Kurdistan û Efxanîstan!

Şeyhmus Ozzengin

 „Em neçûne Efxanîstanê, ku li wir netewekî ava bikin“(!)

Di 22.08.2021 an de Kek Mesûd Barzanî di derheqa cûdahîya di navbera Başûrê Kurdistanê û Efxanîstanê de daxûyanîyek da. Di vê daxûyanîyê de, kek Mesûd Barzanî dîyar dikir ku; „Cûdahiyeke zêde di navbera Efxanîstan û Kurdistanê de heye“(!)

Werin em bi hev re van cûdahîyan zelal bikin:

Di dîrokê de navê Efxanîstan ji bona Peştûyan hatîye bikaranîn. “…stan“, cîh û war, di wateya welatê Efxanan de hatîye bikar anîn.

Serokkomarê Emerîka Joe Biden dibêje; „em neçûne Efxanîstanê ku li wir netewekî ava bikin“(!) Tam di vir de, em rewşa civata Efxanîstan deynin ber xwe. Ku armanca Emerîka, NATO, NY û YE, li Efxanîstanê ne dewletek hevpar û niştimanî be, wê çawa „aşitî û demokrasî“yê li ser axa Efxanîstanê ava bikin? Çi karê wan li Efxanîstanê hebû ku 20 sal e şer kirin?

Hêja ye ku, em eynî pirsê ji bona Kurdistanê jî bipirsin:

Ku Emerîka nebe piştgirê doza Kurd li Kurdistanê, wê Kurd çawa xwe ji êrîşên Tirkîye, Îran, İraq, Sûrîye û hêzên tundrew biparêze? Ku Emerîka ji bona avakirina nirxên netewî û yekitîyek niştimanî li Kurdistanê ne piştgir be, wê Kurd çawa destkevtinên xwe li henber van dijminan biparêzin? Ku armancên Emerîka û hêzên Hevpeymanan ne ev piştgirî be, çi karê wan li Kurdistanê heye?

Rewşa Civatên li Efxanîstanê:

Li angora detayên wezareta derve ya Emerîka, hejmara rûniştinerên Efxanîstanê 40 milîyon e. Belavbûna hejmara etnîkî ya Efxanistanîyan; grûba herî mezin Peştû ne. 42 ji % ne. Grûba duduyan jî Tacik in. Ew jî 27 ji % ne. Grûbên din Ozbek 9 ji %, Hazar 9 ji %, Eymak 4 ji %, Tirkmen 3 ji % Belûcî 2 ji % ne.

Efxanîstanê, welatekî ku 150 sale di nav şer û gengeşîyan de 10 caran navê wê, 30 carî ala wê hatîye guhertin. Efxanîstanê, ji 20 cûre miletan, 40 zimanên cûda û 75 ji % li gundan dijîn. Efxanîstanê, di navbera mudaxaleyên derve û hundur de mêzîna xwe wenda kirîye. Di dinyayê de naşibihe tu welatan. Kesekî ji pêvajoka Efxanîstanê a 150 salî ders jî negirtîye û bi tu welatan re jî nayê qîyas kirin.

Li angora îstatîstîkên 1972, hejmara rûniştîyên Efxanîstan yên bajaran 12.42 ji % bû. Li gor îstatîstîkên 201924.8 e. Tê maneya ku niha Efxan 75.2 ji % li gundan rûdinên û ji teknolojîya demî mahrûm in. Têkilîyên civakî li du esasan hatine dîzay kirin. Îdeolojîya olî, rêxistinî û eşayîrî.

Di warê etnîkî û civakî de, di warê rêxistinî û îdeolojî de rast e ku „Cûdahiyeke zêde di navbera Efxanîstan û Kurdistanê de heye“! Tevgera Talîban û rewşa civata Efxanîstanê hevûdû temam dike. Civatek paşdemayî, helbet wê rêxistina vê civatê jî li ser rewşa civatê bêt honandin. Ev girêdanên olî, civakî û kulturî berhema wê rêxistina Talîban bi xwe ye. Talîban, pir bi hêsanî hêla civatê ya olî, civakî û çandî, paşdemayî ji bo xwe bikar tîne û ji bona berjewendîyên îdeolojî-rêxistinî ev civat ji Talîban re nahmeteke mezin e.

Efxanîstanê, dîrokî, wek herêmek tampona rêgirtinê, di navbera Rûsan û Îngilîzan de hat bikaranînin. Paşîyê jî bû bingehek berberî ya di navbera Yekitîya Sovyet û Emerîka de. Yanî axa Efxanîstanê, ev demek dirêj e ji bona gengeşî û stratejîyên herêmî, navnetewî têt bikar anîn. Sebebek ji şerê navxweyî yê Efxanîstanê jî destdirêjîya aktorên cîhanê ne.

***

Rêveberîya Başûrê Kurdistanê di vî warî de jî naşibe Efxanîstanê. Başûrê Kurdistanê, rê neda ku axa Kurdistanê ji bona berjewendîyên herêmî bêt bikaranîn û bibe bingehek taşeronî. Di vir de jî di navbera Herêma Kurdistanê û Efxanîstanê de cûdahîyên mezin hene.

Li Kurdistanê, qedera miletê Kurd û hikumeta Kurdistanê, doza netewî a mafdar wê tayîn dike. Lê li Efxanîstanê hêla îdeolojî-olî û Eşayîrî pêşeroja Efxanîyan tayîn kir û dike. Li Efxanîstanê, Mahmûd Tarzî ku bavê fikrên milî yê Efxanîstanê ye; ji ber îdeolojîya îslamî û şerê eşayîrî yê navxwe, hatîye jibîr kirin. Lê li Kurdistanê Rêbaza Nemir Barzanî û doza milî a miletê Kurd li ser lingan e û zînde ye, roj bi roj geştir dibe.

Di warê rêxisitî û leşkerî de jî Kurdistan û Efxanîstan ji hev dûr û xwedî cûdahîyên mezin in.

Talîban, tevgerek Leşkerî a Îslamî ye. Şervanên Talîbanê, xwe wek „şervanên Xwedê” dibînin. Bi metodên leşkerî û bi darê zorê armanca wan, bicîh kirina hikmên Şerîatê ye. Avakirina hikûmdarîyek îslamî li seranserê cîhanê, xeyalên wan yên herî bipêş de ne. Îdeolojî û armancên Talîban, li seranserê axa Efxanîstanê û armancên tevgera Kurd ji hev cûda ne. Motîfên mirovahî di asta mafê Pêkhateyan û demokrasîyê de, di asta mafê jinê û zarokan de, di asta perwerdeyê de jî cûdahîyek mezin heye. Pêşengîya Kurdistan di astek demokratî û modern de ye.

Şervanên Talîban xwe wek „şervanên Xwedê” dibînin.(!)

Pêşmergên Kurdistanê di astek modern de, bi hest û ramanên netewî, niştimanî hatine rahênandin. Rênîşana Pêşmergên Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê bi xwe ye. Pêşmerge, ne xwebexşên îdeolojî û hestên eşayîrî ne. Di astek netewî û niştimanî de hatine rênîşankirin. Li ser van astên hêja Pêşmergên Kurdistanê, bi dehan salan çendîn efsaneyên girîng tomar kirine. Eger Pêşmerge, bicarekê de ji nav destê hizrên partîzanî rizgar bibe, dîyar e ku amadeyî tomarkirina dehan efsaneyên din be jî.

Li ser van cûdahîyan ez bi Kek Mesûd Barzanî re hem fikir im. Lê fikarek heye ku dîvê em bi zanistî û bi hişmendîyek netewî niştimanî li ser rawestin. Ew jî rewşa Başûrê Kurdistanê ye:

Başûrê Kurdistanê, ji terefê çar dijminan, hêzên îslamî-tûnrew de dorpêçkirî ye. Hebûna Emerîka û Hêzên Hevpeymanan li herêmê pir girîng e. Lê divê em navekî li vê hebûna Emerîka û Hêzên Hevpeymanan bikin. Yekitîya nav mala Kurd ji vê hebûnê girîngtir e. Eger li Başûrê Kurdistanê, mala Kurd, li ser stratejîyek netewî û niştimanî xwe bi rêk û pêk neke, pêşmergên Kurdistanê, ji bin bandora hestên partîzanî rizgar neke, artêşek milî û yekpare dernexîne holê; di nav gengeşîyên navxweyî yên hizbî de, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan herêmê bicîh bihêlin û vekişin, wê çi bibe? Divê Kurd, berî ku li bersîva vê pirsê bigerin, nav mala xwe bi sîstem, bi rêk û pêk bikin ku, em rû bi rûyî bersîvek xerab neyên.

Rast e; tehdîdek mezin wek rêxistina Talîban ku li ser Hikûmeta Efxanîstanê –ku Emerîka, Nato, NY û YE avakiri bû– li ser hikumeta Herêma Kurdistanê tûne ye. Lê tehdîdên wek dagirkerên Tirk, Faris û E reban û bi dehan hêzên tûnrev, ku bi wan re têkildar li ser herêma Kurdistanê heye. Lîstik, êrîş, bandor û helwesta van dewlet û rêxistinan li ser Kurdistanê ji quweta miletê Kurd zêdetir e.

Eger di warê navdewetî de piştgirîyek girîng ji kurdan re tûne be, wê dijminên Kurd û Kurdistanê, bi hêsanî dev ji êrîşên xwe bernedin. Wê pirsgirêkên nav mala Kurd ji xwe re bikar bînin. Ev rastî, di vekişandina Hêzên Hevpeymanan û Emerîkayê de wê derdikeve ber me. Ji ber ku dijminên me, di herêmê de hebûna me û serwerîya me li ser xaka me qebûl nakin. Bi hestên dijminane û nîyeta dijminane em dorpêç kirîne.

Her çiqa dewleta İraq, wek „dewletek federatif“ ji bona Kurd û ereban hatibe damezirandin jî, beşek mezin ji ereban hebûn û statûya kurdan di mejûyê xwe de qebûl nekirîne û Dewletek xurt a İraq, ji bona herêma Kurdistanê tehdîd e. İraq, Kurdan ji êrîşên dijminan naparêze.

Hebûna Hejdî Şabî, PKK û Îran, Tirkîye li ser axa Herêma Kurdistanê tehdîd e. Dewletên aktorên herêmê, pir bi hêsanî dikarin bi vekişandina Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ji herêmê re van tehdîdan li henber Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikar bînin.

Bi vekişandina Hêzên Hevpeymanan û Emerîkayê re, eger heye ku karesatên mezin di vî warî de ji miletê me re derkevin holê. Ji bo wê jî divê em roj berî rojê li Herêma Kurdistanê yekrêzîyek netewî, milî û niştimanî ava bikin. Artêşa xwe ji gengeşîyên hizbî rizgar bikin û li ser esasên netewî, niştimanî ji nû ve rahênînin û rênîşan bikin.

Divê em aborîya xwe ji bin bandora gendelî û tehdîda Bexdayê rizgar bikin. Dizî û gendelî li Kurdistanê tehdîdek mezin a ser raman û helwesta milî, niştimanî ye û ev, pêşîya hevgirtinek netewî jî digire.

25.08.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir