Vîna murîdan şêx ji mirinê rizgar dike

Îro trajedîya gelê Kurd ew e ku ji bo azadî û pêşeroja xwe qeder û vîna xwe spartîye dervayê xwe.  Gava ku netewek an komek vîna xwe û pêşeroja xwe bi spêre derekî an ji li benda “gernasekî” ne diyar be, serê wan tu carî ji bela û probleman xilas nabe.

Di nav sîyasetek bê aso û bê armanc de, ji rizîbûnê û di nav kûraya bê hêvîyê  de hewladanên “gernasekî” ava kirin ne gor pîvanên rastîya jiyanê ye û bi ser jî nakeve. Lewra hêvî û daxwaza ji wî “gernasî” bi ser biketa wê berî her tiştî ew “gernasê nikare li ser lingê xwe bi sekine” wê xwe xilas bikira. An jî ji bo berjewendîyên netewa Kurd wê fedeqarî dilbiçûkbûn nîşan bida. Lê em dizanin ku gelê Kurd di hemû demên lawaz û di demên mirinê de  “sîya xwe” ji xwe re kirine gernas û hebûna xwe bi “gernasê xwe” ve girêdane.

Sîyaseta li ser şopa “gernasan” dimeşe her diçe lawaz dibe û ji armancên xwe yên stratejik pêveberdanan (tawîz) dide.

Kujerên gelê Kurd bi îttifaq û bi awayekî hevkarî li dijî destkeftîyên gelê Kurd şerekî taybet û rizî dimeşînin.

Piştî civîna sê qolî ku di navbera îran, Tirkîye û Surî de pekhatibû. Encamên wê civînê hêdî hêdî eşkera dibe. Her sê dewletên qolonyalist û dagirker bi fen û dolaban gelê Kurd di xapînin û li dijî gelê Kurd hevalbendîya xwe xurtir dikin.

Sûrî her roj xortên Kurda dikuje an dixe zîndanan.Ji destê gelê Kurd nasname û tapûyên erdê wan ji wan digire, gundê wan wala dike û şûna wan de BAASîyan bi cîh dike. Dewleta Sûrî li ser gelê Kurd terorek bê sînor didome. Gelê Kurd êdî di nav mala xwe de jî nikarin biaxife.

Îran û Tirkîye bi bombebaran, bi topbaran û bi dagirkerîya axa başûrê Kurdistan jiyana gelê Başûrê Kurdistan wêran dikin. Heta vê gavê di encama bombebaran û topbaran de gellek zirar û ziyanên maddî pêk hatîye û çendin hemwelatîyê Kurdistanê di wan êrîşan de jiyana xwe ji dest daye.

Dewletên endamê Netewên Yekbûyî li dijî êrîşên Tirk û Îran bêdeng û lal mane. Sazîyên Netewên Yekbûyî lîstîka sê meymûna dileyize. (min ne dît, ne bihîst û ne dît) Lewra ev lîstîk di dema komkujîya Helepçê de jî hatibû lîstin. Di dema komkujîya Enfalê de, ku 182 hezar kurd hatin kuştin, ev lîstok lîstibûn.

Tirkîye biawayekî fermî û derfetên dewletê û bi alîkarîya hukumetê di bin navê “alîkarîya mirovahî” de xwest here Xazza fetih bike lê îsraîl rê neda û di encama pevçûnê de hemwelatîyên Tirk hatin kuştin. Dewleta Tirk di nav çend seetan de Netewên Yekbûyî rakir ser linga û li dijî îsraîl helwestek mezin li dar xist.

Li Tirkîyê oldarên fermî, çepgirên Kemalist, rastgirên dest bi xwîn û Kurdên şermok li pişt dewleta Tirk cîh girtin û her roj di kolanan de  dewleta îsrail û cuhûyan lanet kirin. Ev kesên ku xwedê giravî li dijî neheqî û zordarîyê rabûvûn ser lingan li hemberî doza gelê Kurd, her tim weke hêştirme (devekuşu) serê xwe xistinê bin axê û bê deng in.

Gelo ev hêz û alîgerên ku xwe hevalbên mafê mirovan nîşan didin çima derzîya ku di nav çavê biyanîyan de dibînin lê çima şujina ku di çavê xwe nabînin. Gotinek bapîrên me heye, tê gotin ku: “Berîya tu derzî di yekî re bikî divê tu pêşî di xwe re bikî.” Da ku êş çewaye mirov fam bike. Lê belê çi xeyfe ku oldar û cepgirên Tirk mêjî di serê oldar û çepgirên Kurd e nehiştîne. Hemû bûne parastinvanê dewleta kemalist ya tirk. Oldarên Kurd di bin ala senteza îslama tirk de doza Osmanî û qewmê Tûranî dikin, çepgir û Kemalistên Kurd jî di bin serokatîya Tirk de doza “komara demokratîk” dikin. Her du beş jî li dijî dewletbûna gelê Kurd in û li destkeftîyên gelê Kurd xwedî dernakevin.

Gava ku li Filistîn dest zarokekî tê şikandin an jî tê kuştin bi tundî helwest nîşan didin lê gava ku li Kurdistanê destê zarokekî Kurd li hemberî kamerayên Televizyonan tê şikandin an tê kuştin hemû kes lal û kor dibin. Gelo sedema vê bêdengîyê çiye?

Du roj berê dewleta Tirk  başûrê Kurdistanê bombebaran kir û di encama bombebaranê de zarokekî 11 sali jiyana xwe ji dest da û du zaruk ji 2 salî 6 salî jî birîndar bûn. Di malper û çapemenîya wan derdoran de cîh negirt û li dijî wan êrîşên hovîyane bêdeng man.

Îran û Tirk her tim başûrê kurdistanê dagirker dikin û zozan û gundan didin ber bombebaran û topbaranê lê ew mafperestên mirovahîyê ji xewa nijadperestîyê şiyar nabin.

Xalekî girîng jî helwsta hukumeta başûrê Kurdistanê ye. Em hemû dizanin ku bombebaran û topbarana her du dewletên dagirker helwestek li dijî hebûna dewleta Kurd e. Bi wan êrîş û bombebaran kirinê mesajan didin hukumeta Kurdistanê. Hukumeta Kurdistanê dive li dijî êrîşên  desthilatdarîya xwe bê helwest nemîne. Gilîname û helwestên şermezarkirinê li hemû deran bi dar bixe û li derve yî welat bi organîzasîyonek nûjen piştgirî Kurdê diyaspora tevbigere. Bi rastî di warê dîplamasî û xwe naskirinê de em paşve mane.

Hukumeta Kurdistanê divê li dijî her du dewletên dagirker bangî alîkarîya sazî û rêxistinên navnetewe bike. Ew dewletên ku dibêjin em dostên Kurdane divê wan probleman li navenda Netewên Yekbûyî bînin ziman û her dû dewletan şermezar bikin.

Hemwelatîyên heremê divê li dijî her dû dewletan doza zirar û ziyanên xwe bikin. Hukumeta Kurdistanê bi alîkarîya rêyên hûqûqû li dadgeha mafê mirovan serî bide doz veke. Divê hemwelatîyên Kurdistanê û berpirsîyarên hukumeta Kurdistanê di derheqê rayedarên hukumeta Baxdayê de doz vekin û serî li dadgehan bidin. Lewra hukumeta İraqê li dijî wan êrîşan bê deng dimîne û destê dewleta Tirk û îranê xurtir dike.

Divê hemû beşên civata Kurd li dijî êrîşên dagirkeran bê helwest nemînin û her tim li destkeftîyên Kurdistanê xwedî derkevin. Gava ku em bêdeng bimînin tu mafê me tuneye ku em ji xerîban an ji hinekî din gazinan bikin. Berî her tiştî divê em li hev xwedî derkevin û rê nedin ku dijmînên me bi ser bikevin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir