Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, February 19, 2018

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ROLA PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ… 

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Sernivîsa min di derbarbarê Başûrê Kurdistanê de ye. Lê nerînên ez dixwazim pêşkêş bikim, ji bona beşên din ên Kurdistanê jî derbas dibin. Lewra heman mijar wan beşan jî eleqeder dike.

Başûrê Kurdistanê, hîç şık tune ye ku di qonaxa serxwebûnê de ye. Lewra ji bona vê yekê di 25ê îlona 2017an de referandûm pêk anî. Di encama referandûmê de kurdistaniyan biryar girtin ku dewleta Kurdistanê ava bibe.

Baş tê zanîn ku her tevgereke rizgarîxwaz û serxwebûnwaz, xwediyê dînamîka xûrt ya hûndir e. Ew jî hebûna milet û xwestina Milet e. Milet dema ku bindest, kolonî, di bin bandora dewletekê û an jî dewletan de be, rizgarîxwazî û serxwebûnxwazî ji bona wî miletî gelek xwezayî ye.

Lê li cem vê yekê miletek, bi serê xwe, bes bi hêza xwe jî serxwebûn û azadiya xwe nikare qezenç bike. Loma jî hewcedarî bi alîkariya dostan û navneteweyî heye.
Dema ku em li ceribandina dewletavakirina miletê Ereb, miletên Afrîkayê binêrin û serxwebûna miletên Rojhelata Dûr binêrin, ev rastiya derdikeve pêşiya me.

Miletê kurd jî miletekî bindest û kolonî ye. Di bin bandora çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îranê, Iraqê, Suriyeyê) de ye. Kurdistan bûye çar parçe. Loma jî pirsa miletê kurd û Kurdistanê ya stratejîk, serxwebûn û dewlet avakirine.

Miletê kurd her demê bi hêza xwe ya milî û hûndir, tevgera xwe ya milî ava kiriye, têkoşîna serxwebûna xwe bi hêza xwe meşandîye.

Li cem vê yekê jî, dem dem ji hêzên navneteweyî jî piştgirî girtiye.

Lê li her parçayeke Kurdistan rewş cuda bûye. Pir caran jî piştî demekê piştgirîya navneteweyî zirar daye tevgera milî ya Kurdistanê.

PÊWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ Lİ SER BERJEWENDIYÊN DUALÎ PÊK TÊN…

Li dinyayê pêkve jiyanek heye. Însan, Milet, gel, dewlet mecbûr in ku bi hev re jîyaneke mişterek bimeşînin.

Li dinyayê însan bi hev re jîyanê didomînin. Ev jîyan, ji hevdu dûr û nêzik dibe. Dema ez dinyayê terîf dikim, dinya ji mirovên ku berjewendiya wan bi giştî li hev dike, pêk tê.
Ji bona ku milet û gel, ji însanan çê dibin, milet û gel jî mecbur in ku bi hevre wek cîran an jî durî hev bijîn. Pêwendiya miletan, an jî alîkarîya miletan bi hev re jî, li ser berjewendiya mişterek pêk tê.

Ev rastîya ji bona dewletan jî derbas dibe. Dewlet, ji bona berjewendiya mişterek bi hev re di nav danûstandin û alîkarî de dibin.

Gelek aşkere ye ku pêwendî û alîkarîya mirovan, gelan, miletan, dewletan girêdayî berjewendiya hevbeş dimeşe.

Loma jî tê gotin ku pêwendiyên navneteweyî gorî berjewendîyên dewletan û miletan pêk tê û didomîne.

Miletê kurd jî, li dinyayê, li Rojhilata Navîn di nav pêkve jîyaneke bêedalet û bindest de ye. Miletê kurd dixwaze ku dewleta xwe ava bike. Serxwebûn û azadîya xwe qezenç bike. Loma jî miletê kurd li her beşê û li Başûrê Kurdistanê, gorî berjewendiya xwe: Bi milet û dewletên dinyayê û cîran re danûstandin dike û pêwendiyan datînin.

Ew Milet û dewletên bi miletê kurd re jî pêwendî datîne, ew milet û dewlet jî gorî berjewendiya xwe tînin berçav û hesab dikin.

PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E. LÊ DIVÊ BÊ ZANÎN KU HER TIŞTEK NÎNE…

Ji bona ku em bikarin qiymet û giranîya piştgiriya navneteweyî û dewletên herêmê ji bona miletê kurd û tevgera milî ya kurd tespît bikin, divê em li ceribandina tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêrin û şirove bikin.

Hezar mixabin ji bona ku Kurdistan bûyê çar parçe, miletê kurd mecbûr bûyê ku li her çar parçayan di şertên cûda de tevgara milî ya serxwebûnxwaz û rigarîxwaz bidomîne.

Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e ku tevgera milî dimeşe. Di vê meşê de gelek dewletan xwestine ku bi tevgera milî re danûstendin bikin. Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê jî bi dewletan re danûsatendin kiriye.

Heger em li dîroka tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê binêrin, em dibînin ku Dewleta Îranê piştî ku Iraq bûye peyka/hevalbendê Yekîtiya Sovyetan û bi xwe jî hevalbendê Emerîkayê bû, di navbeyna herdu derwletan de nekokî û dijminî hebû. Herdu dewletan ji bona ku hevûdu qels bikin xebat dikirin. Îranê loma jî, ji bona Iraqê qels bike bi serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re ket nav pêwendîyan.

Hîç şik tune bû ku Îran ji bona berjewendîya xwe bi Tevgera Kurdistanê re danûsatandin kir. Tevgera Kurd û Serok Barzanî û PDK jî bi Îranê re danûstandin kir.

Li hemberî vê jî, Iraq jî, ji bona ku Îranê qels bike û zirarê bide Îranê, bi PDK a Îranê re ket nav pêwendîyan. PDK a Îranê jî ji bona ku li hemberî Îranê şerê milî bidomîne, bi Iraqê re ket nav pêwendîyan. Ev pêwendî jî gelek aşkere bû ku li ser berjewendiya du terefan ava bibû.

Helbet pêwendiya Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê bi Îran û Iraqê re xwedîyê taybetîyekê û xeterîyekê bûn. Van dewletan dixwestin ku di heman dem de zırarê bidin Tevgerê Milî ya Kurd li dewletên xwe jî. Loma jî gelek bi rîsk bû.
Pêwendiya Îranê piştî ku Otonomîya Kurdistanê ava bû jî (11ê Adara 1970yî); bi serok Barzanî, desthilatdaîya Kurdistanê û PDK a Iraqê re domand.

Lê dema şer, di navbera Kurdan û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de, di sala 1974an de ji bona Kerkukê dest pê kir. Demekê vê pêwendiyê domand. Lê piştî ku Iraqê bi axa petrolê Îran bertîl kir, Îranê û Emerîkayê pêwemdiyên xwe bi desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê û Serok Melel Mistefa Barzanî re qût kir. Lewra pêwendiya Emerîkayê jî bi wesitaya Îranê bi Kurdistanê re hebû.

Qetandina pêwendiyan bû sedem ku Tevgera Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî, ji bona ku miletê kurd ji qetlîamê xelas bike; şer da sekinandin.

Dema di sala 1975an de ji nûve tevgera milî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. YNKê bi alîkariya Sûriyeyê ava bû. Lewra Baas a Suriyeyê bi Baasa Iraqê re dijmin bû.

Sûriyeyê di heman dem de bi PDKê re pêwendî ava kir. Lê Sûriyeyê berîya ku Otonomîya Kurdistanê ava bibe, bi Baasa Iraqê ve êrişa mişterek birin ser Tevgera milî ya Başûrê Kurdistanê. Şerekî dijwar di navbeyna kurdan û herûdu dewletan de çêbû.

İranê jî piştî ku tevgera pêşmergeyan xûrt bû, dîsa him bi PDKê û him jî bi YNKê re li hemberî Iraqê pêwendî li dar xist.

Bi taybetî jî, piştî sala 1979an ku îslamîstên li Îranê bûn desthilatdar, dijmintîya Îranê bi Iraqê re zêdetir bû. Lewra Iraq him hevalên Yekîtiya Sovyetan bû û him jî li Iraqê sunî desthilatdar bûn.

Kurdan jî ji vê nekokî û dijminiya herdu dewletan îstifade kir; bi Îranê re danûstandin ava kirin.

Piştî şerê Kendavê yê 1emîn, li herêmê guhertineke mezin çê bû. Başûrê Kurdistanê raste rast bi Emerîkayê û bi dewletên Ewrûpayê û bi Dewleta Tirk re pêwendî li dar xist. Ew pêwendî jî li ser berjewendîya hevbeş ava bibû.

Pêwendîya Dewleta Îranê û Tirkan, beriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ber bi xirabûnê çû. Piştî referandûmê, xirabtir bû. Piştî ku Dewleta îraqê, Îranê û Tirkan bi hev re êrişî Kerkûkê û beşek herêmên Kurdistanê kir, ev pêwendî têk çû.

Lewra her çiqas Îran û Tirkiyeyê digotin ku bi Kurdistanê re em îtifaqkarên stratejîk in, dema ku kurdistanîyan biryara dewleta Kurdistanê dan, berjewendîya wan ya Kurdistanê qediya û dijmintî dest pê kir. Wan dîtin ku dema li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ji bona wan jî dibe mînak û xeterî.

Berîya referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwendiyên Emerîkayê, Dewletên Ewrûpayê û Erebîstana Siûdî, Îsraîlê bi Kurdistanê re xûrt bûn û pişgirên Kurdistanê bûn. Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwendî qels û zeîf bûn. Heta ew helwesta wan ya qels bû sedem ku Kerkuk ji alîyê dewletên kolonyalîst de bê îşgal kirin.

Lê piştî ku Îran li Iraqê xûrttir bû û li Kerkukê bû şirîkê petrolê; Emerîka û Dewletên Ewrupayê dixwazin ku pêwendiyên xwe yên Kurdistanê xurt bikin.

Serokkomarê Fransayê Macron, serokwezîrê Kurdistanê vexwend Fransayê, li Qesra xwe Elyessê pê re hevdîtin kir.

Gelek aşkere derdikeve holê ku gorî demê û gorî berjewendîya demê pêwendî ji holê radibin, yan qels dibin û yan jî xûrt dibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, dixwaze ku pêwendiyên xwe bi Kurdistanê xûrttir bike. Loma jî Sekreterê giştî ji serokwezîrê Kurdistanê re nameyek şand û piştgirîya xwe ji Kurdistanê re nîşan da. Daxwaz kir ku pirsgirêkên heyî yên di navbeyna Herêma Federe Ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendi ya Iraqê de di çarçeweya Makezagona Federal de çareser bibe.
Ev nameya, girîng e. Lê terê nake. Lewra hikûmeta Navendî ya Iraqê dixwaze ku sîstema federal ji holê rake û Kurdistanê bike Ereb.

Li hemberî ev xwînxawrî û texrîbata Hikûmeta Navendi wezîfeyek derdikeve pêşiya NY ku divê ji bona pêşîya van xerabîyan bigire, li Konseya Ewlewî yê biryar bigre. Zor bide hikûmetê.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di nameya xwe dibêje ku: “Divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî aştîyane û bi rêya danûstadinên siyasî li ser bingeha destûra Îraqê bên çareser kirin. Ez dê lêbixebitim ku her du alî ji bona afirandina atmosferekî minasib ku tê de danûstandinên rasteqîne encam bidin gavên pêwîst pavêjin.”
Emerîka, di îşgala Kerkukê de ji dewletên kolonyalîst re bû hevkar, lê nûha dixwaze ku pirsgirêk çareser bibin. Ji kurdan re bibe alîkar.

Balyozê Emerîkayê yê li Iraqê bi serokwezîrê Kurdistanê re civîn pêk anî. (04. 01. 2018). Nûçeya Kurdistan 24 di derbarê vê civînê de ev e:

“Di civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Doglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê, roja pêncşemê 04.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, bi pêwîstî hat zanîn ew aramiya piştî aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê dirust bûye, ew aramî zêdetir bê pêşxistin û bê parastin heta ku, ji bona destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke baş çê bibe û hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Îraqê çareser bikin.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya diplomasiya bi balyozê Amerîkayê re amade bûn, behsa wan gavan hat kirin yên ku heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine avêtin û pêkanîna komîteyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê bi armanca hûrbîniyê di lîstên miaşgirên Herêma Kurdistanê de serdana Bexdayê bike.

Behsa şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştîya Îraqê a sala 2018ê de hat kirin û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku ji bona destpêkirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan zêdetir gav bên avêtin.

Çend mijarên girêdayî bi rewşa herêmî bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî, hilbijartin û xebat û pilana hikûmeta Kurdistanê ya çaksaziyên di warên cuda de di civînê de hatin nirxandin”

Hemû qewimandin derdixin holê ku piştgiriya navneteweyî, xwediyê sînorekî ye. Her dem jî dikare bê guhertin.

Loma divê li Başûrê Kurdistanê li hûndirê welêt kar û xebat bên serrast kir.

Ji bona serrastkirinê:
*Divê bi lezûbez beriya Iraqê li Kurdistanê hilbijartina giştî pêk bê. Meclîsek û hikûmeteke xûrt bê ava kirin. Heger piştî Iraqê hilbijartin bê li dar xistin, gelek xeterî dê bên rojevê.
*Divê yekîtiya hêza leşkerî û pêşmergeyan ava bibe.
*Butceyeke hevbeş ava bibe.
*Grûba Xiyanetê bê darizandin, bê siza kirin û tasfîye kirin.
*Ji bona ku referandûma Kerkukê bê li dar xistin, bi lez bê tevgerandin.
*Divê pêşiya Erebkirina Kurdistanê bê girtin.

Amed, 19. 01. 2018

Hinek nivîsên din:

Nerîna te