Ma ev dil te jibîr dike?

Demek dirêje, ez li mala xwe li televîzyonên Tirkan, ku ji xencî bernameyên girêdayî rojevê û nûçeyan, mêze nakim. Lê îşev tesaddufî rêze fîlmek bala min kişand û gava ku dengê diyaloga lîstîkvanan gihîşt gohê min, wek şerîdê fîlm yê sînemayê min xwe li zîndana Amedê dît. An jî bi navê xwe yê taybet Girtîgeha leşkerî ya “5 Nolu….”

Ez çûm salên 1980 -1984 an. Di jiyana min de çar sal bi şev û roj di cehenema 5 nolû de, di bin îşkenceyên giran de derbas bû. Min dîsa deng û ruyê zebanîyê devbixwîn Esat Oktay Yıldıran dît. Min bijişkê leşkerî ku karê qesebîyê ji xwe re weke pêmijûlî bijart bû dît. Ew zebanî şûna diranê min yê diêşîya de sê diranê saxlem qişand bû. Min carek din kûjer û îşkencevanên faşist dît. Min di kûraya xewn û heyalan de, heval û hogirên xwe yên merxas dît. Ez rastî nas û dostan hatim ku li hemberî hovîtî û zilma tirkan di serê dîlana berxwedanê de direqisîyan. Min xwişk û birayên xwe yên Kurd dît, di bin zilmek bêsînor de diqîrîyan,berxwedan jiyane! Min şehadeta heval û hogirên xwe dît di zîndana Amedê de.

Di televîzyonek Tirkan de, ev cara yekeme ku ez rastî bernameyek wiha dibim. Rêze fîlmê ku min temaşe kir di televîzyona SHOV TV de bi navê “ma ev dil, te jibîr dike?” beşa çaran bû. Bi rastî beşê din çewa bû an ji naveroka fîlm çîye nizanim. Lê tiştê ez dixwazim binivîsim ev cara yekeme ku ez dibînim îşkenceyên di zîndana Amedê de pêk hatine di rêze fîlmek de bi kar tê û bi zimanekî vekirî têgihandin (têgotin). Bi rastî ez gellek pê êşîyam lewra ew kesên ku îşkence bi me kirin an jî yên ferman dan heta niha, di derheqê wan de ne dozek vebû ne jî lêpirsînek çêbû! Ez bawerim ev îşkencevan û celadên destbixwîn weke herkesî li mala xwe rûniştibûn û serê nebîyên xwe mizdidan û li rêze film temaşe dikirin û fortê xwe didan!

Rêze fîlmê ku bi navê “Ma ev dil te jibîr dike?” naveroka xwe li ser bûyer û têkilîyên sîyasî yên salên 1980 an sazkirîye. Di fîlm de, mijara “guherand, belavbûn, tenêtî, dêrîn” radixe ber çawan. Lê di fîlm de, her tişt li ser têkilî û evîndarîya Sinanê çepgir û keça malbatek dewlemend Cemîle hatîye sazkirin. Di fîlm de cîh dane hinek karekterên “ülkücü”yan jî (hêzek faşist e). Piştî cunta leşkerî Sînan tê girtin û wî dawêjin zîndana Amedê. Sinan li wir, celad û zebanîyên weke Esat Oktay Yildiran û Eli Osman Aydin dinase!

Ew salên piştî cûnta leşkerî civata tirk û Kurd di bin zulimek bêsînor de derbasbûn. Bi sed hezaran keç û xortên bijarte di bin îşkenceyên giran de derbas bûn. Bi milyonan kes tehdayî dît, jiyana wan wêrane bû. Kesên ku di îşkencexanan de hatin kuştin an jî hatin wundakirin hed û hesabê wan tuneye. Hê jî gellek malbat nizanin ku çi hat serê zaroyên wan. Serdestên civata Tirk bi rastî qewmek bê mêjîye. Xuyaye hizmatîya wan (merivatîya wan) bi masîyan re heye. Lewra tiştên do çê bûne zû ji bîr dikin. Li hemberî celad û kujerên xwe her tim sitûxware û tirsonekin. Hîsê xwe yên netewî li ser tirsê û dagirkerî afirandine. Her tim xirabî kirine û difikirin ku netewê din wê rojek heyfa xwe ji wan bigirin. Jiber van sedeman ji çep û rastê Tirkan, oldarên tirkan her tim dibin vê psikolojîyê de dîl mane. Bi cîranên xwe re neyartî dikin, li dijî dostên xwe her tim daf û dolaban çêdikin û herkesî wek xwe bêbawer dibînin.

Piştî 12 îlonê 1980 an de generalan zîndan Amedê weke laboratuarek taybet hesibandin û gotin emê doza Kurdewarî di nav dîwarên zîndana Amedê de bi rizînin an jî bidin ji bîr kirin. Kenan Evren û hevalên wî 3 zindan ji bo polîtikayên taybet weke cîhên “pîlot” pejirandbûn. Ev sê zîndanên leşkerî ev bûn: Mamak, Metris û Amed. Lê di nav sê zîndanan de taybetîya zîndana Amedê ji xencî îşkenceyên bêsînor cudayek balkêş hebû. Ev cudayî jî armanca polîtîkayên pişavtinê biserxin û ji nav kadroyên rêxistînên Kurd de Ziya Gökalp, Şükrü Sekban, Süleyman Nazif û M.Şerif Varto’yên nûh amede bikin; An jî bi gotinek din Kurdên Kemalist û Tirkperwer ava bikin. Lewra ji me re digotin bibêjin “em Tirkên kurê tirkan e!” Bi lêdan û kuştinan, bi merşên şovenist û hovîyane gav bi gav wan polîtîkayên xwe dan meşandin. Bi sedan hevalbend û muxbîr ji nav kadroyên Kurd peyder kirin. Di bin navê “itirafçı” tîyê de çend kadro û endamên bijarte kişandin alîyên xwe û dûre ev kadro bûn avakirin JîTEM ê û li dijî gelê xwe şer kirin, bi hezaran welatparêz kuştin. Ev rastîya hanê jî tradejîke me Kurda ye. Ji bilî vê rastîyê, 29 sal berê kadroyên rêxistînên Kurd doza serxwebûn û dewletek Kurd dikirin û di dadgehên leşkerî doza serxwebûnê di parastin lê niha hinek ji wan kadroyên berê wek zarokên xeletî kirine bi awirekî şermî doza demokratbûna tirkîyê dikin û li dijî dewletbûna gelê Kurd helwest nîşan didin.Ev paradoksa hanê jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk bi îşkence û zulim bi serneket lê belê bi sîyaseta xapandinê û kevîkirinê bi ser ket.

Bi rastî xort û keçên Kurd di zindana Amedê de,li dijî polîtîkayên dewleta dagirker, helwest danîn û bi kedek mezin, bi canê xwe, rê lêgirtin. Bi berxwedan û serhildanan polîtîkayên dewletê bi ser neket û di encamê de nêzîkî sed kesî jîyana xwe ji dest da. Zîndana Amedê di ûjdana mirovahîyê de cîh girt. Xort û keçên Kurd ne tenê li zîndana Amedê, li gelek bajarên Kurdîstan û Tirkîyê li doza xwe xwedî derketin û kedek mezin dan. Lê, em dibînin ku, îro ev keda giran di destê hinekan de bûye lîstok û wek alafên magazîn bi kar tînin. Sî sal şûnda, dewleta dagirker îşkenceyên bi me dikir, niha di televîzyonan de bi me didin temaşekirin!

05:11:2009

Kesên ku li rêze filmê Shov Tv beşa çaran temaşe bike, dikare vê lînkê bi tiqîne:

http://www.showtvnet.com/dizi/bu-kalp-seni-unutur-mu/4bolum.asp

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir