Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq mangirtina xelkê Kurdistanê peyamek belav kir

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê: Mangirtina xelkê kurdistanê li hember bidarvekirina 4 xortên Kurd cihê rêz û pêzanînê ye.

Deqa peyamê wiha ye:

Roja Sêşemî 10ê Rêbendana 1402 a Rojî, beşek ji bajarên Kurdistanê bi lidarxistina mangirtinê û daxistina dukan û bazaran, nerizayetiya xwe bi dijî bidarvekirina 4 kes ji xortên xwe, “Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî”, dane xuya.

Nerizayetiya xelkê bi dijî bidarvekirina wan 4 girtiyên siyasî ku berdewamiya helwîst û reftara mafxwazaneya xelkê Kurdistanê bi dijî dîktatorî û tepeserkariya rêjîma Îslamiya Îranê yê, li cihê xwe de nîşaneya xwedîderketina civakeke zindî, li xebata mafxwazaneya dîrokiye xwe ye.

Komara Îslamiya Îranê ku bi lidarvekirina wan 4 kes ji xortên Kurd û piştre bi sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser çend xebatkarên siyasiye din ên gelê me, wa hizir dike ku dikare civatgeha Kurdistanê neçar bi paşekêşî û bêdengiyê bike, îro bo careke din ew peyama rohn û micid a civatên xelkê Kurdistanê vergirt ku weki xelkê li xwenîşandanên pêşde gotine: “Heta Kurdek bimîne, Kurdistan jî dê her bimîne”.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî şermezxarkirina vê kiryara cinayetkarane a bidarvekirina xebatkarên Kurdistanê, bi çavê rêz û pêzanînê ve mêzeyê mangirtinên îro ya bajarên Kurdistanê dike, û xatirceme ku siyaseta tepeserkarane a rêjîma Îslamiya Îranê, bandorê nadanê ser îradeya mafxwazaneya xebatkarane ya Kurd û xortên xebatkar wê.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

10ê Rêbendana 1402 a Rojî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *