Kurtejîyan û Berhemên Helbestvan Hêmin Mukrîyanî


Kurd im Em in (Ez Kurd im)

Ger çî tûşî rencerûyî û hesret û derd im emin

Qet le des em çerxe siple nabezim, merd im emin

Aşiqî çawî kejal û gerdenî pirxal nîm

Aşiqî kêw û telan û benden û berd im emin

Ger le birsan û le ber bêbergî emro req helêm

Nokerî bêgane nakem ta le ser herd im emin

Min le zincîr û tenaf û dar û bend bakim niye

Let letim ken, bimkujin, hêşta delêm kurd im emin.


-Helbestvan Hêmin Mukiryanî.

===========================

Kurteyek Li ser Jiyana Mamoste Hêmin: Mihemed Emîn Şêxulîslamî Mukrî, bi navê Hêmin yan Hêmin Mukriyanî tê naskirin. Helbestvan, nivîskar û wergêrê mezin î kurd bû. Hêmin di bihara 1921an de ji dayîk bû. Di 14ê nîsana 1986an de li Ûrmiyê çû ser dilovaniya xwe. Hêmin kurê Seyid Hesenê Mukrî ye û ji malbata Mele Camî Çerî ye. Diya wî navê wê Zeyneb e û keça Şêx Burhan e, malmezinek a Mukriyan e. Hêmin di bihara 1300ê koçî Havînî de(1921) , di şeva cejna Beratê de, li gundê Laçîn a bi ser Mehabadê çavê xwe ji gerdûnê re vekiriye. Bi jidayîkbûna Hêmin re şîrê diya wî hişk dibe, bi şîrê jineke din tê mêjandin. Piştî bûyîna Hêmin diya wî laşê sax li ser xwe nabîne.

Hêmin di demek wisa de jidayîk bû ku Reza Şah qamçiyê desthilatiyê li dest de ye û teqlîda Etatûrk dikir. Cilûbergê kurdewarî bi giştî tên qedexekirin. Biçûkkirin û kêmxistina ku ji destê wî tê li ser gel meşand û şewqe û teblik anî nav bazarê. Hêmin di nav rewşeke wisa de mezin dibe. Belaşî û koletî li zora wî diçe û weke xwînê di mejî, demar û çermê laşê wî de digere û dibe serbenda jiyana wî.

Di dema zarokatiya xwe de guhê dayê çîrokên Dayê Mirot. Dayê Mirot pîrejineke dinyadîtî bû û gelek tiştên binirx hîn bûbû. Hêmin Elîfbêyê yê li cem Se’îd (…)dixwîne. Se’îd berî ku wî hînî elîfbêyê bike “Biznoke û Mernoke” ya Husên Huznî Mukriyanî jê re dixwîne û Hêmin jî vê çîrokê jiber dike. Her weha helbestên Şêx Reza û gelek tiştên din jê fêr dibe.

Piştre ji bo berdewamiya xwendinê , bavê wî, wî datîne ber xwendinê. Bavê wî, wî dişîne Mehabadê û di Dibistana Se’adet a vî bajarî de dest bi xwendinê dike. Hêminê gundî, ji bilî zimanê kurdî tişteke din nedizanî û di wê dibistanê de jî kesî nedikarî bi kurdî biaxive. Zarok henekê xwe pê dikin û jê re dibejin “kurmanc” . Ji ber ku di wê demê de li Mehabadê ji xelkê gundî re digotin “kurmanc”. Wê salê Hêmin xwendina xwe bi serkeftî derbaz dike.

Havînê vedigere gund û li cem melayê gund û bavê xwe dersê dixwîne û xwe hînî xetnivîsê dike. Dema bavê wî dibîne ku xetên wî xweş in, jê re dibêje: Here dersa melatiyê bixwîne. Hêmin, qet xweşa wî ji mela re nedihat. Lê bi vê tehliyê jî dikeve û çar salan di derwêşgeha Şêxê Burhan de dixwîne. Lê ev xwendin qet kêrî Hêmin nayê. Ji ber ku ew çar sal bi pêkenîn derbaz kir. Derwêşgeha Şêxê Burhan 8-9 kes in. Ji bilî Hejar û Hêmin ên din kurxal û kurmetên hev in.

Piştre diçe cem mamoste Fewzî û “rêya jiyanê” nîşanî wî dike. Sal û nîvekî li cem mamoste Fewzî dixwîne.Jiyana Wî Ya Siyasî Hejar di dîwana Seyfılquzat de, wisa qala xwe û Hêmin dike: Navê Hêmin xwe digihîne dema Komeleya J-K. Û Komara Kurdistanê ku wekî pêşmergeyekî xizmeta neteweya xwe dikir. Di nav têkoşerên wê serdemê de ku her yek navê wan ê nihênî(kod) hebû. Wek Hêmin hat naskirin.

Her weku ew bi xwe dibêje: Helbestvanî tu qazanca wê ji bo min nebûbe jî ew navê dirêj-Seyid Mihemmed Emînî Şêxelîslamî Mukrî-li ser milê min hilanî.

Di 25ê gelawêja 1321ê koçî de li bajarê Mehabadê Komelaya J-Kaf bi destê Rehmanî Zebîhî û çend kesên din tê damezrandin. Hêmin dibe endamê vê komeleyê. Şev û roj di bîra wî de ye ku çi ji bo vê komeleyê bike karê rizgariya kurdistanê ye. Hêmin di wê komeleyê de dibe endamê desteya nivîskar a kovara Niştiman û piştî wê ya Kovara Awat.

Di sala 1324ê koçî de li ser bingeha komeleya J-Kaf ê Partiya Demokrata Kurdistanê di bin rêbertiya Qazî Mihemed de tê damezrandin. Hêmin cara yekemî li hemberî gel di Mizgevta Sor a Mehabadê de helbestan dixwîne û dibe sekreterê desteya Reîsiya Millî ya Demokrat. Piştre di komîsyona propaganda-danezan-ya partiyê de dest bi kar dike. Di wê komarê de ji bo amadekirina pirtûkên kurdî yên dibistanên Kurdistanê kar kiriye. Di kovarê partiyê yên wê demê yên wek Kurdistan, Hawarî Kurd, Hawarî Nîştiman, Girrugalî Mindallan û Hellale de helbest û gotar belav kirine. Di Komara Mehabadê de Pêşewa şanazî pêve kiriye û ragihiandiye ku helbestên wî gelek watedar in, divê hemû endamên partiyê jiber bikin û di bernameya têkoşîna xwe de cih bidinê.

Hêmin hê di pêlekana yekemîn a têkoşîna xwe de wek helbestvanekî netewî û civakî bîr û baweriya gel bi xwe anîbû. Ji ber ku helbestên wî li ser rastiyê bibûn awêneya dil, derbirîna bîr û miradên komên gel. Hêmin hê di yekemîn roja xwe ya têkoşînê de ji bo xwedîderketin û girîngîdayîna zimanê zikmakî zend û bendên xwe hildane. Helbestên xwe bi zimanekî “sakar” hûnandiye û bi zimanê gel gotiye. Ji ber vê Qazî dispêre wî ku; gelek peyvên farsî û erebî di nav kar û xebatên siyasî de tên bikaranîn, divê di cihê wan de peyvên kurdî bên peydakirin û bikaranîn. Hêmin ji bo serokîya komîsyoneke wisa hatibû hilbijartin, lê mixabin piştî demeke kurt komar tê hilweşandin. Hêmin dibêje: Wê qewmîna dilsistker û ew kareseta cegerbir hemû kurdên bi şeref xemgîn kir û taziyebar kir.

Di sala 1325an ê koçî de diya wî pê li pêlava wî dike û jê re dibêje: Divê tu bizewicî. Biraziyeke xwe jê re dixwaze ku Hêmin qet nedîtibû. Bi vî awayî di 25ê meha Xezelwer a wê salê de bûkê jê re tînin û Hejar di xêlê wî (dawete) de direqise. Ji vê zewacê jî kurek wî bi navê Selah tê dinyayê.

Di sala 1327a koçî de dibe hişkesalî (xela). Ew jî wek xelkê din li ber vê xelayê dikeve. Xela li ser êranê de dadigerê, gelek kes ji birçîna dimirin. Gel di wê salê de nanê ceh û “xerzin” dixwe.

Di gelawêja sala 1332 yê koçî de li meydana bajarê Mehabadê de civînek pêk tê û Hêmin helbesta “debirro ey şahî Xayin-de here ey şahê xayîn-, … dixwîne. Di dawiya 28ê gelawêja wê salê de Hêmin dikeve ber lêpirsînê û dibe qaçax. Demekê li çiyê dimîne.

Di sala 1344ê koçî de bavê wî dimre. Hêmin dibêje: Derdê mirina bavî derdekî pir giran e. Dema mirovek ku di çi temenî de be û bavê wî bimre hestên yêtîmiyê dikişîne. Du sal piştî mirina bavê wî, diya wî jî dimre. Ev qewmîn wî pîr dike.

Piştî şoreşa îslamî ya êranê, careke din bayê nivîsandina kovarê li mejiyê wî dixe. Di bihara 1364ê koçî de kevirên bingeha kovara Sîrwe li bajarê ûrmiyê lê dike. Hejmara yekemîn a kovarê di destpêka havînê de gihişt ber destê gel. Hêmin wisa dibêje: Hêvîdarim ku ev Sîrwe her tim were û her tim dilan keyfxweş bike û her tim gulan geş bike û her tim dilê kurdan xweş bike.

Berhem diyar in, Hêmin miriye û ne di nav me de ye. Lê berhemên wî û bîranînên wî yêndemên pirîyê mane. Bi dîtina van qet Hêmin jî ji bîra me naçe. Hêmin helbestvan, zanayê çandyarî û têkoşerê rêya vejîndana kurd û çanda wî bû. Xwedî bîr û ramandin û lêfikrîn bû. Hêmin dengê bilind ê azadî, aştî û demokrasîxwaziya kurd bû. Bi yekîtiya gelan re bû. Kurdayetiya Hêmin, mirovayetî bû. Helbestvanekî xweşikperest, helbestvanek li ber ba, ji av û ax a welatê xwe bê beş, li sinoran wer bûyî û ketî ber bextê zemên, pîrê siwarê henaseyê, hatî derxistin û dûrxistin ji dost û ezîzên xwe, bilbilê bê beş ji gulistan û çemen, bê enîs û hevdem, aşiqê dil pir evîn ê welatê xwe yê xweşdivî. Gav bi gav xem li dû mamostayê ezîz bûn, weke siha xwe rojekî jî jê cihê nebûye. Rojekê jî şadiyê rû li rûyê wî yê xembar nekir.

Ew mirov e, ji hesin û polayê çênebûye, Ji ber ku ji xwîn û goşt e, Ji bo vê bi dilê xwe dinalîne û bi awazakî dilsojên dibêje:

Parçe goşitêke, dİllî min rû nîye

Nalle nallî min direnge zû nîye

—-

Di helbesteke xwe î din de jî;

Şînim zor gêrrawe, şadîm kem dîwe

Ellên heye, belam nemdiywe

(Min gelekî şîn girtine, şadî kêm dîtine

Dibêjin heye lê min nedîtine)

Helbestvên, diyare gelek şîn dîtine û şadî qet nedîtine. Dizane şadî heye, gelek kes pê dişêwirin lê Hêminê xembar qet nedîtiye, li cem wî her weke namoyek e, weke dijminekî ye. Ji bo demek kêm jî berê xwe nedaye wî. Mamosteyê me î hêja, helbestên xwe yên xweşik ê ter û nazik bi piranî xemgînî li nav xistiye. Ji ber vê qet nikare xwe ji pêlê bidê aliyekê.

Hêmin helbestvanê gel, helbestvanê evîn û azadiyê. Heta wê roja ku dilê wî bisekine jî, dilê wî yê mezin ji bo gelê wî û azadiya welatê wî lê da. Bi gotina wî:

Hetakû diwa pişû rêbiwarî rêgey êşq û azadîmeger bêcge le nakamîş nebînim, berhemêkî tir.

Nimûneyek ji Hûnanên wî Yên Neteweyî:

Kurdim Emingerçî tuşî rencerroy û ḧesـret û derdim eminqet le dest em çerxe splle nabezim, merdm eminaşqî çawî kejall û gerdinî pirr xall nîmaşiqî kêw û telan û benden û berdim eminger le birsin û leber bê bergî îmrro req hellêmnokerî bêgane nakem ta le ser herdim eminmin le zincîr û tenaf û dar û bend bakim nîyelet letim ken, bimkujin, hêşta ellêm kurdim emin.

Hêmin yek ji mezintirîn helbestvanê kurd bû di sedsala bîstemîn de. Di derbarê bûjandina çand û wêjeyê de, mafê herî mezin êxistiye nav netewa xwe. Ji ber ku di Tarîk û Rûn beyana jiyana xwe da, ji bo berhevkirina girseyên wêjeyî yê kurdewarî û lêhûrbûn li ser peyvên wê……

Kete nav kar û ….Berhemên Hêmin:

1. Tarîk Û Rûn (Şê’r Û Pexşan). 1974

2. Paşerok (Şî’r Û Pexşan).

3.Tuḧfeyi Muzefferîye (Folklorî Kurdî, Ke Karî Oskarmane Wھêmin Werîgêrrawete Ser Zimanî Kurdî).

4. Şazade Û Geda .

5. Qellayi Dimdim .

6. Hewarî Xallî .

7. Çepkê Gull, Çepkê Nêrgz.

8. Efsane Kurdîyekan (Karî Qenat Kordo ye û Hêmin Wergerandiye Farsî).

9. Nalleyi Cudayî , Şî’r 197910. Paşerukî Mamosta Hêmin, Komelle Wtar, Mehabad 1983

Mirina Hêmin: Hêmin ji wan kesan bû ku temenê xwe î nûciwanî, ciwanî û pîrî di çeperên çand û wêjeya kurdî û folklor û şoreşê de borandiye. Mîna findeke vêxistî rêya pêşeroja me ji me re ronî kiriye. Piştî derketina çar hejmaran ji Kovara Sîrwe ya rengîniya kurdistanê, finda jiyana Hêmin rondikê xwe î dawîn hilwerand û di axlêveya (Nîsan) 1365ê koçî de ji dinyayê malavayî kir.

Li ser wesiyeta wî, li goristana Budaqsultan a bajarê Mehabadê dispêrin axê.

Berhev û Werger: Muhsin ÖzdemirNîşe: ji ber ku min dosyeyek ji helbestên Hêmin bi kurmancî amade kiriye, di vê gotarê de min helbest bi kurmancî belav nekirin.

Kalo Şado Şado

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir