Siddik BOZARSLAN
Hukumeta Stanbolê di 8/9yê temûza 1919an da M. Kemal ji karê eskerîyê û fermandarîyê dûr dixe û bi vî awayî nûnertîya wî ya jibo padîşah bi dawî dibe û karê wî yê resmî namîne. Wek muaqet nûnerê Erzurumê Hoca Raif Efendî Kongreya Erzurumê vedike û piştî tespîtkirina delegeyan wek serokê dîwanê M. Kemal tê hilbijartin (ji bil 3 dengan hemî delege erê dibêjin). M. Kemal, ji nûneran ra dide xuyakirin ku pêwistîya avakirina ”Meclisa Neteweyî” û hukumetek heye ku ew îradeya xwe ji îradeya neteweyî werbigre.
Kongra Erzurumê di 23 temûz – 7 tebax 1919an da pêk hatîye. Di derbarê kongreyê da gelek lêkolînên tirkan hene. Di nav van çavkanîyan da min çavkanîya ”Îslam Ansiklopedisi” (Ansiklopediya Îslamî) û yên dî muqayese kir. Lê divê ez bidim xuyakirin ku di vî derbarî da çavkanîyên Îslamî jî û yên Kemalist jî hema hema wek hev in, dema Şola Kurd û Kurdistanê bibe mijara lêkolîn û gengeşeyê. Hin tiştên ku li ser hûrgilîyan, wek jimarên beşdarîya nûneran li hev nayên, lê ev ne zêde girîng in.
Organizekirina pêkanîna kongreyê ji alîyê Cemîyeta Milliyeya Huqûqî Müdafaayî Şarkîyye ku navenda wê li Stanbolê bûye, şaxên wê yên Erzurum û Trabzonê ve çêbûye. Fikrê çêkirina kongreyê ji alîyê Kazim Paşa (Karabekir) ve hatîye pêşnîyarkirin û her çiqas M. Kemal digel pêşnîyarê nebûye jî, lê wî jî di dawîyê da qebûl kirîye. Li gora naveroka dîtinên K. Karabekir ku me li vir neqil kir, xuya dibe ku fikrê çêkirina kongreyê û amadekarîyên wê K. Karabekir e. Ji xwe wî gotibû ku ew dê li Şerqê Meclisek û hukumeteka neteweyî damezrîne. Dema wî amadekarîya kongra Erzurumê kirîye, M. Kemal hê li Stanbolê bûye.
Ji 5 bajaran (Trabzon 17, Erzurum 23, Sivas 11, Bedlîs 3 û Wan 2, tevayî 56) bi tevayî 56 nûner beşdar bûne. Ew, 17 cotkar û bazirgan, 5 zabitên teqawidkirî, 4 memurên teqawidkirî, 5 mamoste, 4 rojnamevan, 5 huqûqnas, 2 muhendîs, 1 doktor, 6 zilamên dînî (şêx û mela), 3 gelwekîlên berê, 1 general û 1 wezîrê berê bûne. Piranîya van beşdarvanan ji Erzurum û Trabzonê ne û jibo şolên xwe yên herêmî beşdar bûne. Ji bona ku M. Kemal û Huseyin Rauf bikaribin di kongreyê da beşdarî bikin, du nûnerên Erzurumê Cevat Dursunoğlu û Kazim Yurdalan xwe ji nûnertîyê vedikşînin û cîyên xwe didin M. Kemal û H. Rauf. Van hewildanan bi alîkarîya Kazim Paşa tên şûnê û dîsa li ser pêşnîyara Kazim Paşa, M. Kemal dibe serokê kongreyê. Nûnerê Maçkayê Îzzet Beg û nûnerê Erzurumê Hoca Raif Efendî jî dibin cîgirên serokê kongreyê.
Naveroka axiftina M. Kemal jibo vekirina kongreyê jî gelek balkêş û giring e. Loma divê em wê axiftinê li vir pêşkêşî we xwendoxên hêja bikin da ku baştir canbazîya M. Kemal were xuyakirin. Di vekirina kongreyê da M. Kemal weha dibêje:
”Hêzên eskerîyê yên dewletên ihtîlafê, Stanbola me xistine bin dagirkerîya xwe ku ew navenda gewre (bilind) ya Xelîfetîyê û cîyê textê sultan e. Roj bi rojê îzetî nefsa me ya millî, heysîyeta hukumetê, mafên seltenata Xelîfetîyê bi şidetê rastê êrîşên tecawuzê tên. Daxwaza (nîyaza) min ew e ku Xwedê daxwazan bigihîne hev, jibo hurmeta xoşewistê herî gewre Pêxemberê bijare ku vî welatê mubarek diparêze û xwedantîyê lê dike û heta qîyametê dînê îslamê ji dil didomîne, meqamê bilind jibo seltenat û Xelîfetîya milletê me yê asîl were parastin. Jibo fikirandina mafên me yên pîroz û gewre ev civîn wezîfedar e û divê serfîraz bibe. Amîn!” (Yakın Tarihimiz, c.1, Jêdergirtî: Evîn Aydar Çiçek, Koçgiri Ulusal Kurtuluş Hareketi, Apec Y. 1999, Stockholm/Sweden)
Wek mirov dibîne, hedefa sereke ew e ku osmanî were parastin û domandin.
Encamên 14 rojên civînê, biryarên kongreyê weha hatine komkirin:
1.Di nav sînorên millî da wetan tevayîyek e, nayê parçekirin. 2. Li dijî mudaxele û dagirkerîya bîyanîyan, dema Hukumeta Osmanî belav bû, bi tevayî divê milet têkeve nav berxwedanê û parastinê. 3. Dema Hukumeta Stanbolê nikaribe dahatûya welêt biparêze, jibo pêkanîna wê amancê, dê hukumeteka demkî (muaqet) were çêkirin. Endamên wê hukumetê, dê ji alîyê Kongreya Neteweyî ve werin hilbijartin. Eger kongre necivîyabe, dê wê hilbijartinê Heyeta Temsîlê (Heyet-î Temsilîye) bike. 4. Hukumranîya îradeya millî û Kuva-yî Millîyeyî esas e. 5. Jibo unsûrên Xiristîyanan mafên ku hukumranîya siyasi û wezna (balans) me ya civatî xirab bike, nayê dayîn. 6. Manda û parastin, nayê qebûlkirin. 7. Dê xebat çêbe jibo pêkanîna civandina Meclisa Neteweyî û karên hukumetê ku di bin kontrola meclisê da be.
Dema van hewildanên Erzurumê çêbûn, Sadrazam (serokwezir) Damat Ferit Paşa jî di 23yê temûza 1919an da haydarî daye çapemenîyê û gotîye ku ”Tevlîhevî li Anadolê çêbûye. Li ser navê Meclisa Neteweyî li dijî destûrê civîn çêbûne. Pêwist e ew ji alîyê memûrên eskerî û sivîl ve werin qedexekirin. Li dijî wan, tedbîr hatine sitandin. Kongre di 7ê tebaxê da temam dibe û M. Kemal ji endaman ra weha dibêje:
”Biryarên gelek girîng hatin sitandin. Me careke dî yekîtî û yekbûyîna milletê xwe nîşanê dinyayê da.” (min binê wê çixêz kir)
Li gora destûra (tuzuk) Kongreya Erzurumê, Heyeteka Temsîlê hatîye hilbijartin ku ev heyet ji van kesan pêkhatine: Mustafa Kemal (eskerê kevin), Rauf (wezîrê deryayê yê kevin), Raif (Gelwekilê Erzurumê yê kevin), Îzzet û Servet (Gelwekîlên Trabzonê yên kevin), Şêx Fevzî (Şêxê Nakşîbendî yê Erzinganê- Erzincan), Bekir Sami (Walîyê Beyrutê yê kevin), Sadullah (Gelwekîlê Bedlîsê yê kevin), Haci Musa (Reîsê Eşîra Mutki). Ev heyet, ji alîyek ve amadekarîya Kongreya Sêwasê dikir û ji alîyê dî ve jî piştgirîya hereketa Kuva-yî Millîye dikir.
Amanc û hedefên Kongreya Sêwasê, temsilkirina tevayîya welatê ku ji osmanîyan mabû, pêkbîne. Loma wek temsîldarên Bajarên Rojhilat Raif Beg, Rauf Beg, Şêx Fevzi Efendî, Bekir Sami Beg û Serokê Heyetê M. Kemal; di 29yê tebaxa 1919an da ji Erzurumê diherin Sêwasê û kongre di 4ê îlonê da despêdike. Di kongreyê da hemî biryarên Kongreya Erzurumê tên pejirandin û qebûlkirin û li wan biryaran hin lêzêdekirin tên çêkirin. Navê ”Cemîyeta Hukukî ya Müdafaaya Anadoluya Rojhilat” dibe ”Cemîyeta Hukukî ya Müdafaayî Anadolu û Rumelî”.
Di şûna ”Heyeta Temsîlê, tevayîya Anadoluya Rojhilat temsîl dike” da ”..tevayîya welat temsîl dike” tê guhartin. Kongre, di 11yê îlonê da xilas dibe. Wek di pratikê da tê dîtin, Kongreyên Erzurumê û Sêwasê, dibin çîmentoya dewleta tirk û sînorên wan ên ”Mîsak-î Millî” û şopên xwe li Mudanyayê, li vekirina meclisa ewil û li Lozanê nîşan dane. M. Kemal jî di vê pêvajoya 23yê nîsana 1920î da û paşê jî di 29yê oktobra 1923yan da serokatîya xwe ya eskerî, siyasî û civatî bi hev girêdaye û pejirandîye.
Bi Kongreyên Erzurum û Sêwasê M. Kemal, li ser xeta canbazîya xapandinê du gafên girîng avêtibûn û bi serketibû. Piştî ku hêza çekdarî ya kurd li başur têkçû; êdî bi karanîna politika canbazîyê ji alîyê Mistoyê Selanikî ve hêsa dibû. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê hêzên çekdarên kurd tunebûn ku li hemberî politika Mistoyê Kor têbikoşin; rêxistinên heyî jî kartonî bûn û ev jî karê Misto hêsatir dikir. Eger Xalit Begê Cibrî û hin giregirên kurdan (ên mintîqeyên Erzurum, Mûş, Bedlis, Wan) piştgirî nedana M. Kemal û Kongreyên Erzurum û Sêwasê pêk nehatana; pir zehmet bû ku Mistoyê canbaz bikariba Dewleta Tirk ava bikira. Mirov dikare bi hêsayî bêje ku ji zehmetîyê wêdatir, avakirina dewleta tirk mumkun jî nedibû.