44. salîya Şoreşa Gulanê li Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikim.

Yusuf Aydin

 Ên ked û xebata wan di şoreşa Gulanê de çêbûne û şehîdê Şoreşa Gulanê bi rêz û bi hurmet bi bîrtînim!

Otonomîya Başûrê Kurdîstanê, bi bîryara dewletên emperyal û dewletên dagîrker, bi peymana cezayîr hate rûxandin.

Wê demê, dorpêçek mezin ji teref dewletên dagîrker û hevalbendên wan, li ser şoreşa Başûrê Kurdîstanê çêbû. 

Serokê nemir Mustafa Barzanî û berpirsîyarên şoreşê, biryara rawestendina şer dan.

Berpirsên şoreşê, piştî sekinandina şer, di demek kin de, bi pêşkeşîya qîyada muwaqad di Gulana sala 1976 de, bi derfet û îmkanên kêm ji nû de dest bi tekoşîna şerê çekdarî kirin û şoreş li darxistin.

Wê demê li Bakûrê Kurdîstanê bayê çepîtîyê gûr bûbû.

Ji dervî (PDKT-KUK) ê giranîya rêxistinê hebûn, ji ber îdeolojîya çepîtî, Qîyadeya Muwaqat wek tevgerek paşverû nîşan didan. Loma rexneyên tund li Qiyadê û serokê şoreşê dikirin!

Serokê nemir M. Mustafa BARZANÎ û Qîyada Muwakad wek paşverû  (Îlkel an feodal milliyetçi) û bi hevaltîya emperyalîstên Amerika  (ABD) û Şahê Îranê dihat tawanbar kirin.

Gelek caran, di nav me û qadroyên rêxistinên din de, devjenî û munaqeşeyên tund çêdibûn û gelek caran ew mûnaqeşeyên me, dihatin merhela pevçûnê!

Li hember tîr û zextên diavêtin ser Qîyada Muwaqad, em dibûn mertal. Me, li hember rexnê dihatin kirin, qîyada Muwaqad û serokê şoreşê diparast.

Li ji alîyê pêşmergetî, lojîstîk, rêberî, alîkarîyên timarê û mîna pişta enîyê, me wek PDKT-KUK bi hemû hêza xwe alîkarîya Şoreşa Gulanê kir! Em tu demê ne poşman in, li hember gelê xwe û perçeyekî Kurdistanê me watinîya xwe pêkanî! Xwezî me karîba bêtir jî bikira.

Tevlî van kiryarê xwe, em jî bûn çep û mejî çepîtî parast. Me jî partîya xwe kir serbixwe. Lê tu demê em nefikirîn ku xwe ji dûv şoreşê bidin alî.

Me tekoşîna rizgarîya Kurdistanê ya netewî, li her perçeyî, bi her şêweyê tekoşînê û bi daxwaza her şêweyê statuyê meşrû didît.

Ger îro li Başûrê Kurdistanê statûyek federal hebe jî ew berhemên şoreşa îlonê, şoreşa Gulanê û xwîna pêşmergeyên şehîdê Kurdîstanê ne.

Weke em giş zanin, niha jî dorpêçek neheq û dijwar li ser Başûrê Kûrdistanê heye. Lazim e welatperwerên her perçeyên Kurdîstanê û Kurdên temama dunyayê xwedîtîyê li deskeftîyên Başûrê Kurdîstanê bikin.

Ev dorpêç ji teref dewletên dagîrker û bi alîkarîya îxanetkarên Kurdîstanê tên meşandin. Erka her Kurdekî û rêxistina netewî, dengê xwe li hember ixanetê û dewletên dagîrker bi cesaret bilind bikin. 26.05.2020

YUSUF AYDİN

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *