Kurteçîroka 33 Salan a Şerê PKKyê

Di şeva 15ê Tebaxa sala 1984an de li navçeyên Dihê û Şemzînanê PKK ango Hêzên Rizgariya Kurdistan HRK bi fermandariya Mahsun Korkmaz avêtin ser qerekolên leşkerî û şerê ko ev 33 sal in berdewam dike destpêkir.

Di salên notî de bi dijwarbûna şerî dewleta Tirkiyeyê jî ket nav hewla çareserkirina Pirsa Kurdî. Serokomarê wê demê Turgut Ozal gavek biwêrek avêt û bi riya Sekreterê Giştî yê YNKyê Celal Talabanî daxwaza ragihandina agirbestê ji Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî kir. Ocalan jî di Newroza 1993an de agirbestê ragihand. Piştî agirbestê mehek derbas nebû Turgut Ozal bi şêweyek bigûman mir û li aliyê tirkan pêvajo wateya xwe winda kir. Li aliyê kurdan ve jî di 24 Gulanê de Fermandarê Navdar ê PKKyê Şemdîn Sakik li ser riya Elezîz û Çêwlikê 33 leşkerên bêçek kuşt û pêvajo biyekcarî têk çû û PKK careke din dest bi şerî kir.

Di 15ê Sibata sala 1999an de PKK şokek derbas kir. Lewra Abdullah Ocalan hatibû girtin. Ocalan dema hate girtin lêborîna xwe ji dayikên tirkan xwest û got: Ew dê ji bo aşitiyê xizmet ji Dewleta Tirkieyê re bike banga ragihandina agirbestê li PKKyê kir. Herwiha xwest PKK hemî hêzên xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişîne. PKK banga Ocalanî cihbecih kir û agirbestek yekalî ragihand. Lê ev pêvajo 5 sal berdewam kir û 1ê Hezîrana 2004an de PKK dawî li agirbesta yekalî anî û careke din dest bi şerî kir. Şer di havîna sala 2011an de gihiştibû asteke dijwar. Lê ji alîkî din ve jî ji pêvajoya hevdîtinên Osloyê heta pêvajoya aşitiyê danûstandin digel Rêveberên PKKyê çêdibûn. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di 28ê Kanûna Pêşîn a 2012an de eşkere kir ko ew digel Abdullah Ocalanî hevdîtinan pêk tînin. Ev daxûyanî rojeva Tirkiyeyê hejand û haya raya giştî ji pêvajoyek bi navê aşitiyê çêbû. Di newroza sala 2013an de Abdullah Ocalanî careke din bang li PKKyê kir ko hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê dêrxe. Li ser vê bangê PKK agirbesta xwe ya heştemîn ragihand û qebûl kir ko hêzên xwe vekişîne.

2013 ji bo pêvajoya aşitiyê salek girîng bû. Lewra ked û navbeynakariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serdana wî ya ji bo Diyarbekirê hêvî û kelecaniyek di nav xelk de çêkiribû pêvajo û gihiştibû asteke bilind.

Piştî 2 sal din di 28ê Sibatê de jî şandeya Îmraliyê û Şandeya Hikûmetê civiyan û ev civîn wekî Peymana Dolmabahçeyê hate zanîn. 10 xal hatin eşkerekirin û Ocalan got divê PKK dest ji çekan berde. Di Newroza 2015an de jî Rêberê PKKyê diyar kir ko êdî dema şerê çekdariyê bidawî hatiye û divê PKK Kongreya Çekdanînê lidar bixe. Lê PKK bi hinceta ko Tirkiye pabendê rêgezên pêvajoyê nabe û gav navêje daxwazên Ocalanî pêk neanî û di 11ê Tîrmehê de dawî li agirbestê anî. Di 17ê Tîrmehê de jî Erdogan got ew peymana Dolmabahçeyê nas nake. Piştî van daxuyaniyan di nav 5 rojan de li Pirsûsê teqîn çêbû 34 kes canê xwe ji dest dan. Li Serêkaniya Rihayê jî 2 polîs hatin kuştin û pêvajoya aşitiyê ji nişkave têk çû û şereke dijwar ko heta niha jî berdewam dike destpêkir.

Di encama şerê 33 salan de ji 50 hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dan. 5 hezar gund hatin şewitandin û milyonan kurd koçberê bajarên Tirkiyeyê bûn. Lê heta niha jî pirsa kurdî çareser nebû. Hikûmeta Tirkiyeyê gavên pêwîst navêje û rewş roj bi roj xirabtir dibe.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir