Panorama sala 2021ê!

Şeyhmus OZZENGIN

Me salek din bi êş, keder û tije pirsgirêk derbas kir. Nedîyarî a ajenda Rojhilata Naverast, hewlên terorê û Vîrusa Coronayê di seranserê salê de bibandor domkir. Wilo xuyaye ku ev rewş wê hîn jî bidome.

Di destpêka sala 2021 an de nûçeyek girîng, ku di berdewamîya salê de karesatên xerab ji bo Kurd û Kurdistanê tomarkir, derket ber me. Ew jî hemahengî û têkilîyên PKK bi Haşdî Şabî re bûn.

Di 10.01.2021 de li Bexda civînek li dar ket. Beşdarvanên vê civînê PKK, Haşdî Şabî, Ênîya Tirmenan, Îran, beşek ji şîeyên İraqê bûn.

Ev civîn, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran û Tirkîyê de, bi hemahengî cîh digirt. Beşek mezin ji şîeyên ku li Bexda, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê tevdigerin, bi hemahengîyekê bi van beşdarvanên vê civînê re, di tevgerê de mesajên xerab dida me. Di vê civînê de Ala Îsraîl û Emerîka jî hatibû şewitandin.

Ji Bexda, tehdîda li ser Kurdistanê; qutkirina mûçeyên pêşmergan, qûtkirina nifq û dahatên Kurdistanê, tehdîda bi birçîbûn û qeyranan daxwaza terbîyekirina miletê Kurd û Kurdistanê bû. Pêşî lêgirtina Made ya 140, ev hemû ji yek navendê dihatin meşandin. Aktorên van qeyranên sîyasî Tirkîye û Îran e. Bandora Îran û Tirkîyê li İraq, li ser herêmê, metirsîyek dîyar derdixist ber me û eşkere ye ku hêzên çekdar di armancên xwe de bikar tînin.

Piştî vê civînê, di seranserê salê de PKK û Beşek ji Haşdî Şabî, her êrîş anîn ser Herêma Kurdistanê û pêşmergên Kurdistanê.

PKK di van êrîşan de, borîyên nefta Kurdistanê teqand û zerarên mezin da aborîya Kurdistanê. Êrîş anî ser hêzên parastina ewlehîya Kurdistanê (pêşmergan) û Kemîn li ber karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê danî. PKK, statuya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, wezaret û dadwerîya Herêma Kurdistanê, asayîşa Kurdistanê nasnake. PKK, Ji bona têkbirina xaka azad, xebatên xwe di seranserê salê (2021 an) de domand.

Grûbên Haşdî Şabî jî, çendîn caran bi Mûşekan Hewlêr û gundên derdorê, belafirgeha Hewlêr kir hedef û herêma Kurdistanê tehdît kir.

Rojevek din a girîng, zîyareta Papa Francis (08.03.2021)

a Herêma Kurdistanê bû. Papa Francîs, di daxûyanîya xwe a yekem de ji kurdan re got:

“Hûn Kurd miletekî pak in, we destê xwe yê bi rahm dirêjî van hemû pêkhateyên ayînî û netewî kiriye, ji bo min jî dua bikin.”

Avakirina jîyanek piralî û hevpar li Kurdistanê, Bala Papa Francîs jî dikişand. Herêma Kurdistanê bi pêşewazîyek qedirbilind Papa Francis pêşewazî kir. Papa Francis di devama daxûyanîya xwe de ev memnûnîyeta xwe bi van hevokan anîbû ziman.

“Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin, ku we li min kir. Demek dirêj e, min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim. Kêfxweş im, ku îro bi daxwaza we hatim Kurdistanê. Di derheqa we û miletê we de, gelek pêzanînên min hene. Tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoşê û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe ji bo xrîstiyanan re vekir.”

Di sala 2021 an de jî beşek ji medya kurdan a civakî, li henber nivîskar, colomnîst û şirovekarên Kurd bêrêzîyek sansorî a kêfî berdewam kir. Li ser vê jî min di 18.03.2021 de ev rewş anî ziman ku:

Di medya civakî de, pirensîb û mafê nivîskar û mafê  „bîr û rayên di nivîsê de ya nivîskar e.“ têt binpê kirin û nivîs têt bloqe kirin, lê bi zimanekî kîbarî dibêjin; „me nedîtîye, an jî me got belkû ji bo xwendinê we şandîye, an jî divê hûn sernivîsê biguherin, naverok ne li gor me ye“ û bi van metodan nivîskar dixin bin tayê sansorê.

Torên civakî, bi weşandina nivîsên wan jî, dixwazin nivîskaran bixin bin mineta xwe, bêyî ku alîkarê wan bin.

Li ser berdewamîya êrîşên PKK yên ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergên Kurdistanê, min di 11.06.2021 eşkere kir ku:

Ev herêm, ji terefê xwedîyên vî beşê Kurdistanê de, bi îradeya hêzên sîyasî yên vî beşê Kurdistanê; bi şer û berxwedanên dehan salan, bi cangorîya sedhezaran pêşmergan hatîye rizgar kirin.

Ev herêm xwedî statûyek navdewletî, navnetewî ye. Ev beşê Kurdistanê serwerîya xwe ji dîroka xwe, ji sazîyên civakî (Parlemento, hiqûq, peymana civakî, hêzên asayîşê, perwerdeyê) digire.

Parlementoya Kurdistanê, hêzên asayîşa Kurdistanê; garantîya serwerîya herêma Kurdistanê, demokrasîya Kurdistanê ne. Tevdegerîn, rabûn û rûniştin, çûn û hatina vî beşî, îradeya vî beşî, di destê sazîyên hikûmeta herêma Kurdistanê de ye. Ev jî hêza xwe ji parlementoya Kurdistanê, ji dadgerîya Kurdistanê digire. Herêma Kurdistanê hêvîya pêşeroja miletê Kurd û Kurdistanê ye.

PKKê, bi israr vê îradeya miletê Kurd binpê dike. Nasnake û li ser vê axê mirovan dikuje! Êrîşan tîne ser hêzên asayîşê û aramîya herêmê têk dibe. Mirovan direvîne, dikuje, zîndan dike û hesab nade dadwerîya Kurdistanê. Yanî hêzek destbiçek û ne fermî ye û li henber aramîya Kurdistanê, serwerîya Kurdistanê, xwedî armanc e û helwestek xerab girtî ye. Armanc û meramên dijminên Kurd û Kurdistanê pêk tîne.

Rojevek din a girîng ya sala 2021an jî vekişîna Emerîka, NATO û NY ji Efganîstanê bû:

Emerîka di 21.08.2021 de vekişîna ji Efganîstanê destpê kir. Bi destpêkirina vekişînê re, pir bûyerên diramatîk jî rûdan. Li ser vê vekişînê jî min ev şîrove di kuncika xwe de nivîsî. Beşek jê tînim bîra xwendevanan.

Berdevkê leşkerî yê Emerîka digot:

Me kir nekir Efgan nebûn yek û me ji wan re artêşek modern, pirbiçek avakir, mixabin li henber Talîban şer nekirin û ji ber wê jî têk çûn!“

Çawa Emerîka 20 salan bi îktîdarek diz û xwedî gendelî re xebitîye û ev rastîya Afganîstanê nedîye ku bû sebebê serkevtinên hêzek tundrev?

Çima Emerîka û NATO, li ser hestên netewî û niştimanî hikûmetek li Afganîstanê ava nekirin, ku li Efganîstanê civatek netewî û hevgirtî derkeve holê?

Çima Emerîka nebû alîkar ku ji Efganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Efganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe ji êrîşan biparasta!

Dema ku dewletek netewî û niştimanî tune be, çima wê leşkerên Efganîstanê ji bona îktîdarên diz û xwedî gendelî şer bikin û bên kujtin? Em nikarin bêjin ku „Pisporên Emerîkî“ ev rastî ne didîtin.

Tam di vir de divê em Kurd, Emerîka û têkilîyên bi Emerîka re deynin ber neşterê:

Emerîka, li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li İraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xeteyên mezin kir ku Îran li İraqê bibe desthilatdar. Hîşt ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne ku mecbûrî İraqê bibe.

Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka İraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, Wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan?

Gelo wê Emerîka ji bo me jî bêje; „me kir nekir Kurd nebûn yek û artêşek milî, niştimanî ava nekirin, ji ber wê destkevtinên xwe wenda kirin“(!)

Di van demên germ de bi hatina serokê Fransa Emmanuel Macron re min helwesta Emerîka û hêzên Hevpeymanan a li henber Dewleta Kurd rexne kir û nexşerêya stratejîya azadîya Kurdistanê anî ziman.

Min di nivîsa xwe ya 29.08.2021 de dîyar kir ku:

Emerîka, li İraq jî ne Serkevtî ye. Ev 31 sal e Emerîka li ser İraq dixebite. Du mudaxaleyên leşkerî li ser İraq yên bi bandor hatine meşandin. Ji hêla Leşkerî de, sîstemek dîktatorî li Bexda hat hilweşandin. Piştî hilweşandina sîstemê, li Bexda Emerîka xetayên mezin kir û nebû garantorê çareserkirina pirsgirêkên netewî, mezhebî û olî.

Destûrek pir baş û hêja, ku di serê grûban de bicîh nebû be, wê herkes li gor rewşa hêza xwe şîrove bike. Ev jî rê ji mudaxaleya dewletên herêmê re vedike.

Emerîka ji İraqê re destûrek çêkir û hikûmetek ava kir, lê radestî Îran kir. Ji bona mafê miletê Kurd nebû garantorek serwext. Rê û îmkan ji mezheba şîe re vekir, ku Îran li Bexda bibe desthilatdar. Ew girseya ku ji hatina Emerîka bo İraq re li çepikan dixist, îro dixwazin ku emerîka ji İraq derkeve û İraq radestî İran û Tirkîyê bibe. Sebebê vê Emerîka bi xwe ye.

Di Rojhilata Naverast de, bê çareserkirina pirgirêka Kurdistanê, ti rê û rêbazî, aramî naçin serî. Bawerîya min ewe ku Fransa û dîplomatên Fransî, di warê rolê pirsa Kurd û Kurdistanê de, di Rojhilata naverast de xwedî agahîyên rast in û ji mejûyê leşkerî bêtir, bi mejûyekî sîyasî, civakî tavdigerin. Fransa baş dizane ku bê çareserkirina doza Kurdistanê, Rojhilatek naverast a di aramîyê de bijî xeyalek e.

Di 10.10.2021 an de li seranserê İraq hilbijartinên pêşwext a Meclîsa Federal ya İraqê çêbû. Kurd jî beşdarî van hilbijartinan bûn.

Ji ber nakokîyên mafên destûrê, ku derbasî jîyanê nebûne, di navbera hikûmeta Federal a İraq û herêma federe ya Kurdistanê de pirsgirêkên mezin hene. Van pirsgrêkan jî destûra İraqê dixe bin metirsîyê.

Min li ser dewleta Federal a İraq, di dema hilbijartinan de ev anîn ziman:

Li İraq, pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin. Ev hêzên çekdar, çeka destê hêza sîyasî a li Bexda desthilatdar e. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal, dixe bin tehlûkê. Destûrê, dixe bin bandorek totalîter û milîtarî.

Li ser Rojeva Kurdistanê û çareserîya pirsgirêkan, di nivîsa xwe a 03.11.2021 de min anî ziman ku:

Di navbera Deweta Federal a İraq û Herêma Kurdistanê de, di asta destûrê de pir pirsgirêk hene, ku nehatine çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, ji Şingal bigire heta Xanekîn, Kerkûk jî di nav de, 40 ji % axa Kurdistanê, herêmên bi problem in. Divabû berî bi 13 salan, bi referandûmê pirsgirêka van herêman bihata çareser kirin. Nehat çareserkirin û DAÎŞ li van herêman bicîh bû. Dewleta İraq jî van herêman naparêze û ji hêla ewlekarîyê de jî asayîşa herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê.

Dermanê çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên di navbera dewleta federal a İraq û Kurdistan a federe de, serxwebûna Kurdistanê ye. Bi îlankirina serxwebûna Kurdistanê re, pirsgirêkên destûrê tên çareser kirin.

Di 09.11.2021an de li ser koçberan nivîsek min derket:

Di seranserê sala 2021 an de jî pirsgirêka Koçberan berdewam kir. Bi hezaran di deryayên bê binî de termên wan wenda bûn û mirin. Li ser sînoran per perîşan man. Beşek ji van koçberan ji ber şer, ji bona dîtina derfetek debarê, xaka bav û kalên xwe terk dikirin. Piranîyên van koçberan, ji welatên misilmanan, ber bi Ewrûpa de, rêya jîyanek ku vegera wê tineye didin ber xwe û dixwazin xwe bavêjin bextê welatên Ewrûpa. Ev jî rewşa welatên îslamê derdixe ber me.

Di 5 û 6ê meha 12 an de (05-06.12.2021) li Hewêr „Kongre ya Navenda Revenda Kurd li dar ket. Li ser revenda Kurd û rewşa Kongrê û kêmasî û xeletîyên xebatên avakirina Navenda Revenda Kurd di 07.12.2021 de min nivîsek tomarî raya Kurd kir. Min li ser avakirina Navenda Revenda Kurd, ev ramanên xwe anîn ziman.

Gavên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, teng maye û ketîye destê şexsan.

Mixabin, xebatên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, hîn xwe ne gîhandîye astek kollektîf. Hîn komîteyek an komîsyonek hevbeş a organîzekirina honandina kurdên revendê bi şîveyek demokratîk ava nebibû, li Hewlêr Kongre hat lidarxist. Ev jî bû sebebê geşkirina nakokîyan û dilê pir kesan jikest. Hewlên ku tên dan, teng û ji jor de ber bi jêr de dimeşin. Ev jî Kurd ên dîyaspora temsîl nake.

Du sal e, ev xebat di tekela şexsan de teng maye û ne serkevtî ye. Îmkanên ku ji bona honandina revendê pêşkêşî van şexsan bûye, van şexsan tenê ji bona xwe bikar anîne. Bi destê mejûyekî berfireh, bi pîlan û kollektîf ev îmkan nehatine bikaranîn! Ev helwest jî, pêşî li xebatek profesyonel girtîye. Ev xebat, bi helwest di astek ku „îmkanan tenê ji bona xwe bikar bîne û herkesî mecbûrî xwe bikin“ de dimeşe. Ev jî ji serî de avakirina navenda Revenda Kurdistanê dixe bin tehlûkê û pêşî lê digire.

Bi van hestan ez, sala nû li we xwendevanên hêja, miletê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. Bi hêvîya salek têr û tije serkevtin..

27.12.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir