasetmedarên Kurd jî hene û hemahengîya Kurd û kurdistanî dikin qurbana vê rantê. Li Hewlêr şirîkê hikûmeta Kurdistanê, li Bexda hevalbendên baskê rantxur û talankarin!

Di bin baskê nîjadperestî û dijminatîya Kurd û Kurdistanê de talankarî û dijdestûrî dimeşe. Beşek ji kurdan jî bi hesabên peçûk di nav vê hemahengîyê de cîh girtine. Li Bexda ne nûnerên miletê Kurd, lê wek nûnerên berjewendîyên malbatî û hizbî, şexsî kar dikin. Nîjadperest û talankarên Bexda, her xwestine ku Kurdistan a federe jî bi birçîbûn û xîzanîyê teslîm bigirin. Ji ber wê jî butçe ya herêma Kurdistanê di vî warî de her wek tehdît li henber Kurdistanê bikar anîne. Mafê Kurd û Kurdistanê yên destûrî binpê kirine. Di vir de hêza aborî û serwerîya dewleta Federal her derxistine giftûgoyê. Lê a şerm ewe ku di nav vê helwesta dijminane de beşek ji kurdan jî her cîh girtîne.

İraq bingeha dewletbûnê wenda kirîye. Di destê sîyasetmedar û destê biçek de talan dibe. Ji bona hemahengêya avakirina dewletekê re serwerîyek bihêz, garantîkirina ewlehîyê û aramîyê re, aborîyek bihêz lazim e. İraq bingeha van hersê hîman jî wenda kirîye. Kurd nikarin pişta xwe bi vê girêbidin.

Li İraq, pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin, çeka destê hêza sîyasî a li pişt wan in. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tehlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter. Sebeb ne destûr e, bicîhnekirina destûrê ye. Divê hedef rast bêt şîrovekirin ku encam jê bêt girtin.

Pir caran ev rewş derketîye ber me ku îktîdar û serokwezîr, postê serokkomarî bêtaqet hiştîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar anîye. Nehiştîye ku, serokwezir li gor destûr û yasayan tevbigere. Ev jî eşkere derdixe ber me ku, Haşdî Şabî, hêza xwe ji Îran digire û li İraq bûye artêşa dewleta kûr a mezhebî û ne yasayî. Haşdî Şabî û hêza sîyasî a li pişt, xwe tenê ne alternatîfa îktîdarê, xwe xwedîyê dewletê dibîne û li gor vê xwestinên xwe dîzaîn dike. Ev rewş jî serwerîya İraq xistîye bin metirsîyek mezin, ku dikare bibe bingeha şerekî taîfî, mezhebî.

Di virde eger Kurdên başûrê Kurdistanê li ser navê miletê Kurd û Kurdistanê, li Bexda hemahengêyekê ava nekin, wê bingeha niha ku heye jî wenda bikin. Agirê taîfî, mezhebî û desthilatdarî, wê Herêma Kurdistanê bêtaqet bike. Roj berî rojê divê hêzên sîyasî vegerin ser xetek netewî û li Bexda bi dengekî hevpar, niştimanî tevbigerin. Divê Kurd jibîr nekin ku berjewendîyên miletê Kurd di zeîfkirina dagirkaran deye. Xurtbûna dagirkaran têkçûna Kurdistanê bi xwe ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *