”Komela Kurdistanê Bêbingeh Kurdistan jî Bêserî Dimîne”

Siddik BOZARSLAN

 ” Dema ku pêşewayên Kurd ên tewr bijare digel Komela Pêşketina Kurdistanê li Stanbolê daniştine û hêvîya xwe bi Konferansa Parisê ve girêdane, Kemal Paşa jî li Kurdistanê xebitîye; berê li Erziromê û paşê jî li Sêwasê kongre girêdaye, ji alîyê eskerî û sîyasî ve xwe .xurt kirîye. Bi wî awayî Komela Pêşketina Kurdistanê, axa xwe û meydana xebat û têkoşîna xwe ji Kemal Paşa ra, yanî ji dijminê gelê xwe ra terkkirîye û bê tatêl li derê Kurdistanê, li Stanbolê rûniştîye.

Bi wî awayî Komela Pêşketina Kurdistanê ji Kurdistanê hatîye qutkirin û tecrîdkirin; bi peyveka dî Komela Kurdistanê, bê Kurdistan maye. Zinnar Silopî vê rastîya tal weha dide zanînê:

”Piştê ku hukumeta Mistefa Kemal Paşa derket meydanê, pêwendîyên komelê bi Krdistanê ra hatin birrîn û temamê xebata komelê li Stanbolê ji xebateka sîyasî ya sînorkirî îbaret ma.” (zinnar Silopî, Doza Kurdistan, r. 59)

Ji alîyek ve komele li Stanbolê bêbingeh, ji Kurdistanê qutkirî maye, ji alîyekî dî ve jî bi giştî Kurdistan, bi taybetî jî xebatkar û şerkarên Kurd ên welatevîn û neteweevîn li Kurdistanê bêserî mane. Dr. Nurî Dêrsimî di vî babetî da weha dinivîse:

”Ji ber ku rewş têkilhev bûbû, dayîn- sitandina me bi merkeza Komela Pêşketina Kurdistanê ya li Stanbolê ra hatibû birrîn.”(Dr. Nurî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim, r. 124)

Dr. Nurî Dêrsimî, yekê ji semedên têkçûna Bizava Koçgirê ya ku sala 1920î teqîyabû jî, têkçûna Komela Pêşketina Kurdistanê dinumîne û li ser tevgera Koçgirê weha dinivîse:

”Dema ku tevgerê dest pê kir, Komela Pêşketina Kurdistanê ji hev bişkivîbû, hin ji endamên wê îhmalkar û bêqeyd mabûn, hin ji endamên wê jî ji Stanbolê revîyabûn der û ji îmkana beşdarîya tevgerê bêpar mabûn. Ji ber vî semedî, girêdana tevgerê bi merkezek ve û kargêrîya wê bi aheng û plan, bêmikûn bûbû.” (eynê eser, r. 170)

”Peyveka pêşîyan a Kurdî heye, weha dibêje: ”Hat ji newalê, bû xwedîyê malê.” Ev peyv, tam li halê Komela Pêşketina Kurdistanê û Kemal Paşa tê. Weha: JI ber ku Komela Pêşketina Kurdistanê, tevgera rizgarîxwazîya Kurdistanê, li ser axa Kurdistanê vêknexistîye, li Stanbolê daniştîye û axa Kurdistanê ji Kemal Paşa ra terk kirîye, ew jî li wir bûye hakimekî bi kêfa xwe. Piştê ku cîyê lingên xwe zexm kirîye, îcar dest bi girtin û lexûkirin û belavkirina şaxên komelê yên li Kurdistanê kirîye. Li gora haydarîyên ku Zinnar Silopî daye, şaxa xurttirîn û jêhatîtirîn şaxa Amedê (Dîyarbekir) bûye. Belam Kemal Paşa êdî cesareta girtina wê şaxê di xwe da dîtîye. Eskerên wî şevek avêtine ser wê komelê, hin ji endamên wê tewqîf kirine, dest dane ser eşyayê komelê û komele jî girtine. Hin endam jî revîyane. (Zinnar Silopî, eynê eser, r.52)

”Belam eger komelê pêşîya xwe dîtibûya, merkeza xwe guhastibûya Kurdistanê, li wir gelê Kurd di vêkxistineka sîyasî da bigîhanda hev û ji nava gel hêzeka çekdar amade kiribûya, hingê Kemal Paşa dê nekarîya li ser axa Kurdistanê wisakî hespê xwe bibezanda. Li Amedê, Bedlîsê û Xarpêtê şaxên komelê jixwe hebûne. Sala 1919an, mêrxasê Kurd ê welatevîn û neteweevîn, şehîdê Kurd Elîşêr jî li Dêrsimê şaxa komelê saz kirîye. Dr. Nurî Dêrsimî dide zanîn ku Elîşêr, sala 1919an ji Komela Pêşketina Kurdistanê ra mezbeteyek şandîye, ragîhandîye ku Kurdên Koçgirê û Dêrsimê piştgirtîyê komelê ne, di eynê demê da jî li her derê Dêrsimê şaxên komelê saz kirine. (Dr. Nurî Dêrsimî, eynê eser, r. 280)

”Komeleka ku li çar hêlên Kurdistanê yên wisa giring, xasma li hêleka wek Dêrsimê asê û stratejik teşkîlatên wê hebûne, di nava gelê wê da jî potansiyeleka bêsînor jibo doza rizgarîxwazîyê hebûye, eger wê komelê li ser axa Kurdistanê xebat û têkoşîneka neteweyî kiribûya, dikarî welêt rizgar bikira û serxwebûna Kurdistanê pêkbanîya. Ji alîyekî dî ve jî, kargêr û endamên komelê naskirî bûne, rêzdarî û bawerîya gelê Kurd bi wan hebûye. Zinnar Silopî di vî babetî da weha dibêje:

”Piranîya Qomîta Kargêr kesên xanedan û xwedînufûz bûn, ku li Kurdistanê naskirî bûn. Eger wan kesan, li gora rewşa ku tê da bûn zorayîya dayinsitandina bi Kurdistanê ra ji Stanbolê anîbûya ber çavên xwe û xebata merkeza komelê guhastibûya Kurdistanê û bi Komela Pêşketina Kurd a Dîyarbekrê ra hevkarî kiribûya, pirr muhtemel bû ku xebata wan kesên ku li hêlên Kurdistanê yên cure- cure xwedînufûz bûn, pirrtir mefadar bibûya û dûwayîka daxwazkirî bihata standin. (Zinnar Silopî, eynê eser, r. 59, Jîn, r. 38-39)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *